Îbrahîm Bogûrcû ku bi îdîaya ‘pîvana berdana bi şert binpê kriiye’ beriya 4 rojan li navçeya Qoser a Mêrdînê hate girtin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê hate qetilkirin.
Hate îdîakirin ku Bogûrcû li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û rakiriye nexweşxaneyê, piştre jî ji nûve li girtîgehê vegerandine.
Bogûrcû ku careke din li girtîgehê nexweş ket, doh jinûve rakirin nexweşxaneyê. Bogûrcû nekarî bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Malbata Îbrahîm Bogûrcû cenaze wergirt û li goristana navendî ya navçeyê veşart.