Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komîteya Ciwanan a PKK’ê Hogir Botan, Rênas Civyan û Berxwedan Goyî bi bîr anî
Kurdistan

Komîteya Ciwanan a PKK’ê Hogir Botan, Rênas Civyan û Berxwedan Goyî bi bîr anî

Komîteya Ciwanan a PKK’ê Hogir Botan, Rênas Civyan û Berxwedan Goyî bi bîr anî û got: ‘’Em ê di her derbeya ku li dijmin bixin de wan bi bîr bînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêş bixin û tola wan hilînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Komîteya Ciwanan a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Hogir Botan, Rênas Civyan û Berxwedan Goyî ku di 19’ê Tîrmehê de di encama kemîneke hêzên Îranê de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

‘’Em weke tevgera ciwanên Apoyî ya Kurdistanê, di têkoşîna xwe ya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de hemû kêliyên xwe bi dayîna têkoşîn, berxwedan û bedêlên mezin û lehengiyan re her roj gaveke din nêzîkî azadiyê dibin. Di şexsê gerîlayên ku xwedî ruhê Apoyî de destan tên nivîsandin, têkoşînên dîrokê tên meşandin û meşa me ya azadaiyê xwe gihandiye hemû cîhan, ciwan û mirovahiyê û hêviya jiyaneke azad diafirîne. 

Hevrêyên me endamê Komalên Ciwan Şehîd Hogir Botan, Rênas û Berxwedan jî ku şehadeta wan hate ragihandin, karîne bibin pêşengên têkoşîna me ya ji bo azadiyê û nûnerên jiyana sade.

Hevrêyê me Hogir Botan ê ku têkoşîna Rêbertiya azad û Kurdistana azad meşandî, ji roja tevlî têkoşîna azadiyê bûyî heya roja şehadetê bi sekna xwe ya jiyanê û nasnemeya xwe ya şerî îspat kiriye ku bûye pêşengê jiyanê ku cewhera milîtanî ya PKK û gerîlayan e û kariye bibe nûnerê jiyana sade. Hevrêyê me xwedî li wesyetnameya şehîdên me yên leheng derketiye, bi pratîka sekna fedaî nîşan daye û kariye bibe peyrewê Binevş, Bîşeng û Vejînan.

Di serî de malbata me ya hêja ya welatparêz ji gelê xwe yê Cîzirê yê têkoşer û zarokên wiha yên lêheng mezin kirine û hemû gelê me yê Kurdistanê, ciwan û jinan  re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna bi serkeftinê tacîdar bikin.

‘NASNAMEYA XWE YA ŞERVANTÎ Û WELATPARÊZIYÊ GIHAND ASTÊN HERÎ JOR’

Hevrêyê me Hogir Botan ê ewladê serhildêr, mutewazî û sade yê Cizîra Botan a kariye bibe abîdeya têkoşîn, berxwedan û welatparêziyê, di sala 1994’an de li Gundê Giraxîn ê Cizîra Botan ji dayîk bûye. Hevrêyê me Hogir Botan ê ku li Cizîra Botan a bi taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî, dilsoziya xwe ya ji bo xaka xwe û ji çanda xwedewenda heya roja me bîyanîbûn qebûl nekiriye, hemû caran nû û tim têkoşer mayî ji dayîk bûyî, weke şervan û têkoşerekî dest bi zarokatiya xwe dike. Têkoşîna wî ya ji bo azadî û pêşengtiya wî ya ji serhildanan re hê di zarokatiyê de dest pê dike. Di nava malbateke mezin û welatparêz de hebûna şehîdan jî çalaksaziyeke xwezayî di kesayeta hevrêyê me de ava kiriye.

