Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hunermend Thomas Klipper: Min xwest hurmeta xwe pêşkêşî Hêro û Gulistan bikim
Çand û Hûner

Hunermend Thomas Klipper: Min xwest hurmeta xwe pêşkêşî Hêro û Gulistan bikim

Thomas Klipper anî ziman ku ew piştevaniya rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara dike ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û got, "Bi çêkirina portreyê min hurmeta xwe nîşan da."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pêşangeha berhemên neqişandî ya “Neqişandinên Kirchner: Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz û Thomas Klipper” (Kirchner Holzschnitte: Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz und Thomas Kilpper) li Kunsthalle ya Bremenê hate vekirin. Pêşangeh li 7 odeyan tê nîşandan. Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê Derhênerê Kunsthalle Bremen Prof. Dr. Christoph Grunenberg ve hate kirin. Prof. Dr. Christoph Grunenberg diyar kir ku di pêşangehê de ew li benda sê hunermendan bûn, lê belê Benjamin Badock ji ber nexweşiyê nekarî tevlî bibe.

Di pêşangehê de li gel berhemên  Kirchner ku yek ji afirînerên Ekspresyonîzmê ye, her wiha berhemên Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz û Thomas Klipper têne nîşandan.

Li salona pêşangehê ya li Bremen Kunsthalleyê em dest bi gerê dikin. Ya rast ez portreyên Thomas Klipper meraq dikim ku li ser text neqişandiye. Dema ku derbasî salona ji berhemên portre yên hunermend Klipper dibim, gelekî bi bandor dibim. Li gel portreyên Ernst Ludwig Kirchner, Tevgera Black Lives Matter, Anett Reckert, mîmarê Îsraîlî yê bi daxuyaniyên xwe yên dijberî Îsraîlê tê naskirin Eyal Weizman, fîlozof Dona Harroway, nivîskar Silvia Federici, hunermend Hito Steyerl, Andrea Wolf a ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bû û rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara 113 portre li ser text neqişandiye.

Ber bi dawiya pêşangehê min xwe gihand hunermend Thomas Klipper û xwest li ser berhemên wî pê re biaxivim. Bi taybetî dixwazim portreyên rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara jê bipirsim ku bi kîjan motîvasyonê amade kiriye.

Thomas Klipper bi rengekî aram bersivê dide pirsa min û dibêje, “Hikumeta min parçeyek ji NATO’yê ye û artêşa Tirk jî parçeyek ji NATO’yê ye. Lewma min welê hîs kir ku ez bi xwe jî di asta destpêkê de tevlî vê kuştinê bûme. Lewma min hîs kir ku divê piştevaniyê bi van rojnamevanan re bikim. Û ev yek cihê şermê ye. Em qala demokrasiyê dikin, lê belê mirovên ku ji bo agahdarkirina mirovan dixebitin, têne kuştin. Yanî ev demokrasî nîne. Berevajî vê yekê ye. Û ez vê yekê nikarim di nava nûçeyên me de peyda bikim. Ji ber vê yekê jî weke hurmendekî min pêwîstî pê dît ku bi hunera xwe balê bikişînim ser vê mijarê. Ya ku min kir, çêkirina portreyekê ye. Heta ku ji destê min hat, min hewl da hurmeta xwe pêşkêşî wan bikim û jinûve vejînim. Bêguman êdî sax nînin, lê belê ji bo rûmeta wan min xwest vê portreyê çêbikim.”

Portreya şoreşgera Elman Andrea Wolf (Ronahî) jî hate nîşandan ku sla 1996’an ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî hovane hate qetilkirin. Di pêşangehê de portreya Andrea Wolf di destê hunermend nivîskar Hito Syteyerl de tê dîtin. Bêguman ev rewş tesadufî nîne. Thomas Klipper balê dikişîne ser têkiliya navbera Andrea Wolf û Hito Steyerl û dibêje, “Hevaleke min hebû bi navê Andrea Wolf. Ew hevrêyek bû. Li Frankfûrtê pê re dixebitîm. Dema ku li Frankfûrtê bûm û min dixwend, min Andrea nas kir û gelekî jê bi bandor bûm. Diviyabû daketibûya binê erdê, ji ber ku zexta li Elmanyayê gelekî xurt bû. Polîsan ew weke endama Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) sûcdar kir, halbûkî ne bi wî rengî bû. Piştre çû Kurdistanê, min şopa wê winda kir. Û ew jî ji aliyê artêşa Tirk ve bi rengekî hovane hate kuştin; yanî piştî ku hate girtin, hate kuştin. Û ji aliyê Hito Steyerl ve hate nîşandan ku yek ji hevalên wê bû. Andrea dema ku li Munchenê ciwanek bû, hevala wê bû. Û Hito Steyerl niha li Elmanyayê hunermendeke naskirî ye ku gelekî hurmetê nîşanî wê didim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BREMEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hulaku: Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye
Nûçeya Pişt re Atalay: Em destê Rêber Apo xurt bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla Cûdî: Em ê şerê hevrê Sara mezin bikin

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî diyar kir ku jiyana hevrê Sara her dem bi şer…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrsînê 11 kes hatin girtin, ji bo 10 kesan biryara dersînorkirinê hat dayîn

Dadgeriya Tirk ji 29 kesên ku li navçeyên Mêrsînê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da

Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê têkildarî binçavkirina endamên wan Nîhat Goktaş û Hulya Gerçek civîneke çapemeniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?