Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Hevpeyvîna bi Evîndar Ararat re bi vî rengî ye:
Em di meha Cotmehê de ne. 4’ê Cotmehê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, dîsa 7’ê Cotmehê Gûrbetellî Ersoz, heman demê 25’ê Cotmehê salvegera şehadeta Bêrîtan-Gulnaz Karataş e. Her wiha şehîd Rojîn Gewda, Arîn Mîrkan jî di meha Cotmehê de şehîd bûn. Ji komployê heta muzakereyê şehîdên ku bûne sembol in. Van şehîdan çi bi jinan, gelê Kurd dan qezençkirin, divê çawa xwedî li bîranîna wan bê derketin?
Mirov dikare bibêje meha Cotmehê meha şehîdan e. Weke meha Gulanê çawa di şexsê hevalên berxwedêr ên zindanan em weke meha şehîdan pênase dikin, meha Cotmehê jî ji aliyê pêşengên şoreşa me, fermandarên artêşbûna me û heman demê têkoşîna me ya bîrdoziyê hevalên ku pêşengî kirin, dîsa weke heval Gûrbetellî xeta rojnamevaniya çapemeniya azad ked da, weke heval Zîlan-Nagîhan Akarsel gelek hevalên me yên pêşeng hene ku di vê mehê de li ber xwe dan û şehîd bûn. Di şexsê wan hevalan de ez dixwazim hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr bînim. Heval Bêrîtan em zanin li hemberî xeta xiyanetê û hevkarê dijmin bû sembola têkoşîna azadiya jinê. Bû weke bingeha avabûna artêşbûna jinê. Hevala Bêrîtan roleke bi vî rengî lîst. Di xeta bîrdoziyê de kûr dibe, bi berdêlên giran ji bo azadiya jinê têkoşiya. Hem ji aliyê fermandariya artêşbûna jinê, hem ji aliyê xeta azadiya jinê kûr bû, sembola xeta bîrdoziyê ya tevgera jinên Kurd e. Ji ber wê em dikarin bibêjin, hevala Bêrîtan bi şêwaza xwe ya tevlîbûna şoreşê, şêwazê meşa wê ya li nava şoreşê, pêngava radîkal a li ser xeta azadiyê pêşengî kir. Bi hezaran Bêrîtan li ser vê xetê niha dimeşin. Serokatî jî şehadeta hevala Bêrîtan hem li hemberî xeta hevkarê dijmin, nokeriyê weke xeta berxwedanê pênase kir. Hem jî kir bingeha artêşbûna jinê. Şêwazê şehadeta wê jî bi vî rengî, ked û sekna wê ya bîrdoziyê pîvan diyar kir. Di dîroka jinên cîhanê de jî sekn, kesayetiya hevala Bêrîtan, pêşengiya wê ji bo jinên cîhanê jî mîrateyeke bêhempa afirand. Heman demê heval Gûrbetellî, heval Zeynep ew jî hem beriya tevlî şoreşê bibe weke şoreşgerekê jiya, ji bo dengê gelê Kurd, mafê gelê Kurd, daxwazên gelê Kurd ên ji bo jiyaneke azad, Kurdistaneke azad, ji bo vê bide nasîn, hişyariyê li nava gelê Kurd biafirîne, ciwanan tevlî têkoşînê bike, weke rojnamevanek, rewşenbîrek û jineke entelektuel pêşengî kir. Bi vê şêwazê karê rojnamevaniyê kir. Di berxwedana zindanan de hevala Zeynep cih girt. 2 caran hate girtin. Serî netewand. Hem di rojnamevaniya çapemeniya azad de israr kir, hem jî di xeta azadiya jinê de ji bo neteweyeke azad, ku jin jî di nav de azad be, têkoşiya. Ronîkirina civakê, perwerdekirina civakê, ji bo afirandina siyaseta demokratîk a vê têkoşînê, rengê jinê, zimanê jinê hevala Gûrbetellî roleke sereke lîst. Di dîroka me û ya Tirkiyeyê de jî hîn di pêvajoya salên 1990’î de ku dewleta Tirk hovîtiyek dida meşandin, weke jinekê di rojnameyekê de bi berpirsyariyê rabû. Li wir hat girtin, zexteke mezin lê hate kirin. Wê demê rojname dihate girtin, kesên rojnamevan, yên rojname belav dikir dihatin qetilkirin, dihatin girtin, serdegirtina navenda rojnameyên wê demê; Ozgur Ulke dihate kirin. Wê demê li gel ewqas zilm û zextê, hevala Gûrbetellî weke jinekê, weke rojnamevanek di xeta çapemeniya azad de bi roleke sereke rabû. Ji ber wê ji aliyê ronîkirin, perwerdekirina civakê de, ji aliyê têkoşîna siyasî û bîrdoziyê de weke jinekê, jineke şoreşger û rojnamevan hevala Gûrbetellî roleke sereke lîst. Pey wê çû qada Serokatî. Hat qada çiyê, gerîla. Piştî avabûya YAJK’ê di rêveberiya YAJK’ê de cih girt. Weke fermandarekê di têkoşîna gerîla de cih girt. Bi vî rengî di sala 1997’an de di kemîna tankê de şehîd bû.
