Protestoyên li dijî dagirkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin. Bi bangawaziya DEM Partiyê gel li Şemrexê kom bû û meşeke meşaleyî li dar xist.
Gel bi parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan, Salîha Aydenîz, Mehmet Ruştu Tîryakî û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr re li Qada Şemrexê hat ba hev û dest bi meşê kirin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ji qeyûm re na, rêz ji bo vînê” berz kirin û stran gotin.
Gel piştî meşê dîsa li qadê kom bû û Mehmet Ruştu Tiryakî bangî wan kir. Tîryakî diyar kir ku wan şaredarî bi hêsanî bi dest nexistine û desthilat ji roja ewil ve hewl dide li her derî şaredariyên wan desteser bike û wiha dewam kir: “Xwestin li her derê diziyê bikin, lê me destûr neda wan. Nêzî 20 cihan dizî kirin û şaredarî bi dest xistin. Lê tevî hemû lîstîkên xwe bi ser neketin. Em li 78 navendan bi ser ketin. 3 bajarên mezin, 7 bajar û 68 navçe me bi dest xistin.
Tîryakî bi bîr xist ku DEM Partiyê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar kirine û li 90 navendan sindoq danîne û bi vî awayî hevşaredar û endamên xwe yên meclisê diyar kirine. Tîryakî wiha dewam kir: “Serokomar duhî rabûye dibêje ‘Kesên kar û barê wan nediyar şaredariyan bi rê ve dibin.’ Em baş dizanin ku ka hevşaredar kî ne û çawa hatine hilbijartin. Ev dereweke mezin e. Gotinên Serokomar derew in. Em vê yekê qebûl nakin.”
Tiryakî dubare diyar kir ku desthilatê di dema hilbijartinê de hewla diziya şaredariyan daye lê bi ser neketiye, û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro dixwazin van diziyên xwe bidomînin. Ji Colemêrgê dest pê kirin. Berî hefteyekê jî qeyûm avêtin ser şaredariyên me yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Gelê Kurd li vîna xwe xwedî derdikeve û dixwaze hevşaredarên ku wan bi xwe hilbijartine wezîfeya xwe bikin. Gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke û li dijî vê li ber xwe dide. Ev 9 roj in li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li ber xwe dide. Em ê heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Em ê zilmê, vê diziyê qebûl nekin. Em ê li ber xwe bidin.”