Di lêpirsîna têkildarî aqûbeta Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de mehên dawî li pey hev bûyerên nû rû dan, ku Dokû 5’ê Çileya 2020’î li Dersimê winda bû. Di çarçoveya lêpirsînê de li ser gelek gumanbaran biryara binçavkirin û giritnê hate dayin. Her wiha qeydên dîjîtal ên nû, îfadeyên şahidan û delîl li dosyayê hatin bicihkirin.
Di lêpirsînê de ku meha Îlonê hejmara girtiyan gihîşt 38 kesî, pirsên li ser windabûna Gulistan Dokû û lêgerîna bi daxwaza edaletê ya malbata wê dewam dike.
Ji parêzerên malbata Gulistan Dokû Alî Çîmen li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘DOSYA BI RENGEKÎ ORGANÎZEYÎ HATE NIXUMANDIN’
Parêzer Alî Çîmen diyar kir ku di dosya Gulistan Dokû de heta niha bi rengê şeş pêl ên cuda operasyon hatin kirin, di çarçoveya van operasyonan de li hemberî 78 kesan lêpirsîn hate kirin û 38 kes hatin girtin.
Çîmen bi bîr xist ku lêpirsîn 7 sal in dewam dike û got, hîn ji destpêkê ve hewl hate dayin ku dosya bi rengekî organîzeyî bê nixumandin. Çîmen anî ziman ku ji ber vê yekê nekarîn xwe bigihînin hin delîlan û ragihand ku bi taybetî jêbirina delîlên dîjîtal a bi demê re lêpirsîn xistiye nava zehmetiyê.
Çîmen ragihand ku di dosyayê de kêmasiya herî girîng ew e ku wan nekarîn xwe bigihînin Gulistan Dokû û got, “Ez bawer dikim ku Serdozgeriya Komarê ya Erzurum û Tunceliyê wê di encama lêpirsînê de Gulistan teslîmî malbata wê bikin.”
‘XWESTIN BINIXUMÎNIN, LÊ BELÊ RASTÎ DERKETE HOLÊ’
Çîmen destnîşan kir ku divê lêpirsîn tenê bi gumanbarên heyî nemîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê aliyên cuda yên dosyayê bêne lêkolîn. Di dosyayê de em li benda operasyonên bi rengê desteserkirina maldariyê ne.Weke tê zanîn Midurê Emniyetê yê Bajêr ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, em li bendê ne ku lêpirsîna têkildarî wî jî bê berfirehkirin. Li gel salên di ser windakirina Gulistan re derbas bûn mafê girtina şînê jî ji malbatê re nehate naskirin.
Ez bawer im ku wê bigihêjin bedena Gulistan. Walîtiyên Erzurum û Tunceliyê wê bedena Gulistan radestî malbata wê bikin. Gulistana ku nekarîn biparêzin, bedena jiyaneke ku nekarîn biparêzin nadin. Mafê şînê nayê naskirin. 6 sal in bi rengekî organîzeyî tê nixumandin.”
‘TELEFONA TÛNCAY SONEL WEKE MAKÎNEYA SÛC E’
Alî Çîmen ragihand ku di vê demê de hêza cemaweriyê weke amûrekê hate bikaranîn û got, “Divê telefona waliyê Tûnceli yê wê demê Tûncay Sonel bi berfirehî bê lêkolîn. Telefona Tûncay Sonel weke makîneyeke sûc e. Wê tiştên nû derkevin holê. Bi dîtina min ev ne di asta sira dewletê de ne. Divê detayên li ser sûc bi raya giştî re bêne parvekirin. Îdîayên gelekî cidî hene. Divê lêpirsîna pêwîst bê kirin. Divê maldariya Tûncay Sonel jî bê lêkolîn û radestî cemaweriyê bê kirin.”