Di heman demê de hevala Rojîn Gewda weke fermandareke me ji Botanê rabû. Bi welatparêziya Botanê, hezkirina ji xwezayê, weke jineke berê xwe bide çiyê, bibe fermandar mînak e hevala Rojîn Gewda. Hem di hevrêtiya xwe de hem di aliyê fermandariya xwe de bi rastî mînak e. Jiyana wê ya dilnizm, dilsoziya wê ya bi hevrêtî, Serokatî, Kurdistan û gelê Kurd mînak e. Rêbaza wê ya şer jî mînak e. Di nava gerîla de ji bo afirandina rê û rêbazên gerîla pêşengî kir. Bi fedakarî û biryardarî têkoşiya. Bi van taybetmendiyên xwe di artêşbûna jinê de bi roleke sereke rabû. Di avabûna partîbûna jinê de weke pêşengek, rêveberekê heval Rojîn Gewda rola xwe lîst.
Hevala Zîlan hem rojnamevan e, hem di afirandina entelektueliya li nava jinê de bi rola pêşengiyê rabû. Hem li qada siyasî, civakî pir ked da li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem piştî wê ji aliyê avabûna Komîteya Jineolojiyê de weke hêza jinê, aqlê jin ê entelektuel, bîrdozî, hêza perwerdekirina civakê, jin, zarok û ciwanan, lêkolînên li ser dîroka jinê, afirandina berheman bi roleke sereke rabû. Mirov dikare bibêje, ev hemû aliyê têkoşîna me, bîrdoziya azadiya jinê, têkoşîna perwerdekirina civakê, avakirina bingeha şoreşa jinê hem aliyê rewşenbîriyê, ronakbîriyê hêza entelektuel a aqlê jin, aliyê polîtîk dibe, aliyê bîrdozî, rêxistinî dibe, heman demê di rêxistinkirina civakê bi xwe de pêşengî ji jin û civakê re kir, roleke sereke lîst. Ji aliyekî ve weke heval Rojîn Gewda, heval Zeynep-Gûrbetellî, hevala Bêrîtan bi hezaran hevalan re rê vekirin ku bibin fermandarên artêşê, bibin milîtan û rêveberên partîbûna jinê, di şoreşa jinê de ji aliyê ronakbîriyê bi pêşveçûn çêbibe, afirandina hafizeya dîrokî de roleke sereke lîst. Hem jî xeta jin a azad dan avakirin. Kesayeteke jin a azad, şoreşger, sosyalîst divê çawa be; piralîbûna wê divê çawa be, bûn mînak. Hem di kesayetiya xwe de pêk anîn, hem jî bi dehan, bi sedan heval perwerde kirin. Ji bo tevahiya jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn bûn pêşeng. Em dikarin bibêjin îro jî di nava têkoşîna me de van hevalan mîrateyeke bêhempa ji bo hemû jinan û di serî de jinên Kurd ava kirin. Xeta me ya têkoşînê, kesayeta jin a azad, sosyalîst, şêwazê têkoşînê çi qonaxê astengî hebe jî bi îdîa û biryareke pir mezin di xeta avakirina azadiya jinê û serxistina şoreşa jinê de mîrateyeke bêhempa ava kirin. Xeta me diyar kirin. Pîvanên me diyar kirin. Di şexsê wan hevalan de şopdarên wan bi hezaran hevalên me yên şehîd hene. Em hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînin. Soza em ew e ku em xeyalên wan hevalan, jiyaneke azad, Kurdistaneke azad, welatekî azad bi kesayeteke jin a azad ava bike. Ji bo civaka demokratîk, sosyalîst, wekheviya jin û zilam em têkoşîna xwe dewam dikin. Li ser vî esasî em ê hewl bidin hemû îdîa û biryara xwe bersiva wan xeyalên hevalan bidin. Li ser vî esasî em ê di jiyana azad de bi ser bikevin.
