Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku herdu keştî bi 310 kesan ji Yemenê bi rê ket û li peravên Cîbûtiyê noqî binê avê bû.
IOM’ê li ser X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes hatin rizgarkirin û hîn gelek koçber winda ne.
Meha Tebaxê li peravên Yemenê keştiyek noqî binê avê bûbû û 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.