Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di rapora li dijî şerê taybet de, peyama ‘jina rêxistinkirî’ û ‘xweparastinê’
Jin

Di rapora li dijî şerê taybet de, peyama ‘jina rêxistinkirî’ û ‘xweparastinê’

Meclîsa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya têkildarî atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de girîngiya têkoşîna jina rêxistinkirî û xweparastinê, hate eşkerekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rapora encama atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a DBP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyanî lê hate dayin pankartên “Li hemberî şerê taybet em têkoşîna xwe mezin dikin” û “Li dijî tundiya mêr-dewletê jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin.

Rapor bi kurdî hatibû amadekirin û ji hêla Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ve hate xwendin.

Rapor wiha ye:  

“Wek jinên TJA’yê, me bi pêşengiya Meclîsa Jinên DBP’ê, ji 4’ê tîrmeha 2024’an vir ve bi xebatên ku di bin navê ‘Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan’ hate lidarxistin, em bi 3 hezar û 200 jinan re civiyan. Wekî her demê em wek gelê Kurd bi taybet wek Tevgera Jinên Kurd pêvajoyeke gelek girîng a qeyranan dijîn. Sedema herî bingehîn a kûrbûna qeyranan polîtîkayên şerê taybet e. Bi vê zanebûnê, em li taxan, li kolanan, li gundan û bajaran bi jinan re hatin cem hev.

Di dema xebatên atolyeyên xwe de me baş dît ku şerê taybet bi rê û râbazên cur be cur çawa xwe vedişêre û diparêze. Li hember vê yekê me dît ku xebatên me çiqas girîng in. Me bi hev re pratîkên vê rastiyê dît û jiya. Beriya her tiştî me tespîta vê yekê kir; di vê pergalê de, kujer tên veşartin, ser cînayet û qetlîaman tê girtin, encamên ku bi hev re ne tên berovajîkirin, hestên civakî tên valakirin, fikr û ramanên mirovî tên guhertin.

Em dikarin bejin ku di navenda vê pergalê de jî Kurdistan cih digre. Bi taybet piştî sala 2015’an,  li Kurdistanê destdirêjiya zayendî, hewldanên sîxûrtiyê, koçberiya bi darê zorê, xizantiya gel û bikaranîna madeyên hişbir wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet hatin zêdekirin.

Rejîma yekperest û ya faşîst li Kurdistanê herî zêde ji bo çewisandina nirxên civakî ket nav hewldanan. Bi vê yekê ve hewl dide civaka Kurd li gorî xwe saz bike û di qontrola xwe de bigre.  

Herî zêde jî jin bi vê pergalê hedef tên girtin. Bi polîtîkayên şerê taybet, li Kurdistanê hewl didin jin û ciwan ji nasnameya xwe, ji çand û rastiya xwe dûr bikevin û mêjiyên wan ê netewî bê tunekirin. Herî zêde jî hewl didin ku civakeke bê rêxistinkirî ava bikin. Di vê çarçoveyê de qetlîam, cînayetên ku qaşo kujerên wan ne diyar, girtin, binçavkirin, êşkence û pêkanînên OHAL’ê wek polîtîkayên dewletê li Kurdistanê heya niha kêm nebûn.

Li hemberî vê pergalê, Kurdistanê pêşengiya têkoşînê kir û ev têkoşîn heya niha jî berdewam dike. Dewleta ku her tim dixwaze vê têkoşînê têk bibe, îro bi destê desthilatdariya siyasî, bi tifaqên qirêj, bi rê bû rêbazên tarî hewldanên xwe didomîne.

Desthilatdariya ku hewl dide li ser dagirkeriyê hebûna xwe bidomîne, bi polîtîkayên şerê taybet nêzî Kurdistanê dibe. Li hemberî vê rastiyê em jî peywira xwe ya dîrokî bi cih tînin û rastiya vê pergala qirêj bi xebat û têkoşîna xwe ji raya giştî re radigihînin.