7’ê Cotmehê di heman demê de Roja Rojnamevanên Jin e. Yên ku dan ser şopa Gûbetellî Ersoz bi pênûs û kamerayên xwe dikarin hîn bi xurtî çawa bimeşin, bidin pey rastiyê û jê re bibin bersiv?
Di şexsê hevala Gûrbetellî Ersoz de çapemeniya azad û kevneşopiya rojnamevaniya çapemeniya azad a jinê ji salên 1990’î û pê ve destpê kir. Bi taybetî piştî salên 2000’î ji aliyê birêxistinkirina rojnamevaniya jinê û şoreşa jinê ve pêşketin çêbûn. Li qadên ajans, televîzyon û kovaran, di kesayetiya rojnamevaniya jinê de bi dehan hevrê gihîştin û bi dehan sazî vebûn. Ev hemû weke bersiva li keda hevrêyên pêşengî ji vê şoreşê re kirin; weke rojnamevan, weke bûyîna dengê gelê Kurd û jinên Kurd dikare bêne pênasekirin. Mînak hevalên Şîlan Aras, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Dilovan, Hêro Bahaddîn, Nagîhan Akarsel, hemûyan dan ser şopa hevrê Gûrbetellî û di xeta çapemeniyê de û di çapemeniya azad de bi wezîfeyê rabûn, ked dan. Li ser vê bingehê hem ji bo perwerdekirina civakê, hem afirandina bîra civakî hem jî nîşandana hebûna gelê Kurd; di nava atmosfereke welê de ku dîroka Kurdan û jinan dihate veşartin û tine dihate hesibandin, dîroka jinê jinûve nivîsandin.
Jinan dîroka xwe jinûve nirxandin û dîroka jinên şoreşger veguherandin mîrateyeke hevpar a cîhanê û jinên cîhanê. Rojnamevantiyê bêguman di vir de roleke bingehîn lîst. Di şexsê van hevrêyan de meşa li ser şopa vê mîrateyê; ji aliyê rêxistinbûn, fikir û zanekirina civakê ve, ji aliyê bûyîna dengê jinan, gelên bindest di dîroka me de bûye xwedî cihekî navendî. Roleke bingehîn a van hevrêyan hebû. Îro li ser xeta çapemeniya azad bi dehan rêxistinbûn derketin holê. Di nava çapemeniya giştî de jî gelek jin bi rola xwe radibin, kar dikin, kedkarên çapemeniya azad in. Her wiha tevgera jinê û şoreşa jinê rêxistinbûnên xwe yên xweser ava kirin. Hûn jî yek ji van rojnamevanan e, di şexsê we û hevalên bi kamerayê dîmen dikişînin hem şehîdên çapemeniya azad, hem jî hevrêyên jin hemûyan bi hurmet bi bîr tînim, di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de keda hemû rojnamevanên ku di vê têkoşînê de ked dane û hîn jî didin pîroz dikim. Di karê we de serketinê dixwazim, we silav dikim. Keda we, têkoşîna we, berdêlên ku we dane silav dikim.
