Fermandariya Alaya Wanê 400 cerdevan ji bo tevlîbûna li operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê wezîfe kir.
150 cerdevan ji navçeya Elbakê, cerdevanên din jî ji navçeyên Çaldiran, Şax û Erdîşê hatin hilbijartin. Dihate plankirin ku ev cerdevan 18’ê Cotmeha 2024’an ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve biçin.
Lê belê gelek cerdevan li ber vê biryarê rabûn û gotin, “Em cerdevanên gund ên demkî ne, tenê ji bo parastina gundê xwe wezîfedar in, em komando nînin.” Li ser vê yekê sercerdevan Nedîm Yîgîter bi cerdevanan re axivî û gef li wan xwar.
Li gorî agahiyan, Nedîm Yîgîter ê ku xizmetê ji artêşa Tirk a dagirker re dike ji cerdevanan re gotiye, “Eger hûn tevlî van operasyonan nebin em ê we weke alîgirê rêxistinê bibînin. Bila her kes rahêje çeka xwe û biçe cihê hatiye diyarkirin. Hûn ê xelata vê werbigirin, lê eger berevajî vê tevbigerin wê ji bo we nebaş bibe.”
Li gel gefên Yîgîter jî ji gundê Aydemîrê 6 cerdevanan red kirin ku tevlî operasyonê bibin, lewma çeka wan hate desteserkirin. Li qereqola Eşmepinarê îfadeya cerdevanan hate wergirtin û lêpirsîn hate destpêkirin.
Ji bo operasyona dagirkeriyê cerdevanên ku ji Başûrê Kurdistanê re têne şandin, ji wan tê xwestin salekê li herêma dagirkirî bimînin û du mehan carekê serdana malbata xwe bikin.
Li Wanê salên derbasbûyî jî gelek cerdevanan red kiribûn ku tevlî operasyonên dagirkeriyê bibin û têkildarî wan lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.