Êrîşên dijmin ên di salên 90’î de,  şewitandinên gundan û êrîşên li dijî aboriyê dibin sedem ku hevrêyê me berê xwe bide metropolên Tirkiyeyê. Hevrê Botan ku di wan salan de hê zarok e, dema ku di dibistanên  faşîst û qirker yên pergalê de dixwîne, veqetîn û dûrketina ji xaka xwe qebûl nake û vê pêvajoya koçkirina metropolên Tirkiyeyê weke; ‘Ji bo min rewşeke ecêb bû! Ziman û çand cuda bûn, ez ditirsiyam ku winda bibim’ qal dike.  Tevî bi êrîşeke mezin re rû bi rû ye û hê di zarokatiya xwe de ji navendên bişaftinê derbas bûye jî hemû taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî diparêze û şerê sadebûnê dike. Piştî demeke kurt li gel malbata xwe koçî Dîlokê dikin. Hevrê Hogir Botan pêvajoya ku koçî Dîlokê dibe jî bi gotinên; ‘ Her çi jî be em derbasî Kurdistanê bûbûn û ev jî baş bû’ tîne ziman.

Çawa ku hemû dar li ser koka xwe şîn dibin, ji bo hemû kesên ku li Kurdistanê li gel xeta têkoşîn û evîna welat mezin dibin jî Kurdistan tê wateya xwebûnê.

YEKEM PÊNGAVA JI MEŞA AZADIYÊ RE

Hevrê Hogir Botan ku piştre li Zanîngeha Gaziyê ya Enqreyê dest bi xwendina xwe dike, dest bi xwendina kovarên ciwanên welatparêz dike û bi nasîna xebatên ciwanên welatparêz yekem pêngava xwe ya ji bo meşa azadiyê diavêje.  Çawa ku Rêber Apo bi AKYOD’ê re dest bi xebatan kiriye û têkoşîn daye destpêkirin, hêvrê Hogir Botan jî dema dest bi xebatên ciwanên zanîngehê dike, yekem kelecan, pêngav û nakokiyên xwe dijî û bi daxwaziya standina tama azadiyê xwe pêş dixe. Li gel pêvajoyê, pêvajoyeke ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd û Kurdistanê êrîşên xwe zêde dike, dijî. Komkujiyên Pirsûs û Enqereyê di heman serdemê de rû didin û Heval Hogir dibe yek ji şahidê Komkujiya Enqereyê. Û dibêje; ‘’Xwezî ez li şûna wan bûma, ez şehîd bibûma lê belê ez bi wan êşna re rû bi rû nemabûma.’’

Tovên hevrêtî, civak û heza ji gel re berhema xwe daye û êdî xwe ji hemû ‘ez’an rizgar kiriye û li gel xwe nirxên civakîbûnê afirandiye. Her wiha di heman pêvajoyê de bi hezaran ciwanên şoreşger ên Kurd û sosyalîst berê xwe didin qadên azad û berxwedana xwerêvebriyê ku ev yek jî bandoreke mezin li hevrêyê me Hogir Botan dike. Li Vartoyê şehîdkirina hevrê Ekîn Wan û êşkencekirina li cenazeyê wê û  li Şirxexê şehîdkirina hevrê Haci Lokman Bîrlik ya bi awayekî hovane gelekî bandorê li wî dike û bi gotina; ‘Ev hovîtî tu caran ji bîra min naçe’ re hovîtiya li dijî zarokên Kurdistanê yên herî bedew, dike egera tevlîbûnê û berê xwe dide heqîqeta Rêber Apo. Tevlîbûna xwe bi gotinên; ‘Di pêvajoyeke wisa de mirov her çi xwendekar, karker, bêkar û çi jî be zelal dibe û ev dîmen gelekî bandorê li mirovî dike’  bilêv dike û pêvajoya tevlîbûna li nava refên gerîla tîne ziman. Ji bo ku ji êrîşan re bibe bersiv, pêngavên mezintir biavêje û li hemberî faşîzmê di nava  têkoşînê de cih bigire ji azadiyê watedartir rê tune bû û ji şer û cihgirtina di mewziyên şer de jî tercîheke watedartir tune bû. Di rastiya Kurdistanê de di pêvajoya ku êdî tevlîbûn ji tercîhekê wêdetir dibe mecbûrîyetek hevrê Hogir Botan bêhesap vê yekê pêk tîne.

