Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, ji bo kesên di salên 1990’î de di bin çavan de hatin qetilkirin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin.
COLEMÊRG
Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrg û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 150’emîn de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiya vê heftê de kujerên Îslam Terkoglu yê ku di 23’yê Mijdara 2006’an de li gundê Oremarê yê Geverê dema dar kom dikir ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, pirsîn.
Çîroka Terkoglu ji aliyê rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrgê Ozan Tekîn Akbaş ve hat xwendin.
AMED
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî di hefteya 824’emîn de li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hat lidarxistin.
Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û bi rasthatina 25’ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û kuştinên jinan û got: “25’ê Mijdarê ji bo me rojekî pirr girîng e. Di van salên dawî de kuştinên jinan û zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Em van kuştinan şermezar dikin. Wê jin her tim li ber van kuştinan rabin û dest bidin hevdû û li qadan bin. Wê jin têkoşîna xwe xurt û bilind bikin. Heta ku jinek hebe wê têkoşîna jinan bê meşandin. Sûzan Mehmetoglu, di heman demê de nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Dersim û Pulur da.
Piştre endama Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê Hatûn Leyla Tuncer axivî û got, “Em berxwedana dayikên xwe bi rêzdarî silav dikin.”
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî jî serpêhatiya Tayyîbe û Mumîne Sîncar ên xwişkên hev ku di sala 1994’an de li ku li navçeya Mahserta Mêrdînê ji aliye leşkeran ve hatibûn kuştin, hat xwendin.
ÊLIH
Li Êlihê endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 660’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistan hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Halît Boran ê ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Fatîh a Stenbolê piştî binçavkirina wî careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
Endamê ÎHD’ê Zana Yucel Bozkurt, çîroka Boran ê ku ji gundê Heregê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo xebatê çûbû Stenbolê xwend.
ÎZMÎR
Endamên Şaxa İHD’ê ya Îzmîrê ji ber şert û mercên xirab ên hewayê daxuyaniya vê hefteyê li avahiya komeleyê dan. Ji ber 25’ê Mijdarê daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Komîsyona Jinê ya Komeleyê ve hat dayîn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve li Dersimê winda bû û ti agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.
Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Gûn Bîlîcî, di çalakiyê de bal kişand ser bûyera windabûna xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku.