Şeva Sêşemê bi deh hezaran mirov ji bo tevlî doktorên bi daxwaza edaletê çalakî kirin bibin, li bajarê mega yê Hindistanê li Kalkutayê careke din daketin qadan.
Piştî ku cesedê ciwaneke 31 salî 9’ê Tebaxê li nexweşxaneya bajêr hate dîtin, li Hindistanê pêleke mezin a hêrsê rû da. Careke din hatibû bibîrxistin ku destavêtin, kuştin û tundiya li jinê bi rengekî metirsîdar dewam dikin.
Bi deh hezaran kes bi hefteyan ji bo piştgiriyê bidin doktorên di grevê de bûn her roj êvarê xwepêşandanên şermezarkirinê lidar xistin.
Çalakiyên ku ji bo deh rojan hate rawestandin, ji ber ku ji rayedarên eyaleta Bengal a Rojava bersiveke têrker nehate wergirtin, roja Sêşemê careke din destpê kirin.
Xwepêşandêran ala Hindistanê û meşa hildan û li gelek deverên bajêr gotina ‘Em edaletê dixwazin’ qîriyan. Li gorî amadekaran ji zêdeyî 60 komên civakî yên sivîl piraniya wan jin zêdeyî 150 hezar kes bi rengekî aştiyane meşiyan. Çalakgeran diyar kirin ku heta edaletê bi cih bînin wê xwepêşandanên xwe dwam bikin.