Em jî spas dikin. 9’ê Cotmehê roja destpêkirina komploya li hemberî Rêber Apo ye. Ji komployê û vir ve bêguman Rêber Apo hem di şexsê xwe de hem jî di tevgera azadiyê ya jinê de gelek guhertin pêk anî. Niha jî em di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Guherîna ku ji komployê û vir ve bi Rêber Apo û tevgerê re çêbûn, gelo di nava dewletê de jî çêbû?
Beriya her tiştî hêzên ku komplo pêk anîn bi kîn û nefretê şermezar dikim. Îsal sala 28’an diqede, em dikevin sala 29’an a salvegera komployê. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de ev pêvajoya ku plana wê berê hatibû kirin destpê kir. Zext li ser dewleta Sûriyeyê hate kirin û Rêbertî neçar hate hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve. Bi vî rengî komplo di pratîkê de kete dewrê Piştî 15’ê Sibata 1999’an Rêbertî li Kenyayê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. 28 sal in Rêbertî li Îmraliyê di nava berxwedaneke zehmet û bêhempa de ye. Vê yekê di nava sîstema Îmraliyê de dewam dike. Ji salên 1990’î û pê ve, piştî Pêvajoya Îmraliyê jî, di salên 2006, 2009 û 2016’an de hemû hewldanên Rêberê me ji bo vê yekê bûn; muxatabekî bibîne û nîşan bide ku êdî divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd zêdeyî sed sal in heye. Bi taybetî ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û heta niha li ser bingeha înkarkirina Kurdan polîtîkayek hate meşandin. Mînak hate xwestin ku Kurd bi zorê bê asîmîlekirin, tinekirin û hebûna wan bê înkarkirin.
Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û muxatabiyek bê afirandin ku mafên hiqûqî û siyasî yên gelê Kurd li ser bingeha çareseriyeke demokratîk bê naskirin, statuya gelê Kurd bê qebûlkirin, Rêbertî têkoşiya. Bêguman dema komplo hate kirin hedef ev bû. Yanî bi komployê hate xwestin ku Rêbertî bê tasfiyekirin. Ya rast di salên 1990’î de, yanî bi Şerê Kendavê yê Yekemîn û piştî wê re dixwestin ku dest li Rojhilata Navîn werdin, li herêmê dîzayneke nû bikin. Di çarçoveya berjewendiyên hêzên hegemonîk de wê hevsengiyên siyasî, aborî û leşkerî jinûve bihatina avakirin. Di polîtîkayên van hêzan de gelên bindest, gelên ku statuya wan nedihate qebûlkirin tine dihatin hesibandin. Gelên bindest li ser bingeha siyaseta hêzên hegemonîk timî di bin zextê de hatin hiştin. Komplo çima l hemberî Rêbertî, tevgera me û gelê Kurd hate kirin? Ji ber ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de fikrên Rêbertî, hêza di şexsê Rêbertî de û hêza PKK’ê asteng bû.
Mînak, fikrên Rêbertî li dijî sîstema kapîtalîst bû. Yanî em dibînin ku sîstema kapîtalîst, hêzên hegemonîk hebûna xwe, yan jî polîtîka û dîzayna xwe ya nû li ser bingeha şerê mezhebî, şerê neteweyan û şerê navbera bindestan ava dikin. Nexwestin ku yekîtiya gelan ava bibe. Nexwestin ku gel azad bibin. Xwestin polîtîkayên xwe li ser şer û nakokiyê bimeşînin. Rêbertî jî li hemberî vê yekîtiya gelan ji xwe re kir esas. Xwest li ser bingeha îradeya gelan mirov jiyana xwe dewam bike, jiyana xwe pênase bikin, xaka xwe bi rê ve bibin, yekîtiya xwwe ava bikin; ne ku gel li hemberî hev rabin û şer bikin. Mijareke din jî azadiya jinê ye. Di nava şoreşa PKK’ê de, cudahiya herî esasî ya PKK’ê çi bû? Tevlîbûna jinan a di asta pêşengiyê de li nava vê şoreşê bû. Azadiya jinê weke paşeroja welêt hate pênasekirin. Eger jin ne azad be welat jî ne azad e, mirovahî jî ne azad e. Rêbertî ev yek bi vî rengî pênase kir.
