Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku qeyûm lê hate danîn, berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja duyemîn de mezin bû û dewam dike.
Xelkê Xelfetiyê danê sibehê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû ku ji aliyê polîsên AKP-MHP’ê ve hatiye dorpêçkirin û berxwedana xwe dewam dike.
Bi gelê Xelfetiyê re parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Ûçar, Ayten Kordû, Ferît Şenyaşar, Mîthat Sancar û Dîlan Kûnt Ayan, li gel Hevşaredarên hilbijartî yên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî li ber şaredariyê kom bûn.
Girseya gel li vê derê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Xelfetiyê” diqîre.
Gel diyar dike ku heta encamê bi dest bixe wê berxwedana xwe dewam bike.