Ji bo şermezarkirina êrîşên dewletê Tirk a dagirker Kongra Star û Hêzên Parastina Civakê (HPC) li bajarokê Çelebiyê yê girêdayî Kobanê meşek lidar xist.
Bi sedan şênî li pêşiya Meclîsa Gel a Çelebiyê kom bûn.
Di meşê de wêneyên zarokên di êrîşan de şehîd bûne û birîndar bûne, wêneyên Rêber Apo, alên Kongra Star û yên Hêzên parastina Civakê, pankartên bi nivîsa “Em êrîşa dewleta Tirk şermezar dikin” û “Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be” hatin rakirin.
Di meşê de bê navber gel dirûşmeyên “Na ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re”, ” Bijî berxwedan gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Meş heta pêşiya navenda Kongra Star a bajarokê Çelebiyê dewam kir, li wir deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star a bajarokê Çelebiyê Zelal Elî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
Zelal diyar kir ku tu carî dewleta Tirk nikarin bi van topbaranan vîna gel bişikîne û wiha anî ziman: “Em li vir ji tevahî dinyayê re dibêjin wê her tim têkoşîna me berdewam be, tu carî em ji êrîşên dewletê Tirk natirsin, ruxmî van êrîşan hêz dibin, em ê bi vê hêzê, bi têkoşîna xwe pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigirin.”
‘BÊYÎ RÊBER APO AŞITÎ NÎNE’
Zelal diyar kir ku çareseriya van pirsgirêkan li Îmraliyê ye û got: “Bê Rêber Apo em tu çareseriyê qebûl nakin. Wek gelê Kurd li tevahî dinyayê em ê têkoşîn dikin, wê berxwedan bibe vîn û têkoşîna me. Em bê Serokatî aşitiyê qebûl nakin. Ji bo hemû gelê ku aşitiyê dixwaze aşîtî li gel Rêbertî ye, bê Rêber Apo Aşitî nîne.
Gelê Kurd li kîjan deverê hebe, ew dever ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin. Ne dibêje zaroke, kale û pîre, her kesî hedef digre. Tevî hemû êrîşên dewletê Tirk a dagirker em ê her tim li kolanan bin û ser piyan bin heta em digihêjin azadiya xwe, azadiya me girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Helwesta me ji dinyayê re vaye gelê Rojava em ê her tim li ser piyan bin heta em digihêjin azadiya Rêberê xwe.”
Meş bi dirûşma “Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.