Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(3)
Sîvan se’îd: Wişey dêmokratîkeke lêre tozêk problêmatîke leber ewey le pêştir da konfêdrasî hebûwe û dêmokrasîş le hendê şwênî piçûk da hebûwe, tenanet ême hemûman qise le dêmokrasî Atênayî dekeyn, şêwazî dêmokrasî rastewxo dekeyn, emane man le tarîx da bîstûwe û bînîwe, ta emro development, pêşkewtinî be xoyewe dîwe, êsta şêweyek le dêmokrasî le dinyay kapîtalîstî da heye ke ewîş eweye ke pêy dewutrê dêmokrasî nwênerayetî kirdin ke parlimanêk nwênerayetî xelik dekat û lewê le cêy ewan qerar dedat. Belam meseley telfîq kirdinî her dû meseleke neteweyek ke dêmokrat bikrêt eme proseyeke û bo ewey neteweyek dêmokrat bikrê proseyek lazme ke be birway min lêre emewê ewe bilêm her çon wekû nasyonalîstekan le her şwênêk da wekû êlîtêkî siyasî dên pêyan waye ke baştirîn hel bo ewey ke nawêk binên lem xelkey ke lêre ejîn, neyişnêk bê, nawêkî netewey lê binên û duwayî neteweyan bo durust deken û neteweşyan bo durust deken eme ke ême le prosey durust bûnî netewekan da deybînîn le dûsed salî rabirdû da be heman şêwe belam be deskarîyekewe ke wişey dêmokratîk lewêda beriz dekrêtewe eweye pêwîstî be proseyekî perwerdey dirêjxayen heye bo ewey gelêk lewêda dêmokrat bêt û em proseye hem proseyekî mêjûkirde le dûrewe û hem rebtî be êstawe heye û hem rebtî be ayendewe heye û her sêkyan ebê beyekewe bin. Ye’nî bo ewey gelêk le pêşeroj da xoş bijît nabê çawerê bikat ebê lemrowe dest pêbikat bo xoş jiyan. Eme pêy degutrê dêmokratî rastewxo ya dêmokratî radîkal ke pênaseyek le pênasekanî eme birîtî nîye tenya lewey ke dêmokrasî rûberû bê, belkû yanî hele kirdin û dîsan xo nwê kirdnewe û rexne girtin û rexne dan be zimanî berêz Ocalan. Lêrewe qise kirdin le ser netewey dêmokratîk kilîlî eweye ke duway ewe rêweberîyekeş rêweberîyekî dêmokratî bê ke duwem çemkyane ke pêy dewtirê konfêdralîsmî dêmokratîk ya xod otonomî dêmokratîk le naw her yek le fêdêreyşinekanda, her yek le fêdrasyonekan da. Ye’nî konfêdralîsmî dêmokratîk bo xoy birîtîye le girêdanêkî fire gurûp le ewane rêweberêkî hawbeş le nêwanyan da hebê ke ewane pêwendîyekanyan be şêweyekî aştîyane û be şêweyekî pozîtîv be yekewe rêk bixen le heman katîşda xoyan le naw xoyan da serbexoyî xoyan hebê bituwanin ew karaney ke xoyan baştirî lê ezanin boxoyan xoyan nesîhetî xoyan biken, xoyan karî xoyan berêwe bibin.
Qazî: Başe le rûy têorîyewe dew nawerokeda meseley deselat çon şî dekeyewe?
Sîvan Se’îd: Qise le ser deselat ewe yekêke le me’zelekan ke wekû rexneyek le konfêdralîsmî dêmokratîk degîrê mixabin xelkêkî kem hêşta awryan dawetewe le têzekan û nûsînekanî berêz Ocalan eme yek, belam le ser meseley konfêdrasî êsta Yekêtî Urûpa renge corêk bê le konfêdrasî aya deselat têyda çone? Wextêk to ew modêle debînî le piştî ewîşewe kitêbekan û nûsînekanî Ocalan yan ewaney le ser ew babete enûsin exwênîtewe temaşa ekey dîsan le yek çûnêk heye be der le yek kelîme ke delên nexêr ew çalakyaney ke lêre dekrê ke hemûy le qalib da zorî lewey dewlet deçê belam be naw dewlet da têper nabê belkû wekû hêzeke eçêtewe bo xwarewe eçêtewe bo bedene le bedenewe hêz dedrê be komelêk manager, komelêk berêweber ke her deqîqeyek gel rastewxo etuwanê layan bat. Eme le otonomî dêmokrasî da baştir debîndirêt çunke otonomî dêmokratî birîtîye le şêwazî hukmiranî bo şwênêk, lew şwêney tenîştî ke heye ewanîş boxoyan otonomî dêmokratîkyan eger hebêt em duwane çon beyekewe hem ahengî biken. Êsta her be numûney awa ke ême qisey lê bikeyn Rojawa