Çemkî Netewey Dêmokratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(6)
Qazî: Belam dekrê layenî abûrî, layenî dîplomasî û êkolojî û ewaneş bas bikey
Sîvan Se’îd: Ca layenî abûrî, qise kirdineke le ser abûrî, le modêle koneke da abûrî hemû şitêke. To bo ewey pare peyda bikey her şitêkî exlaqî heye, her şitêkî însanî heye etuwanît kem ta zor be pêy tuwana pêçî lê bideyt û biroyte pêşewe, meselen xo le zerîbe bişarîtewe yan daristan bisûtênî çîye wela etewê pare peyda key ya newit le her şwênêk bê qey naka, masî bikûjî le behra muhîm eweye to paret dest kewê em core le abûrî sermayedarî modêrnîtey kapîtalîzm refze û modêlî em abûrîyey ke eman heyane, ke em aydiyaye eyxate berdem rojev qisekirdine le ser abûrîyek le ser esasî exlaq, abûrîyek le ser esasî êkolojî. To bo ewey ke dewlemend bibî natuwanî hemû daristanekan bisûtênî hemûy bikey be bînay gewre. Ewe xozaye, ewe êkolojîye. Yanî hem êkolojî û hem abûrî lewê le hem ahengî dan be yekewe.
Qazî: Yanî le pêwendî legel meseley êkolojî da boçûnekanî Bookchin detuwanê zor yarmetîder bê lew bareyewe.
Sîvan Se’îd: Le dû şit da. Lem no pirênsîpey ke min lêre nûsîwme. Duwanyan zor we ew sîstme deçê ke le şestekanda Bookchin rexney kirdûwe. Rexney kapîtalîzmî kirdûwe ke morralî têda nemawe leber xatirî êkonomî û xoza xerîke le naw deçê, yanî tebî’et û suruşt xerîke le naw deçê leber xatirî durustkirdin. Ew dû şite Ocalanîş qsey le ser kirdûwe.
Qazî: Ey layenî dîplomasî?
Sîvan Se’îd: Le layenî dîplomasîyewe qise kirdin le ser ewey ke dîplomasî çon bibêt ziyatir em babete dekewête ser berêweberî ke le beşî duwemî da emin demewê qisey le ser bikem ewîş konfêdrralîzmî dêmokrratîke ke berêweberî em netewe dêmokratîke dekat çon dêplomasî be şêweyek ke be naw dewlet da nerwa bête pêş. Meselen ême gurûpêkî myuzîkî zor benaw dengman heye detuwanê nwênerî Kurd bê le mehfelêkî nêw dewletî ciyawaz da bo myuzîk belam le ser esasî perçemî Iraq yan Iran ya Sûriya yan Turkiya nerwat. Eme nasnamey gelî Turke, gelî Kurde, gelî Ermenî ye, gelî Siryanî ye meselen eme cûrêke le pêwendîye dereweyiyekan le aletî kultûrî, siyasî, îctîma’î be her barêkyan da bê ke legel gelêkî tir da ew hem ahengîyane deken eme beşêke le dîplomasî bo xoy. Belam le ser morî dewletêk nîye. Eme lêrewe rexneyekim bîr dexatewe ke le naw kitêbekanî berêz Ocalan da heye modêlî netewe yekgirtûwekan. Yekêke le rexnegrînkekan ke konfêdralîzmî dêmokrratîk deygrê. Zor be rûn û aşkrayî berêz Ocalan delê netewe yekgirtûwekan heqe nawî binêyn dewlete yekgirtûwekan çunke ew nwêneraney ke be nawî wilatekanewe le New York ko debnewe yan le Geneva ko debnewe nwênerî ew gelane nîn ke le naw ew buq’e cugrafyayiyaneda dejîn belkû nwênerî ew êlîte siyasîyen ke ewanyan nardûwe bo Netewe Yekgirtûwekan. Her be numûne le şwênêkî wekû Turkiya da 49 qewmî ciyawaz heye belam nwênerî ew 49 qewme le naw Netewe Yekgirtûwekan da nîye belkû nwênerî dewletî Turk le naw Netewe Yekgirtûwekan da heye ke ewe beşêke le rexney konfêdralîzmî dêmokratîk lewe.
Qazî: Zor zor sipasit dekem be daxewe katman her ewende bû, hîway serkewtinit dexwazim
Sîvan Se’îd: Zor spas
Qazî: bîneranî xoşewîst bem şêweye degeyne kotayî bernamey emcarey rawêjîş. Takû rawêjêkî dîke lay êweman xoş.
Têbînî: Em bernameyey Rawêj êwarey Yekşeme 29-î Janvîyey 2017 be şêwey zîndû le têlêvîzyonî Stêrk bilaw kirawetewe. Dekrê vîdêoy em bernameye be rêgay em lînkey xuwarewe le hîsabî Rawêj le torî komelî Youtube da temaşa biken
https://youtu.be/qYez-pUOANI?si=PT1U1kVAgOeySe_Z
Ezmûnî kar û jiyan le çîn(1)
Wtûwêj legel Dr. Sîvan Se’îd mamostay zankoy Şanşî Normal le Çîn sebaret be ezmûnî kar le wênderê. Em bernameye êwarey Yekşeme 24-î SEptemberî 2017 be şêweyekî rastewxo le têlêvîzonî Stêrkewe bilaw kirawetewe
Hesen Qazî: Bîneranî xoşewîst bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn le berêz Dr. Sîvan Se’îd. Diyare berêzyan bo êwe sîmayekî nasirawe çunke pêştirîş çend car le bernamey Rawêj da beşdarî kirdûwe belam taybetmendîyekî bernamey em care eweye ke êsta berêzyan çuwete wilatî Çîn ke dezanin le rêklamî bernamekeş basman kird bû, le edebîyatî Kurdîş da basî ewe kirawe ke:
Wacibe xwêndin bo dinya û dînê/ pêxember fermûy bo çûnî Çînê.
