Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hulaku: Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye
Rojane

Hulaku: Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye

Ji wekîlên hiqûqnas ên DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku got, ne tenê weke mafekî şexsî di heman demê de ji bo avakirina edalet û aştiya civakî pêwîstî bi 'mafê hêviyê' heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Çewlîkê yê ji DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku anî ziman ku bi bernedana girtiyên bi nexweşiya giran êrîş li mafê jiyanê tê kirin û got, pêwîstiya sîstema înfaza ceza bi lezgînî bi reformên bingehînî yên mafên mirovan heye.

Parlamenterê Çewlîkê yê ji DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Tirkiyeyê li girtiyên siyasî tê birîn ji cezayekî hiqûqî wêdetir bûye amûreke zext û tepisandinê. Hulaku ragihand ku bi vî cezayî re dixwazin hêviya azadiyê ya girtiyan bi temamî ji holê rakin, ji aliyê hiqûqî ve wan bikin ‘miriyekî’ sax û destnîşan kir ku di vê nuqteyê de ‘mafê hêviyê’ dikeve dewrê. Hulaku destnîşan kir ku binpêkirina vî mafî li girtîgehan mîna ‘terikandina ji mirinê re’ tê nîşandan, cezayekî li dijî hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye û got, “Bi taybetî tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan helwesta sîstema ceza ya li Tirkiyeyê ya li hemberî girtiyên siyasî radixe pêş çavan. Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye; di heman demê de ji bo avakirina edalet û aştiya civakî pêwîstiyek e. Bicihanîna vî mafî, sererastkirina guncaw a li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqî û mafên mirovan, jinûve nirxandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ferz dike.”

MAFÊ JIYANÊ JÎ TÊ BINPÊKIRIN

Hulaku diyar kir ku bi bernedana girtiyên bi nexweşiyên giran re mafê mirovan ê bingehîn jî bi rengekî cidî tê binpêkirin û got, “Mafê hêviyê pîvana bingehîn a sîstema hiqûqê ye ya ku xwe dispêre mafên mirovan û hurmeta li rûmeta mirovahiyê. Mehkûmên bi nexweşiya giran nikarin bi têrkerî bêne dermankirin û ji şert û mercên guncaw ên jiyanê bêpar têne hiştin. Ev rewş hem li dijî qedexeya kiryarên xerab û êşkenceyê ye hem jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. Girtina mirovekî li gel rewşa xwe ya nebaş a tenduristiyê li girtîgehê, tê wateya ferzkirina mirina psîkolojîk û fîzîkî. Bernedana mehkûmên nexweş careke din radixe pêş çavan ku pêwîstiya sîstema înfaza ceza bi lezgînî bi reformên li ser bingeha mafên mirovan heye.”

DIVÊ TAVILÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku li dijî rîskên ewlekarî û tenduristiyê yên li ser girtiyan, ji bo parastina mafên bingehîn bal kişand ser van gavên şênber ku divê bi lez bêne avêtin:

* Ji bo misogerkirina mafê tenduristiyê divê komîsyonên tenduristiyê yên serbixwe bêne avakirin û girtiyên bi nexweşiya giran ên li girtîgehan tavilê bêne berdan.

* Şert û mercên girtîgehan bêne başkirin, bi taybetî jî pêkanînên tecrîd û îzolasyonê bêne bidawîkirin.

* Di sîstema înfaza ceza de pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bi cih werin anîn, pêvajoyên hiqûqî şefaf û adîl bin, ev yek wê di parastina mafên bingehîn ên mehkûmên siyasî de bi roleke girîng rabe.

* Li gel sererastkirina şert û mercên ewlekariyê û pêşkêşkirina derfetên tenduristiyê yên li girtîgehan, bi sererastkirinên li gelek qadan wê hem mafê jiyana bi rûmet a girtiyan bê parastin hem jî bingeha edaleta civakî bê xurtkirin.

* Kontrolkirina bi rêk û pêk a şert û mercên girtîgehan ji aliyê komîsyonên serbixwe ve û nêzîkatiya adîl a li girtiyên siyasî wê hem tevkariyê li parastina bingeha civakî ya demokratîk bike hem jî zextên otorîter lawaz bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Hunermend Thomas Klipper: Min xwest hurmeta xwe pêşkêşî Hêro û Gulistan bikim
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlaya wêrek a Botanê: Cûdî Çekdar

Gerîla Cûdî Çekdar ku sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi mîsyona pêşengiyê tevlî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê serçeteyekî xeternak ê DAÎŞ’ê girt

Tîmên girêdayî QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê serçeteyekî xeternak ê şaneyên veşartî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?