kantonî ‘Efrîn legel kantonî Kobanê hem ahengyan çon bêt. Xoyan rêweberin, xoyan xoserin karyan heye le heşt daymênşin, heşt rehendî ciyawaz da xoyan rêk xistûwe ke min etuwanim bilêm ke her hemû rehendekan, ew kerestanen ke dîsan dewletîşî le ser awa kirawe û be karî dênê. Meselen dewlet dîplomasî heye, to dîplomasîyekî bê dewletit heye, dîplomasîyek ke le ser astî gelan, meselen gelî Kurd etuwanê beşdar bê degel gelî ‘Ereb, gelî Fars da le çalakîyekî gewrey dîplomasî da leser nawî gelekey xoy, le ser nawî gelî Siryanî, gelî Turkman nek le ser nawî dewletî Iraq, nek leser nawî dewletî Iran ya dewletî Turkiya. Ewe çon ew pêwendîye rêk dexrê, eger pêwendîyeke dîplomasîye ewe beşêke lewe. Meselen pêwendî siyasî emane çon bêt. Aya Turkmanêk le ber ewey kemîneye le Bakûrî Sûrya da legel Kurdêk da ke zorîneye meselen le kantonî meselen ‘Efrînda çon m’amelekanyan rêk bixrê. Le ser lihazî kemîne û zorîne. Ew kate eger weha bê ebê be dîktatorîyetî dêmokrasî. Rexney Ocalan le dêmokrasî tenha ewendeye. Min le ser meseley rexney berêz Ocalan le dewlet, rexne le konfêdralîsm, rexne le netewe hemû ewane zor hawrêm legelî, zor keyf xoşim ke eyxwênmewe îzafem pê edat belam le ser meseley rexne le dêmokrasî le hedêkî mehdûd da dewestêt. Yanî rexne girtin le dêmokrasî ta ewê da nîye ke bituwanê altirnatîvêk bo eweş durust bika belkû tenha qise kirdine le ser ewe ke em çemke bihêndirête naw kayekanewe û bikrê be çemkêkî heyewî, zîndû bo ewey em kayane dêmokrat bikat.
Qazî: Zor başe. Eto bêt wa heye ke le rûy têorîkewe wekû basit kird meseley xo nwê kirdnewe, xo taze kirdnewe ew zemîneye be hênane gorî çemkî netewey dêmokratîk û konfêdralîzmî dêmokratîk û otonomî dêmokratîk furset û derfet û îznî ewe deda ke xo nwê kirdnewey têda pêk bê. Wa nîye? û be leberçawgirtnî eweş ke hêşta ew sîstimî konfêdralîzmî dêmokratîk be taybetî eger nawçey rojhelatî nawerast leber çaw bigrîn dewletî îstîbdadî lew nawçeye da le zor cêgayan hakmin, belam le helumerçêk da eger ewe pêk bê dekrê ta ew merheleye birwa ke detuwanîn ew têxwêndneweyeman hebê ke mebest lewe rêfom kirdinî dewletî heyî ye yan na? Çunke pêwendî be deselatewe heye. Wa nîye?
Sîvan Se’îd: Pêwendî ew şwêne, ew nawçe cugrafîyey ke eyewê danîştuwanî be şêweyek dêmokrat jiyan biken û xo rêberîyekyan hebê ke otonom bin û dêmokratîş bin û legel nawçey tenîştyan da be her dûkyan konfêdrasîyek/ konfêdralîzmêk durust biken, leber yekkewtinêk da ebin legel ew dewletaney ke be modêle koneke lewê ejîn, yanî êsta eger le kantunî ‘Efrîn bêy bem dîw da ta Heleb, lewê dewletî Sûriya amade nîye gwê le to bigrê ewey ke qebûlte. Çon em telfîqe ekrêt meselen. Eme beder lewey ke dirêje ke projeyekî dirêje bo be dêmokrat kirdinî xelik, çunke eger xelik le şwênêk da dêmokrat nebin, le mefhûme tazekey netewe tênegen be mefhûmî berêz Ocalan natuwanin hem ahengî biken legel em xeyale da. Leber ewe pêwîste balansêk durust bikrê bo ewe, meselen ew balansey le nêwan dewlet û gel da heye. Êsta heta dewlet mezintir bê, gel bêdeste. Heta hêz bidrê be gel ew kate dewlet piçûktir debêtewe ew kate dêmokrasî zêde deka çunke dewllet be tebî’etî xoy natwanê dêmokrrat bê. Madam mesele fermanrewayî û quwete ca qisekirdin le ser rexne dan le naw ew konfêdralîsmî dêmokratî da, neteweyekî dêmokratîk ke lêre metrehe, qisekirdin leser eweye hemîşe ewaney ke managerin, fermanrewan rexne bikrên û zû zû bigordirên. Ewe renge corêk bê le mîkanîzm bo ewey ke lanî kem be şêweyekî wextî ewe îdare bikrê.
Dirêjey heye…