Êsta berrêzyan le zankoy şanşî le şarî syan le çîn kar deka. Lem bernameye da legell berêzyan sebaret be pêwendîye nêwneteweyiyekan le Çîn û her weha lêkolînewe le Rojhellatî Nêwerast û be giştî Rojhelatnasî û ta ew cêyey dekrê le ser şêwazî nasandinî Kurdistan lewênderê qise dekeyn. Gelêk bexêr bêy
Dr. Sîvan Se’îd: Zor spas
Qazî: Ber le hemû şitêk pêm xoş bû bizanim ke çonawçon bû lew zankoy Şanşî karit peyda kird û meylî ewet hebû ke biçye Çînê cenabit?
Sîvan Se’îd: Zor spas. Rastî meylî min bo ewey le Çîn têbgem şitêkî ta radeyekî kem mufacîy bû le ber ewey min be tema nebûm min ke le Ingiltera xebat dekem biçme ewê belam yekêk le profêsorekanman îqtîrahî ewey kird ke lewê dîpartimêntêkî taze dekrêtewe û ew beşe ziyatir bayex be Rojhelatî Nawerast dedat û çend mamostayek le zankoy xomanewe [zankoy exeter] deçne ewê le Ingilterawe eger ekrê minîş yekêkyan bim. Minîş paş ewey ke bizanim çon baş debê yan na ew biryarem da ke biçim bo ewê lanî kem bo salêk ya sê sal be pêy tuwana wekû yekêk lewaney ke lêkolerin le buwarî rojhelatî nawerast da wekû karmendêk lewê mamostayetî bikem û lêkolîneweş bikem her leser heman babet lewê.
Qazî: Êsta ême lêre nexşeyekî Çîn debînîn teqrîben ew nawçeyey ke şarî Siyanî lê helkewtûwe. Eger dekrê hêndêk şareke binasênî û zanyarî giştî le ser şareke û her weha ew zankoyaney ke lewê hen.
Sîvan Se’îd: Ew şare, ew bajêrey ke êsta ew zankoyey lêye ke min îşî lê dekem nawî ” Çiyan ” e ya Siyan” ke eger wekû cugrafya temaşay bikeyn teqrîben le nawerastî wilatekeye new’enma, nizîkey 2000 mîtrêk lew xale sûrey tirewe dûre ke ewe paytextî êstaye, paytextî êstay Çaynaye be nawî Bêjîn, ya Pêkîn. Pêştir Siyan paytext bûwe û le katî sulaley sêzdehem da ke axir daneyane û yekem sulaleye ke tuwanîwyetî hemû ew nexşeyey ême deybînîn be nawî Çayna, împratorî Çayna, hemû em nexşeyey êsta ême deybînîn be şêweyekî yekangîr bûwe bew şêweyey ke êsta pêy degutrê greater Çayna ya Çaynay mezin, ew wexte paytextekey ewê bûwe. Ew şwêne ke êsta lewêye, ew muhafezeye, provînis, ew wîlayetî pêy ewtirê wîlayetî Şanşî 8.37 mîlyon xelkî lê dejî êsta. Tenha le naw ew şare da êsta 9 mîlyon xelik heye ke şarêkî mutenewî’e, şarêkî rengawrenge tenha yek cûr qewmî lê najî, çend gurûpî êtnîkî ciyawaz ciyawazî lê dejî. Teb’en Çayna be ‘am hemûy wehaye belam ewê leber ewey ke yekêk le here şare konekanî dunya û rojêk le rojekan pêy witrawe paytextî dunya le terîxî xoyan da le ber ewey zorbey ew hatûço û çalakîye abûrî û siyasîyaney ke le dunya da rûy dawe ewê sêntirêkî bûwe. Ewey ke êsta ewaney agadarin le siyasetî Çîn û le abûrî Çîn kelîmey sîlk rodyan bîstûwe, rêgay awrîşm, cadey awrîşmîn, cadeyek nîye, cadehayî awrîşm heye ke bîdayetekey û despêkekey le şarî Çiyanewe dest pêdeka. Be hemû dunya da bilaw debêtewe û êstaş le 2015 da axir serokî Çîn ke êsta her seroke hêşta; Xi Jinping nawyetî ew îqtîrahî ewey kirdûwe ke rodêk durust bikrê, cadeyek durust bikrê ke pêy degutrê yek kemer, yek cade we ew kemer û cadeye ke durust debê hemû dunya debestê be yekewe le buwarî êkonomîyewe debête yek qebzey gewre, pêngawî gewre le êkonomî Çîn da ewîş dîsan her le Siyanewe dest pêdeka leber ewe ewê hem girîngî tarîxî heye hem grîngî êstay heye.
Dirêjey heye…