Şîna şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) a ku li gundê Basilê yê Efrînê di çalakiya li dijî çeteyên dewleta Tirk de şehîd bibû, ji aliyê gel ve hat ziyaretkirin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, rêveberên MEBYA-DER, rêxistinên TJA, DBP û DEM’ê yên bajar û navçeyan û gelek kes tevlî şîna li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bûn.
Di serdanê de Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û got, “Êşa we êşa me ye. Ev êş ketiye li mala hemê Kurdan. Hemû Kurdên di nava têkoşînê de cih digirin û welatparêz vê êşa we parve dikin. Yekane daxwaza wan di nava aştiyê de jiyaneke azad bijîn. Ciwan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest didin.”
Piştî axaftinan di serdanê de dua hatin xwendin.