Yekşem, 17 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi hezaran kes li Kadikoyê meşiyan: Divê girtî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa aştiyê: Divê bi lezgînî qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’: Azadiya Ocalan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foruma Aşitî û Azadiya Civakî bi dawî bû: Ji bo statûya Ocalan gavan bavêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê sempozyûma ‘dîrokê’ ya navneteweyî
Kurdistan

Li Amedê sempozyûma ‘dîrokê’ ya navneteweyî

Li Amedê sempozyûma 'Xurtkirina û parastina avahiyên dîrokî ya navneteweyî' hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Odeya Endezyarên Avahiyê ya Şaxa Amedê û Şaxa Enqereyê yên girêdayî Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsaziyê ya Tirk (TMMOB), “7’emîn Sempozyûma Navneteweyî ya Derbarê Qewîkirin û Parastina Avahiyên Dîrokî de” li dar xistin. Sempozyûm li Dêra Surp Gîragos a ermenan û dîrokî ya li navçeya Sûrê pêk hat. Prof. Dr. Îdrîs Bedirhanoglû, Hevserokê Şaxa Odeya Endeyzarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz, Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Enqereyê Onûr Ozergene, Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna, Serokê Beşa Endezyariya Avahiyâe ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Zeynel Fuat Toprak, Endamê Desteya Îstîşareya Bilind a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Burç Baysal, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek kes tev li sempozyûmê bûn.

Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû diyar kir ku ji bo parastina mîrateyên dîrokî ev sempozyûma wan pira di navbera raboriyê û siberojê de ye û armanca wan ew e ku ji bo girêdana navbera nifşan qut nebe.

Bedîrhanoglû da bi bîr xist ku wan sempozyûma ewilî di sala 2007’an de li Enqereyê û ya sempozyûma duyemîn jî di sala 2009’an de li Amedê li dar xistine û got: “Bi saya van sempozyûman restorasyona avahiyên dîrokî hatine kirin.”

Bedîrhanoglû anî ziman ku avahiyên dîrokî li gorî rastiyê nayên çêkirin û yên tên çêkirin jî têrê nakin û divê li ser avahiyên dîrokî analîzên girîng bên kirin.

Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz jî diyar kir ku axaftina destpêkirina sempozyûmê ya li cihek dîrokî Dêra Sûrp Gîragosê ya ermenan kirin jî gelek girîng e û got: “Li nêzî me Mizgefta Mezin heye, ev mizgefta ewil a Anatoliyayê ye. Dêra Meryem Ana nêzî me ye. Amed bajarê bîr, dîn, ziman û çandan e. Lewma jî Amed zor girîng e. Di sala 2015’an de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO’yê de hatiye tomarkirin. Divê pêşî em Amedî xwedî li vê raboriya xwe, dîroka xwe û çanda xwe derkevin. Paşê jî deynê stûyê hemû mirovahiyê ye ku xwedî lê derkeve.”

Korkmaz pêvajoya şerê di sala 2015’an û 2016’an de li Sûrê qewimî bi bîr xist û wiha axivî: “Mixabin di sala 2016’an de li Sûrê şerek qewimî û vî şerî bandorê li ser bajêr kir û xesarên mezin dayê. Ev dêr di sala 2013’an de hatiye restorekirin 3u di şer de rûxandin li dêrê jî çêbûn. Dîsa neçar hat mayîn ku bê restorekirin. Hê jî li ser lingê Minareya Çar Ling şûna guleyan heye. Em bûn şahid ku gelek avahiyên tomarkirî ango tescîlkirî hatin hilweşandin. Avahiyên ku ne li gorî ruhê dîroka Sûrê ne, ji nû ve hatin çêkirin. Îro dema em li Sûrê dinêrin, Sûr ji halê xwe yê berê derketiye û êdî naşibe sûrê.”

Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê Nusret Suna jî destnîşan kir ku berhem û avahiyên dîrokî terkî hilweşandinê û çarenûsa xwe tên kirin û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew van sempozyûman li dar dixin û girîng dibînin.

Burc Baysal jî li ser navê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê axivî û da zanîn ku avahiyên dîrokî yên li Sûrê ji ber şerê 2016’an xesar dîtine û her wiha ji erdhejê jî xesar dîtine û ji bo xwedîderketina avahiyên dîrokî ew vê sempozyûmê girîng dibînin û esas digirin.

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî anî ziman ku navçeya wan gencîneya çand û dîrokê ye û navçeya wan malovaniya şaristaniyan, dîrokê û hezarê salan dike. Onkol got ji ber dîrokiya navçeyê ew girîngiyê didin her bihosta navçeya xwe û ew hêvî dikin ku wê ev sempozyûm alîkarî û piştevaniyê bide navçeya wan.

Herî dawî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî axivî û wiha got: “Sûr ji bo me xwedî ruhek pir cihê û cuda ye. Ev dêr û mizgeftên li dora me dîrokî ne û hêjayî parastinê ne. Tahîr Elçî li ber Minareya Çar Ling dema bala raya giştî dikişand ser parastina dîrokê, hat qetilkirin. Lewma beriya ez dest bi axaftina xwe bikim ez nemir Tahîr Elçî bi bîr tînim. Avahiyên dîrokî yên ku divê bi firşeyên diranan bihatana şûştin lê bi kemçeyan û makîneyên kar hatin hilweşandin. Em ji vir bangî UNESCO’yê dikin; ji bo me cihgirtina Hewselê û sûran a di UNESCO’yê de çiqas girîng û rûmet be, ji bo me ewqas jî girîng e ku ev gel bi tenê neyê hiştin. Werin em bi hev re van deveran biparêzin.”

Piştî axaftinan bername bi şahiya stranan a Ma Musicê bi dawî bû.

Sempozyûm wê sibê jî bi nîqaşên cuda yên li ser avahiyên dîrokî û parastina wan bên kirin, dê berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Halîde Turkoglu: Tecrîda Îmraliyê wê bi pêşengiya jinan bê şikandin
Nûçeya Pişt re Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrişa çeteyan de li Efrînê keya bi giranî birîndar bû

Li navçeya Mabeta ya Efrîn a dagirkirî, di êrişa çeteyên dewleta Tirk de keyayê gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Di panela Meclîsa Sûriyeya Demokarît (MSD) ya li bajarê Dêrikê de, ji bo avakirina Sûriyeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tayland-Malezyayê keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Tayland û Malezyayê dan zanîn ku keştiyeke ku gelek koçberên Rohingyasyê têde binav bûye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Amedê meşa aştiyê: Divê bi lezgînî qanûna çarçoveyê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Foruma Aşitî û Azadiya Civakî bi dawî bû: Ji bo statûya Ocalan gavan bavêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?