Tê zanîn ku di 4’ê Tîrmehê de cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî û di 23’yê Tîrmehê de jî li Pexşan Ezîzî hate birîn. Li navçeya Dargeçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê ev ceza hatin şermezarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Jinan a herêmê ve hat dayîn. Li ser navê meclîsê Lîyana Usubova axivî û biryara darvekirinê ya li her du jinan hatî birîn, şermezar kir û “Dewleta Îranê dijminê jinan e. Naxwaxin jin azad bibin ji ber ku ji hêza jinan ditirsin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.