Li navçeya Silopya ya Şirnexê ji bo gerîlayên HPG’ê Serdar Bayar (Xwinrêj Cudî) û Mehmet Bozkûrt (Xwinrêj Spêrtî) ku di sala 2018 û 2019’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, şîn hate danîn.
Di pêşengtiya MEBYA-DER’ê de ji bo şîna her du gerîlayan seredanên girseyî pêk hatin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî serdana şînê kirin.
Gel pêşîyê çû serdena şîna Serdar Bozkûrt a li Taxa Cûdîyê û piştre jî serdana şîna Mehmet Bozkûrt a li Bajarokê Tilqebînê kirin.