În, 3 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gianfranco Fattorini: Pêvajo divê li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Şamê ne tenê sûcan vedişêre, sûcdaran jî xelat dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê lîsteya namzetan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rûken Jîrkî: Hevala Emîne fermandara pêşeng a artêşa me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî bersiva peyama Rêber Apo dan: Têkoşîna me xurttir bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Mexmûrê: Konseya Ewropa divê zextê li Tirkiyeyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo Şengalê: Ez hebûn û mafên we diparêzim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meşvanên jin li ser ‘Rêya Azadiyê’ silav ji Îmraliyê re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê dewam

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar dest bi çalakiyên têkildarî 9’ê Cotmehê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin: Em ji bo gelan dimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê
Rojane

Karasû: Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, desthilatdariya AKP-MHP hewl dide şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bibe serî û bang li gelê Kurd û derdorên demokratîk kir ku têkoşînê dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet de axivî ku di televîzyona Medya Haber de hate weşandin. Karasû têkildarî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dema dawî, desteserkirina îradeyê ya li hemberî destketiyên siyasî yê gelê Kurd, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê û salvegera damezrandina PKK’ê nirxandin kirin.

Karasû diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya li Rojhilata Navîn de zehmetiyê dikişîne û di vê pêvajoyê de dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê û got, “Ji bo pirsgirêka Kurd zihniyeta xwe neguherandine. Ti negihiştine zihniyeteke demokratîk û pirsgirêka Kurd çareser nakin.”

Karasû diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst peyaman dide gelê Kurd ku ji dest ji Kurdîtiya xwe berde û doza Kurd berde û destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîn bê geşkirin.

 

Nirxandinên Karasû bi vî rengî ne: “Piştî 4 salan hevdîtinek bi Rêber Apo re hate kirin. Rêber Apo silav li her kesî kir. Em jî bi hesret, hezkirin û rêzdarî silavên xwe dişînin. Silavgirtina ji Rêber Apo ji bo me û hemû gelê me bû moral. Lewma bi rastî jî 4 salan agahî negirtin, zehmet bû. Lewma ji bo me bû agahiyeke girîng.

1’ê Cotmehê Devçet Bahçelî merheba da parlamenterên DEM Partiyê û gotinên wiha dikir, ‘ger jiderve aştî hebe, divê di hundir de jî aştî hebe’. Di demeke wiha de ev hevdîtin hate kirin, ev hevdîtin pir cuda hate nirxandin û şîrovekirin. Bê guman li hawireke ku Devlet Bahçelî bang li Rêbertî bike û Erdogan jî piştgiriyê bide vê bangê, dibe ev nirxandin û şîrove bên hişê mirov. Ji aliyê kesên ku rastiyê nizanin û nabînin ve nirxandinên bi vî rengî, tê fêmkirin. Lê belê ev hevdîtin rasterast bi gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re eleqeder nînin.

Bi salane ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya wî, têkoşîneke mezin tê meşandin. 4 sal in hevdîtin nîne. Lewma têkoşîna gelê me heye, têkoşîna gelê me yê li Ewropa, têkoşîna dostan heye. Vê yekê bi rastî jî zorî zehmetî ji bo dewleta Tirk çêdikir. Têkildarî vê yekê helbet zext li ser DMME’yê hebû, zext li ser Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebû. Evane hemû helbet di heman demê de li ser Tirkiyeyê jî zextek çêdikir. Tirkiye bi rastî jî ji bo domandina vê tecrîdê zehmetî jiyan dikir. Ji vî alî ve piştî 4 salan li Tirkiyeyê ev nîqaş çêbûn. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî jiyan dikir û mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevilhev bike.

HEVDÎTIN DI ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE PÊK HAT

Ya ku pêşî li vê hevdîtinê vekirî, têkoşîna ku salên dirêj li dijî tecrîdê dewam dike û têkoşîna azadiya Rêbertî ye. Ev yek bû wesîleya hevdîtineke wiha. Lê ji ber ku dewlet pir zehmetî dikêşe, di demeke ku ev nîqaş tên kirin de ev yek pêk anî û bi vî rengî hem xwest ji zextên li ser xwe rizgar bibe hem jî hinekê hişê mirovan tevilhev bike, weke ku nermbûnek çêdibe, weke ku di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyeke cuda çêbibe.

