Ahmet Ozer ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê bi “lihevkirina bajêr” wekî şaredar hat hilbijartin, di 30’yê Cotmehê de hatibû binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wî hat kirin. Qeyûmê ku şaredarî desteser kir, destûr neda ku endamên meclîsê yên CHP’ê bikevin avahiya şaredariyê. Piştre hat diyarkirin ku tabelaya Odeya Koma CHP’ê ya li şaredariyê hatiye daxistin.
Endamê meclîsê yê CHP’ê Erdînç Aktaş ev daxuyanî da: “Ev faşîzm e! Odeya Koma CHP’ê ya Şaredariya Esenyûrtê bi fermana qeyûm hatiye kilîtkirin. Hûn îrada gel desteser dikin û hûnê li bin bikevin.”
Serokwekîlê Meclîsa Bajarê Mezin a Stenbolê ya Koma CHP’ê Ulku Sakalar got, “Wisa xuya ye ku qayûmê Esenyûrtê difikire ku ew Waliyê Rewşa Awarte ye. Di kîjan qanûnê de hatiye dîtin ku destûr ji endamên meclîsê re nayê dayîn ku bikevin şaredariyê?”