Şervanê Hêzên Komandos Ednan Mihemed El Hemade ku 26ˈê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Amûdê şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve, bi beşdariya bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê, endamên saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî hat lidarxistin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Fatima El Elî behsa kesayeta şehîd Ednan kir û got: “Ednan ji bo parastina welatê xwe û rûmeta gelê xwe beşdarî refên hêzên leşkerî bû. Ednan ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan bawer bû heya roja şehadeta xwe di jiyana xwe de pêk anî.”
Fatima El Elî da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên ser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser, aborî û ewlehiya herêmê ye.
Fatima El Elî banga girtina qada hawayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker û hesabpirsîna ji dewleta Tirk û serokê wê Erdogan kir.
Ji fermandarên YPGˈê Agirî Hesekê jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Agirî Hesekê îşaret pê kir ku piştî ku planên wê yên bi rêya çeteyên DAIŞˈê têk çûn, dewleta bi xwe êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin.
Agirî Hesekê anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişan nikare vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne û ev peyam da: “Êriş îsrara me ya şopandina xeta şehîdan û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî zêdetir dike.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Ednan El Hemade hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tîlîliyên dayikan hat veşartin.