Wek jinên TJA’yê, bi pêşengiya Meclîsa Jinên DBP’ê, bi xebat û atoleyeyên xwe yên li navçe û navenda bajaran û li qadên herêmî, me li her qadên jiyanê rastiya polîtîkayên şerê taybet bi gelê xwe re, bi jinan re parve kir.

Di 3 mehan de, bi beşdarbûna 17 kesan, li 15 bajaran me bi 73 atolye li dar xist û em 3 hezar 200 kesan re ketin têkiliyê. Me xebatên xwe bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî meşand. Herî zêde em li ser mafê perwerdeya zimanê dayikê sekinîn. Dîsa em li ser hin sernavên ku wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet nayên xuyakirin, lê di rastiyê de naveroka wan bi şerê taybet ve girêdayîne, sekinîn.

Wek rêbazên şerê taybet;

* Xizankirina jinan û bi vê yekê ve muhtackirina dewleta zilaman.

* Di bin navê hezkirinê de pêwendiyên ku hêzên ewlehiyê bi ciwanan re pêk tînin û bi girêdayê vê ve şantajên ku li ser deng û vîdeoyan tên kirin.

* Hewldanên ku ji bo jinên ciwan li zanîngehan sîxûrtiyê bikin. Jinên ku li dijberî vê derdikevin rastî zextên zanîngahan tên û gef li malbatên wan tên xwarin.

* Êrîşên zayendî yên ku cerdewan, polis û leşker li dijî jinan pêk tînin, parastin û bê cezahiştina faîlan

* Firotin û belavkirina madeyên hişbir li Kurdistanê daketiya emrê 7 salî, bikaranîna van madeyan jî daketiye 12-13 salî. Li hemberî vê yekê tu tevdîr nayên girtin.

* Memûr û bi taybet meleyên ku li Kurdistanê tên peywirdarkirin xebatên bişavtinê dimeşînin.

* Fihûş li Kurdistanê wek xebateke taybet tê meşandin û jinên Kurd bi darê zorê ber bi fihûşê ve tên kişandin.

* Di bin navê hezkirin û xizantiyê de jinên Kurd neçar tên hiştin û hesta întîxarkirinê ji wan re rewa tê dîtin.

* Bi girtin û binçavkirinên kêfî ve hewl didin ku ciwanên Kurd erdnigarî û weletên xwe biterikînin.  

* Bi qeyranên aborî û bi bêkarîyê hewl didin gelê Kurd muhtacî dewletê be. Ev yek rê li ber înkarkirina nasnameyê vedike, her wiha bi vê yekê ve hewl didin ku gel berê xwe bide partiyên desthilatdariyê.

* Ji bo jinên Kurd ji têkoşîna wekhevî û azadiyê dûr bikevin û li hember feraseta feodal, tarîqat û cemaetan hêza wan qels bibe, hewldanên taybet tên meşandin.

* Zarok û malbatên wan rastî gefan tên da ku xwe ji rêxistinkirinê dûr bigrin, dev ji ziman û têkoşîna xwe berdin.

* Qirkirina dîrokî û ekolojîk.

Di der barê van sernavan de me bi berfirehî nîqaş û xebatên girîng meşand.

NIRXANDIN

Di piştperdeya şerê taybet a li Kurdistanê de armancên siyasî, aborî û civakî hene. Armanca vê stratejiyê ew e ku; îradeya civakî û siyasî di bin qontrola zayendperestî, nijadperestî û olperestiyê de bê girtin. Hewl didin ku li dijberî Modernîteya Kapîtalîst, avakirina Modernîteya Demokratîk qels bibe. Bi vê armancê hewl didin nirxên civakî perçe bikin. Em dikarin armancên van polîtîkayan ên li Kurdistanê bi van sernavkan bînin ziman.  

* Qelskirina Piştevaniya Civakî: Polîtîkayên şerê taybet, bi armanca bawerî û nirxên gelên Kurdistanê qels bike, dewlemendiyên çandî, zimanî û olî hedef digre. Hewl dide, gelên li Kurdistanê bi hev re jiyaneke wekhev nejî.

