Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Mijdarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) desteser kir. DEM Partiyê di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adarê de li her sê bajaran jî serkeftineke mezin bi dest xistibû.
Bertekên li dijî desteserkirinê her ku diçe zêde dibe. Li aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê berxwedana gel a li dijî desteserkirinê berdewam dike.
‘BERXWEDANA GEL WÊ QEYÛMAN TÊK BIBE’
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Hecî Ehmed bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Xelfetiyê da. Hecî Ehmed desteserkirina şaredariyan şermezar kir û got: “Ev şaredarî bi dengê gel hatin hilbijartin, lê dewleta Tirk bi van rêbazan dixwaze car din xesp û desthilatdariya xwe li ser gel bisepîne û şaredariyên ku bi dengê gel hatine hilbijartin, car din desteser bike. Lê li hember vê desthilatdariyê û pergala qeyûman, têkoşîna gel wê bilind bibe û wê bi hêza gel dawî li qeyûman bîne.”
‘LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ GÊJ BÛNE’
Hecî Ehmed bal kişand bi ser nîqaşên dawî yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha pê de çû: “Qaşo Bahçelî qala aşitiyê ji gelê Kurd re dike. Gelo di kiriyarên bi vî rengî de aşitî li ku dimîne? Gelek diyar e ku ew aşitiyê naxwazin, berovajî wê dixwazin desthilatdariya xwe li ser gel bidin ferzkirin. A rast ew teslimiyeta xwe radighîne. Lê xuya ye ji ber bersiv û berxwedana şervanên azadiyê gêj bûne. Û ligel ku dibêjin em aşîtiyê dixwazin, di heman demê de destê xwe dirêjî şaredariyên gelê me jî dikin.”
‘EM BI GELÊ XWE YÊN BAKUR RE NE’
Hecî Ehmed, gelê Bakurê Kurdistanê yê li hemberî desteserkirinê li ber xwe didin silav kir û got: “Gelê me yê Bakur li Kobanê di şerê me yê li dijî DAÎŞ’ê de yekcar bûn seferber û piştgirî dan. Niha jî weke gelê Kobanê bi her awayî ji bo gelê xwe yê Bakur seferber in û em piştgiriya xwe radighîn in.”
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Hecî Ehmed diyar kir ku desthilat dixwaze vîna gel bişkîne û wiha got: “Dixwazin vîna gelê me tine bikin û bişkînin. Lê gelê me xwediyê wê vînê ye ku bi hezaran daketin qadan. Vîna me diyar e. Em ligel bang gelê xwe yê Bakur dikin ku li dijî van qeyûman rabin û li dora DEM Partiyê bibin yek. Projeya me projeya aşitiyê ye û em ê bi wê yekê jî bi ser bikevin.”