Ji dervey me gelek mirov li ser vê yekê fikirîn; nîqaş kirin. Lê em vê yekê diyar bikin, teqez ti eleqeya vê hevdîtinê bi nîqaşên demên dawî re nîne. Weke min diyar kirî, ev hevdîtin di encama têkoşîna 4 salan de pêk hat.

Rêbertî negot, tecrîd rabûye. Herhal eger di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyek cuda çêbibe, tecrîd dewam nake. Divê tecrîd bê rakirin, lê dewam dike. Piştî hevdîtinê demek kurt, cezayê disiplînê dan Rêbertî. Lewma ev hevdîtin divê cuda neyê şîrovekirin, divê neyê fikirîn ku ji ber sedemên cuda pêk hat, divê bê dîtin ku bi temamî di encama têkoşîna bi salan de ye û divê bê zanîn ku hîna ku tecrîd dewam dike û divê têkoşîn bê domandin. Teqez divê rehetî çênebe. Ji ber ku hevdîtina bi Rêbertî re mîna moral dayî gel, derketina çend gotinên wî jî ji bo peyamdayînê girîng e. Ji vî alî ve divê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike.

TECRÎD DEWAM DIKE, TÊKOŞÎN JÎ DIVÊ DEWAM BIKE

Hevalan jî jixwe di vê çarçoveyê de bi berfirehî nirxandin kirin. Rêbertî bi xwe dibêje, ‘tecrîd dewam dike’. Ev tê wê wateyê ku em ê têkoşînê bidomînin. Eger ev hevdîtin di encama têkoşînê de çêbibe, wê demê divê em têkoşînê bidomînin. Rêbertî destnîşan kiriye ku divê nebe sedem ku ti rehetî çêbibe. Ji ber ku di civakê de, di kesan de ferasetên şerê taybet hene. Di encama kampanyayên hêzên şerê taybet de, şaş fêmkirin çêdibin. Di roja me de ku bi dehan televîzyon hene, amûrên şerê taybet hene, mirov tên xapandin. Divê bi van nexape. Jixwe niha jî gelê me li her derê dibêje tecrîd dewam dike. Li Ewropa jî tê gotin. Li Bakur jî, li her derê tê gotin ku tecrîd dewam dike û wê têkoşîn jî dewam bike.

Dîsa di demek nêz de, 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşa mezin were kirin. Li wir wê têkoşîna li dijî tecrîdê bê nîşandan. Di sala duyemîn a kampanyaya azadî ji Rêber Apo re de, wê pêngavek nû bê avêtin. Li wir jî helbet divê tevlîbûneke xurt çêbibe.

Divê ev yek bê dîtin. Ti têkoşîn vale naçe. Li aliyê din Kurd gelekî di bin qirkirinê de ye. Rêberê Gelê Kurd jî di bin zexteke qirkirinê de ye. Di bin qirkirinê de tê girtin. Polîtîkaya li dijî Rêbertî, polîtîkaya qirkirinê ye. Tunekirina rêberê gelekî, tunekirina zanebûna wî, di heman demê de tunekirina hemû nirxên wî gelî ye. Ji ber ku ji bo her civak û gelekî, rêber pêkhateya nirxan e. Kombûna nirxan e. Nûnerên herî girîng ên nirxan e. Tunekirina wî/ê, tê wateya tunekirina hemû nirxan û êrîşkirina hemû nirxand. Ji vî alî ve divê gelê me xwedî li Rêbertî derbikeve. Em bawer dikin ku Rêbertî wê bi têkoşînê azad bibe.

Erê, têkoşîn zehmet e. Di nava pir zehmetiyê de tê meşandin. Li her qadê têkoşîn di nava şert û mercên zehmet de dimeşe. Lê belê ev têkoşîna ku di nava şert û mercên zehmet de dimeşe, teqez wê bigihije encamê. Jixwe zehmetî girîngiya têkoşînê û rastiya xirabiya dijmin nîşan didin. Li dijî rastiyeke wiha bêyî têkoşîn, şert û merc çi dibin bila bibin bêyî têkoşîn encam nayê girtin. Bi hêsanî li benda serketinê mayîn, bi hêsanî li benda encamgirtinê mayîn, nenaskirina rastiya qirker û mêtinger, wê bibe nefêmkirina rastiya Kurd, rastiya Kurdistanê û rewşa li Rojhilata Navîn. Ji vî alî ve divê her kes bêje ku zehmetî çi dibin bila bibin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin. Divê zehmetî weke astengî neyên dîtin. Zehmetî di rastiya Kurd, di rastiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, sedemê têkoşînê ye. Ji vî alî ve, em bawer dikin ku wê bi geşkirina têkoşînê em ê bi ser bikevin.

