Gerîlaya YJA Starê Şîlan Eîşan, di salvegera 32’yemîn a şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û qala çalakiya şehîd Bêrîtan kir.
Gerîlaya YJA Starê Şîlan Eîşan, anî ziman ku weke jineke Ereb ji bo nasnameya xwe tevlîbûna nava artêşa jin û çek rakirin- şerkirin ji bo xwe gelek girîng dibîne û wiha got, “Weke gerîlayên YJA Starê em îro li ser xeta berxwedanê ya ku şehîd Bêrîtan afirandiye dimeşin. Ez jineke ji neteweya Ereb im û xeta Bêrîtan esas digirim. Meş û têkoşîna li ser vê xetê ji bo min serbilindiyek mezin e. Ev serbilindî ne serbilindiyeke biçûk an jî ji rêzê ye. Serbilindiyeke asîl e, serbilindiyeke ku xwedî li nasnameya xwe derdikeve. Hevrêya me Bêrîtan ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Ji ber vê yekê ruh û ramanên wê li ser vê axê zindiye û dê her tim bi me re be.
Ez jî hevrê Bêrîtan ji bo xwe mînak digirim. Ew li ser bingeha ramanên Rêbertî xwe perwerde kiribû. Bi biryardarî, berxwedan û wêrekbûna xwe bû bersiv ji dijmin re. Çalakiya hevrê Bêrîtan ji bo me jinan xwedî wateyeke mezin e. Hebûna wê artêşbûna jinê ava kir û hêza jina azad derxist holê. Helwesta ku raber kiriye, ne helwestek ji rêzê ye. Ji bo avakirina xetek wiha, kesayetên mezin divê. Artêşbûna jinê ku piştî çalakiya Hevrê Bêrîtan ava bû, îro li tevahiya cîhanê hêviyê dide jinan. Weke jineke Ereb ez xeta Bêrîtan ji xwe re esas digirim û li ser vê bingehê têdikoş im. Ez ê ti carî dev ji vê têkoşînê berendim.”