Li qadên cuda bi xebatên ciwantiyê yekem pêngavên têkoşîne diavêje û hemû caran dibe hedefa êrîşên dijmin.  Hêrsa wî ya li hemberî dijmin ya gelekî mezin roj bi roj mezin dibe. Li gel ciwanên ku birêxist û perwerde kirî, derbeya herî mezin li pergala dijmin dixe û baweriya xwe ya serkeftina teqez ya bi pêşengtiya ciwanên çalaksaz tim zindî girtiye. Akademiya Şehîd Alî Çîçek dibîne û li gel vê perwerdeyê geşkirina agirê meşaleya têkoşîna Sterkên Sor û gihandina hemû ciwanên Kurdistanê, ruhê Apoyî dibe li hemû qadan. Di sala 2016’an de di encama êrîşên dijmin de tê girtin û nêzî du salan li zindanê rehîn tê girtin.  Pêvajoya li zindanê bi gotinên weke; naskirina partiyê, kûrbûn û xwebirêxistinkirina li hemberî rastiya dijmin’ pênase dike û piştî ji zindanê derdikeve, demeke kurt di nava xebatan de dimîne û piştre berê xwe dide meskêneê hevrêtiyê, qadên heqîqet û jiyana sade û çiyayên azad.

Bi dînamîzma ciwantiyê ya bêsînor, nasnameya xwe, rastiya xwe û hevdîtina rastîn pêk tîne û bi îdeolojî û ruhê Apoyî xwe ji nû ve diafirîne.  Mezîyetên milîtaniya Apoyî û prensîbên jiyana azad dike şêweya jiyana xwe û dibe şoreşgerekî leheng.

SEMBOLA RUHÊ APOYÎ YE

Bi moral û kelecaneke mezin derbasî çiya bû û di demeke kin de bû serhildêrê çiyayan. Mîna ku li çiyayan jidayik bûye û mezin bûye, gerîlabûnê di dilê xwe de hewand û cewhera gerîlabûnê di kesayeta xwe ya dilnizm de da rûnişkandin.

Bi mîrateya ku ji Binevş û Mehmet Tûnçan wergirtiye, bûye sembola ruhê Apoyî. Ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk, taktîkên serdema nû û şêwaya şerê tîmê ya pispor bi awayekî serketî pêk bîne, bê hesab xwe feda kir û xwe ji têkoşînê re amade kir. Di meşa ku bi eşqeke mezin li çiyayên Kurdistanê daye destpêkirin, bê navber li Garê, Qendîl û Bakurê Kurdistanê têkoşîn kiriye. Xwe weke mîrasgirê herî mezin ê ala azadiyê ya ji Alî Çîçek wergirtî dît û bû meşvanê azadiyê ku ji erkên xwe yên pêşengiyê tawîz neda. Ew di çaperan de şerê îradeyê da û li ezîman û ser rûyê erdê bû gerîlayek ku tirsê xist nava dijmin. Di şerê tunel û çaperan de bû xwedî kedeke mezin û bi hişmendiya ku her tunel ji bo gerîla bibe cihê bêhn girtinê û ji bo dijmin bibe gor tevgeriya. Li ser vê bingehê ji bo bibe hevrêyê Rêbertî têkoşîn da.

Hevrê Hogir Botan, her ku di meşa xwe ya azadiyê de bi pêş ket, bi xeyala ku careke din vegere Bakur û li dijî dijmin di çeperên herî nêz de şer bike, nêz bû. Hevrê Hogir gotibû, ‘Her ku ez nêzî van sînoran dibim, moraleke mezin digirim û niha xeyalên min pêk tên. Li van herêman keda bi hezaran şehîdên me hene, ev der kevneşopiya me ne, mîrateya me ne. Ev çûyîn wê ji bo serketinê be, ev çûyîn wê ji bo bidestxistina encameke rast be. Heta niha ez li benda derfetekê bûm da ku barê rêxistinê sivik bikim û ji şehîdan re bibim bersiv. Niha jî ev zemîn û derfet hatiye avakirin. Armanca min ew e ku bibim milîtanekî layiqî Rêber Apo, dixwazim bibim milîtanekî ku serketinê bi dest bixe. Çûyîna min jî wê ji bo vê armancê be. Ji niha ve dibêjim ku, karê me wê bi serketinê bi encam bibe.’