ÇIMA BI CAREKÊ RE DERKETINEK WIHA PÊK HAT?

Lazim e ev rastî were zanîn. Mijara pirsgirêka Kurd, yanî şerê li dijî Kurdan, şerê berpirsyariyê û têkoşîna mezin a em li dijî vê dimeşînin herî baş em dizanin. Ev 50 sal in em vê têkoşînê dimeşînin. Em sîstema mêtinger û qirker nas dikin. Em dizanin ku ev 50 sal in têkoşîneke çawa hatiye kirin. Di vî alî de dema axaftina Devlet Bahçelî û ya Erdogan bê nirxandin, pêwîst e ev têkoşîn bi tevahî bê nirxandin. Divê şerê li dijî me û gelê Kurd tê meşandin, bi awayekî giştî bê nirxandin.

Di vî alî de helbet di fêmkirina axaftinên bi vî rengî û zanîna wan de ji her kesî zêdetir avantajên me hene. Ji ber ku em bênavber şer dikin û em di nava şer de ne. Hema hema em fikir û pêngavên wan ê rojane, dikarin hesab bikin. Ji ber ku em dizanin hawireke siyasî ya çawa heye, di kîjan şert û mercê de têdikoşin, eniya mêtinger qirker di çi rewşê de ne, rewşa Rojhilata Navîn, rewşa têkoşîna me û hemû şert û mercan em dinirxînin, Devlet Bahçelî yan jî Erdogan ka çima serî li rêyek bi vî rengî didin jî em dizanin.

Çi bû yanî? Devlet Bahçelî yê ku heta duh her cure zimanê qirkirinê bi kar dianî, mîna jehrê diaxivî, hebûna Kurdan bi temamî tine dihesiband, ne tenê DEM Partiyê, hemû Kurd, li dijî her kesên têkoşîna gelê Kurd dimeşîne dijûn û êrîş dikir, îro dibêje em aştiyê pêk bînin? Divê teqez sedemeke vê hebe. Di vî alî de bêguman sedemên cuda tên nîqaşkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Wisa fikirandin şaş e. Rast e, li derve û hundir zehmetî dijîn, lê belê li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye û dimeşînin.

Di pêvajoya zehmet de dixwazin şerê xwe yê li dijî Kurdan bi encam bikin. Pêwîst e wiha bê dîtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne.

Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste bibe xwedî zîhniyeteke demokratîk. Pêwîste zîhniyeteke ku hebûna Kurdan, nasname û çanda wan qebûl dike, bi dest bixînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Bi taybetî ne di nava MHP’ê de û ne jî Devlet Bahçelî. Di vî alî de çima ev pêngav hat avêtin? Bi rastî jî divê em baş bifikirin.

Gotin ku zehmetiyên li herêmê, şerê Îsraîlê û her wiha gotin Îsraîl wê êrîşî me bike. Bêguman li Rojhilata Navîn şerek diqewime. Ev şerekî mezine ku hevsengiya Rojhilata Navîn dihejîne, tê meşandin. Li aliyê din, hêz û bandora jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav kêm dibe. Pozîsyona xwe ya jeopolîtîk ku ev 150 sal in bi kar tîne, bazariyê li ser dike an jî weke hêza wê ya herî girîng a siyasî bû, êdî ne mîna berê ye û bandora wê kêm bûye. Em nikarin bêjin ku bi temamî ji holê rabûye. Lê ew êdî ne di wê pozîsyonê de ye ku weke berê xwe bike desthilatdar, şantajê li her kesî bike, bike mijara bazirganiyê. Ya ku pêşketina têkiliyên navbera Îsraîl û Ereban û lêgerîna li rêyên cuda yên enerjiyê radixe pêş çavan ev e. Ev zelal e.

