CHP’ê piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer yê bi Lihevkirina Bajêr hatî hilbijartin û tayînkirina qeyûm biryara çalakiyan dabû.
Di plankirin ku çalakî li pêşiya bînaya şaredariyê werin lidarxistin lê belê derdora bînaya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Li ser vê yekê cihê çalakiyan hate guhertin û weke Qada Esenyûrtê hate diyarkirin.
DEM Partî û CHP’ê bang kirin ku gel li Qada Esenyûrtê a li nêzî bînaya şaredariyê kom bibin.