* Qelskirina Nasnemeya Kurd: Armanca wê ew e ku nirxên çandî û nasnameyên Kurdistanê bi rêk û pêk rastî bişavtinê bên. Bi vê armancê, polîtîkayên perwerde, ziman û çandê wek amûrên şerê taybet tên bikaranîn.

* Mezinkirina Mehkumiyeta Aborî: Heke ku Kurdistan di warê aborî de di bin qontrola navendî de be, pergal dikare xizantiya gel kûr bike û rêyên aboriya alternatif li gorî xwe saz bike. Ev rewş, rê li ber pirgirêkên aborî vedike. Bi vê yekê ve civak jî dikeve bin qonrtola rêvberiya navendî. Civaka ku xizan bibe, ji bo çareseriyê serî li rêyên cur be cur dide. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwan û jin, gelên civaka Kurd di bin navê “bi rêyên hêsan qezenckirina pereyan” serî li rêyên qirêj dide, ji nirxên xwe yên civakî dûr dikeve.

* Operasyonên Derûnî û Propaganda: Di derbarê Tevgera Kurd û Saziyên Siyaseta Demokratîk de gotin û polîtîkayên ku êrîşkar armanc dike. Rojeva civakê berovajî dike. Di civakê de fikr û hestên teslîmeyetê bi pêş dixe.

* Koçberî û Guhertina Demografîk: Li hin herêman bi armanca koçberî û guhertina demografik polîtîkayên taybet armanc dike. Ev rewş di civaka Kurd de rê li ber pirsgirêkên civakî û polîtîk vedike.

* Tundî û Zext: Di çarçoveya şerê taybet de bi operasyonên leşkeri, binçavkirin, girtin û zextên din ve şikandina berxwedan gel armanc tê kirin. Hewl didin ku dengê gel bê qutkirin. Ev rewş bandorên neyînên li jiyana rojane ya gel dike.  

* Teşwiqkirina Mezheb û Komên Etnîkî: Di navbera Mezheb û Komên Etknîkî yên li Kurdistanê dijîn de, avakirina rageşî û şerên navxweyî yek ji perçeyên şerê taybet e. Ev rewş, dibe sedem ku tevgerên bi hev re li Kurdistanê qels bibin û bi ser nekevin.

Ev stratejiyên ku me kurtasî qala wan kir, armanc dike ku têkoşîn û nirxên civakî, aborî û çandî yên gelê Kurd têk biçin.  

ENCAM Û PÊŞNIYAR

Li hemberî texrîbatên ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê pêk tîne, divê têkoşîn bê mezinkirin. Ji bo vê jî divê gavên stratejik bên avêtin. Wek Meclîsa Jin a DBP’ê pêşniyarên me yên çareseriyê ev in.  

* Pêşxistina Torên Hevkariya Civakî: Serkeftina tevgera jinan bi mezinkirina hêza tora hevkariyê pêkan e. Em dikarin ji taxan heya her deverên jiyanê di warê civakî û aborî de hêza jinan xurt bikin û hevakariyê mezin mezin bikin. Di bin baskê vê torê de em dikarin di qadên hiqûqî, perwerde, tenduristî de hevkariya jinan pêş bixin.

* Projeyên Kolektîf ên ku Wê Hêza Aborî Mezin Bikin: Li hember zextên civakî di warê aborî de bi hêzkirina jinan gelek girîng e. Bi koperatîfên jinan, bi projeyên kolektif em dikarin jinan tevlî hêza aborî bikin. Ev proje wê bi xwe re aborîya hêrêmî jî bi pêş bixe, di warê aborî de jinan azad bike.

* Akademiyên Jinan û Bernameyên Alternatîf ên Perwerdeyê:  Di qada perwerdeyê de divê em bandora jinan mezin bikin. Mafên jinan, wekheviya zayendiya civakî, dîrok, ziman û taybetiyên çandî divê di vî warî de bibe sernavkên perwerdeyên me jinan.  