Helbet ev rastî Tirkiyeyê dixe nava gumanan. Ji vî alî ve desthilatdariya AKP MHP’ê di encama siyaseta xwe de Tirkiye aniye vê nuqteyê. Niha jî dixwaze hemû hêzên mûxalîf bigire pişta xwe û pozîsyona xwe bidomîne. Dixwaze li vê erdnîgariya zehmet bike desthilatdar. Lê belê polîtîkayên wî ew aniye vê rewşê. Ya ku hem di polîtîkayên herêmî de hem jî di pirsgirêkên navxweyî de pirsgirêk avakiriye, desthilatdariya AKP MHP’ê ye.

Niha ev axaftina Devlet Bahçelî ye û piştre Erdogan jî piştgirî dayê. Mirov nikare bêje di navbera Erdogan û Devlet Bahçelî de pirsgirêk heye. Ne rast e ku mirov bifikire di mijarên ew çend girîng de di nava taktîk û têkiliyên ewçend ji rêzê ne. Ne pêkane ku hayê wan ji hev nebe. Ji berê ve axivîne, Devlet Bahçelî gaveke bi vî rengî avêt. Divê bi vî rengî were zanîn. Fikra ku dibêje Devlet Bahçelî di pirsgirêka Kurd de AKP’ê derbas kiriye û gihîştiye nuqeteyeke maqûltir, tê wateya ku rastiya MHP’ê û Tirkiyeyê nasnekirine.

Niha em dikarin li ser vê mijarê wiha bibêjin. Niha, hêdî hêdî ev tê qebûlkirin. Ahmet Turk di dewama axaftina xwe de got, “Tiştên bi vî rengî tên gotin. Dema ku ev yek nehat pejirandin, ji ber ku jixwe tiştek wisa nîne, wê hingî bi tundiyeke mezintir bi ser me de werin. Lîstikeke bi vî rengî heye.” Belê, lîstikeke wiha heye. Ev lîstik bi giranî li ser DEM Partiyê tê lîstin. Wê bibêjin “Me ji bo qada ku hûn lê siyasetê bikin vekir. Em bi nermî nêzîk bûn.” Wê bêjin ku we bersiv neda vê yekê û ew ê bi tundîtir bi ser wan de herin. Ne hewce ye em vê binirxînin.  Devlet Bahçelî jî wiha got Mehmet Uçun jî wisa got. Erdogan jî wisa got. Ev zelal e. Ne hewce ye ku ewqasî tevlihev bê nirxandin ka çi bûye an nebûye. Divê her kes hevokên Mehmet Uçun yek bi yek şîrove bike. Ew dixwaze çi bibêje? Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Ev tê çi wateyê? Hûnê dev ji doza azadî, demokrasi û Kurdbûna xwe berdin. Dibêjin bibin siyasetmedar, bibin parlamenter, bibin serokê şaredariyê lê xwe tevî van nekin. Qala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nekin.

Azadî tê wateya demokrasiyê, tê wateya şerê li dijî vê dewletê, li dijî vê desthilatdariyê. Ev tê wateya helwestgirtina li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê. Dibêjin ji vê yekê dûr bisekinin.

Dibêjin eger hûn dûr bisekinin, hûn dikarin bibin şaredar an jî parlamenter. Hûn dikarin siyasetê bikin. Ya ku tê gotin ev e.

Di vê mijarê de lêgerîna li tiştekî tenê nîşandana xwesteka mirov e.  Xwezî tiştekî baş bûya. Belê, her kes dixwaze ku tiştekî baş bibe. Di meseleya pirsgirêka Kurd de pêngav bên avêtin ango çareser bibe. Kesekî ku vê ji me zêdetir bixwaze nîne. Em balê bikşin ser vê yekê. Kesek ji me bêhtir vê bixwaze nîne. Niha wate dayîna banga Devlet Bahçelî jî ne meseleyek ku bê fêhmkirin e.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve’
Nûçeya Pişt re Zarokê 15 salî hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

Di salvegera 11'emîn a fermana 3'ê Tebaxê de cangoriyên Şengalê bi stranekê hatin bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê

Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut…

Ji aliyê Stêrk TV

Koordînasyona Şengalê: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê hêja ye

Koordînasyona Şengalê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina Efûya Giştî erênî dît û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hevşaredar: Divê qeyûm bêne vekişandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gianfranco Fattorini: Pêvajo divê li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 3’Ê COTMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?