Hate diyarkirin ku cenazeyê Hewaş Rîfaî El Xilêf ê berî çend rojan ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin, îro li devera Dahiya ya taxa Miftî ya bajêr hat dîtin.
Şahidan diyar kir ku Hewaş ku hosteyekî ceyranê ye, roja sêşema borî bi mebesta kar ji bajarê Hesekê derketibû.
Li gorî şahidan, Hewaş piştî rojekê ji revandinê bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û jê re gotibû ku ew hatiye revandin, kesên wî revandine 30 hezar dolar jê xwestine.
Hewaş El Rîfaî ji gundê Til Hermela yê Zirganê ye û li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi cih dibû.
Hêzên Ewlekariya Hundirin lêkolîn dan destpêkirin.

