Çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, dadgeha dewleta Îranê doh li Pîranşarê li du birayên astengdar ên bi navên Ebdullah Qenberî Wend (51) û Mehmud Qenberî Wend (48) şeş sal û heft meh cezayê girtîgehê birî.
Hat gotin ku her du bira niha li girtîgeha navendî ya Nexed tên ragirtin.
Hat diyarkirin ku dema biryara girtina her du birayan hatî girtin, ew di jêr çavdêriya bizîşkî de dihatin dermankirin.
Li gor heman agahiyan, roja 28’ê Kanûna 2022’yan hêzên Îranê di çarçoveya pêla girtinan a di dema serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ de li Pîranşarê bi ser mala her du birayan de girtibûn, ew binçavkiribûn û êşkence li wan kiribûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê beriya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêla girtin û binçavkirinê zêde bû.
Çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, bi nêzîkbûna duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî re ku piştî wê şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ pêşket, desthilatdariya Îranê zextên xwe yên li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê zêdekirine.
Hat gotin ku di vê çarçoveyê de doh li gundê Silênî ya ser bi bajarê Sewlawa ya Rojhilatê Kurdistanê, ciwanek bi navê Raşid Edwayî ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birin.
Hat diyarkirin ku ew ciwan bêyî fermana dadwer û belgeyek yasayî hatiye binçavkirin.
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên dewleta Îranê ve hat êşkencekirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi mehan nerazîbûnên berfireh hatin lidarxistin. Di dema van xwepêşandanan de bi sedan kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin û birîndarkirin. Bi hezaran kes jî hatin girtin û êşkencekirin.