Gelo hûn dikarin wêneyê kêliyên tolhildana ji zilma 5 hezar salî xêz bikin, yan jî serhildana zarokekî li dijî sefalet, koletî û mîrateya bêrûmetê xêz bikin? Hûn ê karibin cîhana hestan a jinekê xêz bikin ku cewhera xwedawendiyê bi bîr tîne û li ber serîtewandinê serî hildide?
Fêhmkirin û vegotina têkoşîna Fermandara YJA Starê Şehîd Berwar Dersîm bi qasî van zehmetiyan zor û zehmet e. Ji bo fêhmkirin û vegotina vê felsefeyê divê mirov gelekî baldar bin û ji felsefeyekê bawer bikin. Ji bo Şehîd Berwar bê fêhmkirin divê çîroka bi berxwedana efsaneyî ya ji salên 1999’an û vir ve di romana bêdawî ya PKK’ê de hatiye nivîsandin bê fêhmkirin. Şehîd Berwar bi têkoşîna xwe ya gerîla ya çaryek sedsalê mîna berfa sed salî ya li serê çiyayê Glîdaxê mayinde, bi qasî wê serhildêr û berxwedêr bû.
ALA PKK’Ê LI GLÎDAXÊ LI BA KIR
Ji serê çiyayê Glîdaxê yê Agiriyê ku Rêber Apo sala 1976’an ‘Seferên Kurdistanê’ jê da destpêkirin, şervan û fermandar Berwar silav da Rêber Apo. Vegotina çîroka afirandina bi felsefeya jiyana nû ya Berwar, bêguman bi çend hevokan nabe. Têkoşîna Şehîd Berwar wêneyekî bi bîrdoziya Rêber Apo û wêneyê jineke welê ye ku bi vê bîrdoziyê bûye weke milyaketekê. Di rêwîtiya dirêj a li Glîdaxê de, di her gava xwe de sînorên ku welat kiriye çar parçe binpê dikir. Yek ji fermandarên YJA Starê Berwar ku li Bakurê Kurdistanê wezîfeya pêşengiyê ya şerekî bêhempa dimeşand, ala PKK’ê li serê çiyayê Glîdaxê li ba kir û bi vî rengî ji gelê Kurd û hevrêyên xwe re axivî bû. Nirxandina Berwar Dersîm a li Glîdaxê (Çiyayê Agirî) di Gerîla TV de hate weşandin. Fermandar Berwar bi vî rengî axivî bû:
BIRYARDARIYA ME JI HER DEMÊ BÊHTIR BILIND E
“Peyama min destpêkê ji bo Rêber Apo ye. Bi qasî Çiyayê Agirî mezin û bi heybet silav û hezkirinên xwe dişînim. Hêvî dikim ku bi Rêberê me re di rojên azad de em ê li serê çiyayê Agirî bigihêjin hev. Em berhemên Rêberê xwe ne. Çawa ku sala 1976’an Rêber Apo bi komek ji hevalan li quntara Çiyayê Agirî di şikeftekê de pêngava şoreşê da destpêkirin, em jî bi heman coş, kelecan û moralê şopdar û kedkarên wî ne. Îro di bin ala xwe de bi çekên di destê xwe de em li serê çiyayê Agirî ne, em xwediyê hêzeke mezin û sembolên xurt in. Biryardariya me ya ji bo jiyana azad û têkoşîna azad ji her demê zêdetir bilind e. Em berhemên Rêberê xwe ne, berhemên keda wî ne, berhemên wî ne, em ê teqez bi ser bikevin. Bijî Rêber Apo! Bijî Felsefeya Jiyana Azad! Bijî Têkoşîna Jin a Azad!”
JI BO XWEGIHANDINA CEWHERA XWE YE
Her gotineke wê, her nêrîneke wê, her destdana wê li kevir û xakê mîna duaya Xwedawendekê pîroz û bi wate ye. Di wêneyê ji sekna wê de herî zêde wêrekî, zanebûn û sadebûn heye.
Çawa ku xweza bêyî bi bendewariyekê berhemê dide, çawa ku gerdûn dema karên bêhempa dike li benda xelatekê nîne, dilê Şehîd Berwar jî bi heman rengî ye. Ne ji bo hinek wê pîroz an jî xelat bike, ji bo karibe xwe bicihîne cewhera xwe û li gorî xwezaya xwe ked da, hez kir, li ber xwe da, şer kir û bi ser ket.