RÊBERTÎ BAWER KIR KU JIN PÊŞENGA VÊ ŞOREŞÊ YE
Baş e, modernîteya kapîtalîst xwe li ser çi ava kir? Dema ku komplo hate kriin bi operasyonan re hem CIA polîtîkaya xwe nÎşan da, hem jî di dema operasyonê de dewleta Tirk ev bang li leşkerên xwe dikir: “Destpêkê jinan bikujin.” Çima digotin destpêkê jinan bikujin? Ji ber ku jinan bi Rêbertî re pêşengî ji vê şoreşê re kirin. Dixwest ku li ser xeta azadiyê li ser bingeha azadiya jinê civakeke azad biafirîne. Rola jinan a di nava şoreşê de ev bû. Ev jî astengî bû. Yanî ev jî li gorî siyasetê bi vî rengî bû. Dema ku mirov bala xwe dide ser komkujiyên sîstema modernîteya kapîtalîst ên li hemberî jinan, zextên li hemberî jinan, dibînin ku li dijî xeta azadiya jinê ya Rêbertî ye. Lewma em komployê weke komployek li dijî jinan, li dijî têkoşîna jinan pênase dikin. Ji ber ku Rêbertî jiyana azad ji bo me pênase kir. Danî holê bê kesayetiya jin a azad divê çawa be, çawa bê avakirin û têkoşîna azadiya jinê çawa bê meşandin.
Baweriya xwe pê anî ku jin pêşenga vê şoreşê ye; pêşî lê vekir, perspektîf da. Artêşbûna jinê, partîbûna jinê û rêxistinbûna jinê di nava şoreşê de bêhtir bi pêş ve bir û berfireh kir. Lewma her ku xeta azadiya jinê di nava şoreşa PKK’ê de bi pêş ket, sîstema hegemonîk, sîstema modernîteya kapîtalîst, sîstema li ser bingeha Îslam a siyasî, sîstema li ser bingeha netewe dewletê desthilatdarî û pergala xwe li ser bingeha eciqandina jinan ava kirin. Li hemberî vê yekê jî Rêbertî azadiya jinê bi pêş xist. Yanî şoreş bi azadiya jinê ve girê da. Hêzên hegemonîk ev yek weke gefeke bingehîn dîtin. Rêbertî gotibû, sedsala 21’ê sedsala jiNê ye, lê belê hêzên hegemonîk gotin, “Destpêkê jinê bikujin.” Ji ber ku dixwestin ku serweriya aqlê mêr dewam bike. Lewma diviyabû jin bihata eciqandin, îradeya jinê bihate şikandin, jin diviyabû kole bûya, di xizmeta serweriya mêr de bixebitiya, jiyana wê ji aliyê mêr ve bihata diyarkirin.
Ji ber vê yekê dema ku mirov komployê dinirxîne dikare vê bibêje; komplo li ser bingeha dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertî derket holê lê belê êrişa esasî hîn girantir bû. Êrişa esasî êrişeke îdeolojîk bû. Têkoşîna Rêbertî ya li Îmraliyê ya li dijî komployê dewam dike. Di heman demê de tevgera azadiyê ya gelê Kurd, tevgera jinê; em jî têkoşîna xwe dewma dikin. Em vê yekê weke têkoşîneke paradîgmayî, îdeolojîk, rêxistinî û dîrokî dibînin. Lewma têkoşîna li dijî komploya li ser Rêbertî têkoşîneke paradîgmayî afirand. Rêbertî dema ket Îmraliyê li ser vê bingehê paradîgma guhert, paradîgmayeke alternatîfê sîstema modernîteya kapîtalîst danî holê û alternatîfeke dîrokî afirand. Komplo ji vir şikand. Dema ku komplo hate kirin gel xwedî li Rêbertî derket, kadroyên tevgerê li girtîgehê, li çiyê, li derveyî welat, li hemû parçeyên Kurdistanê çalakî kirin. Çalakî hem ji ber xwe ve ahtin kirin hem jî çalakiyên fedaî hatin kirin.
Dewam dike…