* Bikaranîna Platformên Medyaya Dîjîtal: Li hember platformên medyayên dîjîtal ên ku dibe sedem ku jinên ciwan bi hêzên ewlehiyê re dikevin têkiliyê û dikevin davên wan, divê em bi rêxistinê tevbigerin û hestiyariyeke kolekftîf bimeşînin. Di vî warî de divê em bi rêxistinî rastiyê bi jinan re parve bikin û medyaya dîjîtal li gorî vê rastiyê saz bikin û bikar bînin.

* Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî: Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî ne tenê ji bo jinan e, divê ji bo tevihiya civakê bimeşe. Di vî warî de divê bernameyên perwerdeyê bi zilam û jinan re bên amadekirin û bi hev re pêk bên.   

* Pêşxistina Piştevaniya Hiqûqî û Parastina Mafan: Ji bo li hemberî tevî zext û pêkutiyan jin xwe baş biparêzin, em dikarin xizmetên piştevanî û torên alîkariyê bixin meriyete. Xizmetên ku wê bikevin meriyete, wê di vî warî de jinan hişyar bike û di parastina mafên jinan de ji wan re bibe alîkar. Avakirina wekî tora parêzeran di vî warî de mînakeke girîng e.

* Pêşxistina Beşdarbûna Siyasetê ya Jinan: Di siyasetê de cih girtinan jinan, di warê parastina mafên jinan de, di warê têkoşîna jinan de gelek girîng e. Ji bo jin xwe rêxistin bikin û ji pêvajoyê re bibin bersiv, li hemberî şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin, qada siyasî xwedî cihekî taybet û girîng e. Ji ber vê jî, li hemberî pergala serdest a zilaman, mezinkirina rêxistina jinan, pêşxistina feraseta jina azad û xwe parastina cewherî ya jinan divê esas bê girtin. Li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan mezinkirina têkoşîna hevpar bi îrade û rêxistinkirina jinan pêkan e.  

Li gel van pêşniyar û encaman, di dema me xebatên xwe dimeşand, li Colemêrgê derket holê ku jinên ciwan çawa di çerxa madeyên hişbir de tên girtin. Derket holê ku çeteyên ku vê çerxê dimeşînin ji malbatên AKP’î ne. Malbatên ku gilî kirin jî bi zextên dozger giliyên xwe ji paş ve kişandin. Li gel vê geşedanê, xebatkara çapemeniya azad Rabîa Onver jî ji ber heqîqeta vê bûyerê ji raya giştî re ragihand rastî zextan hat, bi ser mala wê de hat girtin. Ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku, dewlet bi daraz, leşker û tevî hêzên xwe polîtîkayên şerê taybet çawa li Kurdistanê dimeşîne. Dîsa li Wanê jî 2 jin ji aliyê leşkeran ve rastî destdirêjiya zayendî hatin, li Şirnexê dîsa 2 jin dema diçûn mala xwe ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşên zayendî hatin û li hember vê jinên li bajerê di çarçoveya xwe parastina cewherî de bertek nîşan dan. Ev yek jî nîşan dide ku xebatên me yên bi vî rengî çima girîng in.

Ji ber vê yekê jî, em wek Meclîsa Jinan a DBP’ê dibêjin; em ê li dijî şerê taybet xebatên xwe bimeşînin, em ê bi jinên xwe rêxistinkirî ve ji bo jiyaneke azad ava bibe meşa xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÇEWLÎG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê civîna li ser 25’ê Mijdarê
Nûçeya Pişt re Li Qamişloyê mêr ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Serokê PÎK’ê Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û Cejna Remezanê pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê ji sedî 94 astengdar hate sirgûnkirin

Girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar, ku li Rihayê rehîn tê girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Dêrikê ji şehîdê xwe veşart: Em ê bibin şopdarên wan

Xelkê kantona Cizîrê cenazê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?