Hevrêyê me di meşa xwe ya azadiyê de ti astangî nasnekiriye, hemû polîtîkayên şer ên dijmin beralî kiriye, mîna hewariyek her qada ku çûye şêwayê Rêber Apo gihandiye û bandor li ser her hevrêyek xwe kiriye. Ne gotin, ne pirtûk, ne helbest û ne jî fîlm dikarin wateya rastiya şehîdan vebêjin. Weke şopdarê Hevrê Hogir Botan, em soz didin ku mîrateya ku dewrî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrê Hogir Botan di nivîseke ku sekna xwe ya li hemberî Rêbertî de dinirxîne de, wiha dibêje, ‘Rastiya ku Rêbertî avakiriye; li dijî tarîtiya faşîzmê ye û ronahiyeke ji bo hemû gel û civakane. Rastiya Rêbertî li dijî êrîşan hêza berxwedanê ava dike, li dijî bêçaretî û bêhêviyê hêvî, bawerî, rizgarî û azadî ava dike. Yên ku Rêbertî rast fêhm dikin û rast dijîn, dibin hêza çareseriyê, dibin îrade û dibin endamên fedaî. Heta niha min her tim hewl da Rêber Apo rast fêhm bikim û pêk bînim. Ez di vê mijarê de kêm mam. Ji ber vê yekê ez di pozisyona rexnedayînê de me. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ez ê kedeke mezin bidim. Ji bo fêhmkirina Rêber Apo û ji bo fêhmkirina şehîdên me yên qehreman, ez ê rastiya bîrdoziya rizgariya jinê û şehîdan esas bigirim.” Hevrê Hogir xwedî li gotina xwe derket û bû yek ji lehengên ku rastiya Rêber Apo herî baş bijiyanî kir.

‘NAVÊ BERSIVDAYÎNA ŞEHÎDAN TOLHILDAN Û AZADIYE’

Hevrêyê me Hogir Botan yê ku li herêma Kelareş bi pêşengiyeke mezin erka xwe bi cih anî, li vê herêmê hemû lêhûrbûn û lêgerînên xwe bi pratîk kir. Bi taybetî di aliyê rêxistinkirina ciwan û şoreşa li Bakurê Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Hevrê Hogir Botan ê ku heta şehadeta xwe bênavber ji bo azadiya gelê me têkoşiya, bi tevlîbûna xwe ya fedaî, xurt, sade, dilnizm û taybetmendiya xwe ya Kurdistanî û jidil û bi taybetî hevrêtiyê xwe yê xurt, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Weke şopdarên hevrê Hogir, Berxwedan û Rênas ên ku mîrateyeke destanwarî ya lehengiyê li dû xwe hiştine, em ê wan her tim weke çalakger, têkoşer û di her derbeke ku em li dijmin dixin de bibîr bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û tola wan hilînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Jiyana girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ye’
Nûçeya Pişt re Li Licê protestoya madenê: Gel neçarî koçê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-ÇAND: Em bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û biaxivin

Tevgera Çandê ya Kurd TEV-ÇAND-Ewropa, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser ziman û…

Ji aliyê Stêrk TV

Iraqiyan ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ ava kirin

Ji bo azadiya Rêber Apo û belavkirina fikrên wî komek ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend…

Ji aliyê Stêrk TV

Pirtûkçeya ‘Karwanek Ji Peyvên Azad’ çap bû

Pirtûkçeya bi navê “Karwanek Ji Peyvên Azad” bi armanca bîranîna şehîd Karwan Hewram çap û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?