Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedana 18 rojan a karkerên madenê bi ser ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgeyeke têkildarî gazên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine bikaranîn derket holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê şehîdên azadiyê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi meşên girseyî serdanên ji bo taziyeyê didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê ji bo taziyeya şehîdan ziyareta girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê ji bo şehîdan taziye: Bi hezaran kes meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Şoreş piştî 32 salan taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 meh in agahî ji 2 jinên Kurd ên binçavkirî, nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Cizîrê di roja 2’yan de ye: Bi hezaran diçin serdanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Jiyan bi têkoşîna rêxistinbûyî û berxwedanê dibe
Jin

KJK: Jiyan bi têkoşîna rêxistinbûyî û berxwedanê dibe

KJK: Ji bilî mezinkirina berxwedan û têkoşînê, ji bilî têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê rojeveke me ya din nîne. Dem dema têkbirina faşîzmê û serketina jin û gelan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê got, “Desthilatdariya qirker û faşîst a AKP-MHP’ê êvarekê qeyûm danî ser şaredariyên Dersim û Pulurê, êvara din jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir. Destpêkê şaredarên li Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyûrtê yên bi dengê di asta rekorê de weke îradeya gel hatin hilbijartin ji wezîfeyê dûr xistin, dest danîn ser şaredariyê, waliyên mêtingeriyê bi cih kir û îradeya gel tine hesibandin. Herî dawî li Dersim û Pulurê bi rê û rêbazeke ne kêmî dadgehên rewşa awarte bi lez û bez ji xwe re sûc peyda kirin û bi biryarên dadgehên ji qazî, îradeya gelê Dersimê hate desteserkirin. Em ji desthilatdarî û dewleta faşîst a Tirk re careke din dibêjin, di komkujî û qirkirina ku we di salên 1937-38’an de li Dersimê kirin û hemû seferên piştî wê pêk anîn, we serketin bi dest nexistin. Dewleta Tirk a mêtinger ku ji gotina ‘Sefer li Dersimê dibe lê serketin nabe’ ti ders wernegirtiye, bi rêya desteserkirina şaredariyê careke din sefer lê kir. Çawa ku di seferên we yên beriya niha de rû da, her polîtîka û êrîşên we yên dijminane û dagirkeriyê ji bilî xweparastina di nava lanet, tecrîd û dîwaran de wê bi kêrî tiştekî neyê. Di şexsê waliyê mêtinger de dewleta dagirker a Tirk li pêşberî têkoşîn û berxwedana gelê Dersimê di nava dîwaran de asê maye. Em vê sekn û berxwedana xurt pîroz dikin. Hêza dagirker ku li pêşberî berxwedana gel ketiye nava panîkê, bi qasî ku êşkenceyê li mirovê me yê çavkaniya moralê yê dilpak, saf ê Dersimê bike, ku weke General Zêng jî tê naskirin, êrîşên dijminane kir.”

DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛYE TIRSA WAN A HERÎ MEZIN

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Li gel vê yekê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê waliyê Diyarbakirê ve hate qedexekirin.” daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Tirsa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê mezin e, ji ber ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya jinê wê hîn bêhtir bitirse, bikeve nava panîkê. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku tevahiya cîhan bi pêşengiya jinê diqîre, veguherî çavkaniya sûdwergirtinê ya têkoşîn û berxwedanê ji hemû civakan, çand û gelan re, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd gerdûnî kir û veguherî tirsa wan a herÎ mezin. DirÛşmeke welê ye ku nîşan dide, berxwedan û têkoşîn rûmet û sekna herî mezin e. Desthialtdarî û rejîmên faşîst, otokratîk, dîktator, antî demokratîk û dijminê jinê wê li hemberî vê dirûşmê têk biçin. Mîna her qedexeyê, ev qedexe jî wê li dîwarê îradeya berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan bikeve û têk biçe.

Li gel hemû êrîşên dijminane û qedexeyan jî li pêşberî îradeya berxwedêran, ciwanan, gelan û jinan têk diçin. Bi tirsa windakirinê êrîşê dibin ser her îtirazê, deng, sekn, hevkarî û îradeya rêxistinî. Kiryara xwe ya destpêkê ya piştî desteserkirina şaredariyan girtin û qedexekirina tabela, kreş, her tiştên çand, huner û wêjeyê yên bi navê Kurdî bûn. Konserên hunermendên Kurd têne qedexekirin, stranên bi Kurdî yên bi zimanê dayikê têne astengkirin û konser têne betalkirin.

Li hemberî desteserkirina îradeyê, qedexekirina dirûşman û mîna li Dersimê li hemberî êrîşên dijminane yên li ser baweriya Elewî û Kurdî, pêwîstî bi berxwedan û sekneke rêxistinî ya hevgirtî heye. Nirxên me parçe bi parçe qut kirin, lewma bi têkoşîn û berxwedaneke ji hev cuda û parçebûyî em ê nikaribin biparêzin. Ji ber vê eykê jî pêwîstî bi têkoşîn û berxwedaneke li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belavbûyî û daîmî heye. Divê jin û ciwan di asta pêşengiyê de tevlî vê berxwedanê bibin û bi rol û berpirsyariya xwe rabin. Her wiha tirsa wan a herî mezin ji sekna rêxistinî ya hevgirtî û ehvpar ajin, karker, kedkar, bindest û gelan e. Lewma bi rengekî eşkere gefan dixwin, hewl didin hevgirtina hêzê û tifaqa rêxistinbûyî asteng bikin. Wê demê divê em bi rengekî hîn xurt, bi tifaq û yekîtiyê li ber xwe bidin, têbikoşin û faşîzmê têk bibin. Dem dema vê yekê ye.

TÊKOŞÎNA JINAN WÊ BIBE AZRAÎLÊ REJÎMA ZAYENDÎPEREST A FAŞÎST

Her wiha propagandayên manîpulatîf ên bi navê ‘pêvajoyê’ dikin, ji bo nixumandina êrîşên xwe yên dijminane ye. Rewşa tecrîdê ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan gi rengekî girankirî dewam dike, li ser bingeha cezayên dîsîplînê yên nû hatiye kûrkirin û dewam kirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê têne astengkirin. Li dijî Kurdan, jinan û hemû derdorên muxalîf polîtîkaya êrîşê û şer a dijminane di meriyetê de ye. Bi rêya berdevkên payebilind ên desthilatdariyê careke din anîn ziman ku ew amadekariya şerekî li dijî Rojava dikin. Planên êrîşê yên mezin ên dijminane di dewrê de ne. Li hemberî hêz û kesên ku vê yekê nerm dikin, dibêjin normal e, ‘karakterê bi vî rengî yê pêvajoyan dibe ku hebin’ divê helwesta pêwîst bê nîşandan û têkoşîn bê meşandin. Ji bilî mezinkirina berxwedan û têkoşînê, ji bilî têkbirina faşîzama AKP-MHP’ê rojeveke me ya din nîne. Dem dema têkbirina faşîzmê û serketina jinan û gelan e. Li ser vê bingehê em bang li hemû rêxistinên jinan, derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşên faşîzan helwestê nîşan bidin. Jiyan bi berxwedan û têkoşîna rêxistinî dibe. Têkoşîna jinê wê bibe Azraîlê rejîma zayendîperest a faşîst a sexte.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MKG: Divê demildest rojnamevanên binçavkirî bên berdan
Nûçeya Pişt re Hevşaredarê Dersimê: Em ê îradeya xwe teslîmî hêzên dagirker nekin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’yemîn de li pêşiya Wezareta Edaletê dom kir.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?