Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (2)
Qazî: Ew şarî Siyane ziyatir merkezêkî ferhengî ye yan le barî sen’etîşewe girînge û sen’etî têda helkewtûwe?
Sîvan Se’îd: Zor şarêkî dîrokî û kone û şarêke ke bayexî dîrokî ziyatir heye, teb’en hemû Çayna sen’etî têda zor zor pêş kewtûwe û mixabin bûwete hoy polutionîş, bûwete hoy ewey ke aw û hewakey xirap û naxoş bibê belam ew şare kem ta zor parêzrawe lewey ke zor sen’etî têda bê sen’etî kemtir têdaye beçaw şarekanî tirewe û hereketî abûrî têdaye belam her wekû remzêkî paytextî kon mawetewe û êstaş ew şwênaney ke ziyatir dîrokîn wekû metahîfî gewre, methefî zorî lêye, wate mûzexaney gewrey lêye, zankoy gewrey lêye. Nizîkî duwazde zankoy lêye lewê, zankoyan heye dûsed hezar xwêndkarî heye ye’nî wextêk şwênêkî gewreye ke şarêkî xwêndkarî ye lew bawere dam, û şarêke le buwarî teknolocîyewe ew şare yekêke le şarekan zor car wextêk ke naw debrê le duway Şanghay û Bêjîn dêt û wextêk ke dîsan paytext durust kirawetewe û Bêjîn kirawe be paytextêkî taze le helbijardinî şarekan da bo paytext be yek deng dorandûyetî be Bêjîn egîna êstaş her paytext debû. Be kurtî şwênêkî girînge le rûy dîrokîyewe.
Qazî: Eger ême le ser zankokanî rabiwestîn, ta ew cêyey ke degerêtewe ser pêwendîye nêwneteweyiyekan, le pêwendî legel Çîn û dunyay derewe, lew çuwarçêwane da le hemû ew zankoyane da pêwendî nawneteweyî heye yan çonawçone? Çend zankoy wa heye ke mamostay wek cenabit, ke mamostay xeyrî çînî ye û lewê kar deka?
Sîvan Se’îd: Ew meyley ke êsta deyewê kiranewe bika be rûy dunya da û tenha kiranewe nîye wekû sî sal lewe pêş ew policy, ew bernameye dandira ke kiranewe hebê. Belkû kiraneweke bû be hoy dagîrkirdnîş, belam dagîrkirdinî azadîxwazane wekû ewey ke xoyan eylên, wekû siyasetî wilateke deylê. Ewe way kirdûwe ewe wehay lêbêt ke ewan bituwanin ewey ke le derewey Çayna heye ewan lêy têbgen bo ewey ke bituwanin. Yekêk le rexne gewrekanî ke le Çîn degîrê eweye ke nayelê xelik lêy têbga û le xelik tênaga yanî le derewey Çîn êsta ew berbeste deşkêndirêt. Yanî eger heye le de salî ayende da ewaney ke comment deken le ser ew wez’ey Çîn ke Çayna debête gewreitrîn wilatî Engilîsî ziman, zimanî Engilîzî be taybetî û duway zimanî Engilîzî, agadarim ke Feranseyişî têda berbilawe û xwêndkaranî Efrîqa ke Feranseyî zimanin dêne ewê û asankarîyan bo dekrê û hem dexwênin û hem beşêk le culture û zimanî Feransîş dêne ewê. Çayna îdî debête Çaynayekî open, Çaynayekî kirawe ke be rûy dunya da dekrêtewe. Lem nêwende da meseley akadêmya û meseley hênanî xelkî derewe bo ewey ke beşdarî bika le kiranewey Çayna da ta radeyekî zor berçaw dyare le zankokan da. Meselen zankoy Fûdan heye le Şanghay ke zankoyekî zor be nawbange, mamosta gelêkî zor hen ke le dunyay derewe ra dên be taybetî le wilate Englîzî zimanekan, le Kanada û Ustralya û Emrîka û Brîtanya lewê hen. Le layekî tirewe xwêndkaranî îbtîdayî mindalan bo fêr bûnî zimanî Englîzî bûwe be meyelêkî zor zor pir le naw xelik da ewey ke pareyekî hebê lewe da xercî deka ke mindalekey fêrî Englîzî bika zorbey mamosta ke hatûn, hatûn be zimanî Englîzî, yekêk le şertekanî mamostayetî bo zimanî Englîzî eweye ke zimanî daykî ew mamostaye Englîzî bêt le yekêk lew çuwar wilate be pareyekî zor zor baş le wilatî xoy ziyatir parey dedenê bo ewey ke mindalan fêrî Englîzî bika.
Qazî: Yanî eto êsta hêndêk be şêwey giştî basî Çînit kird êsta şwênêk debînîn[amaje deka be monitor] ke resmî cenabtîşî têdaye, pêştir basî mûzexane û methefit kird pêm waye ewe merbût debê be hêndêk cengawerî zemanî împiratorîyeke bo her kamêkyan peykerêk durust kirawe, ke le şer da kûjrawin.
Sîvan Se’îd: Belê, ewe pêy degutrê Têrakota, be Englîzî nawekey xoşe be Çînî mixabin be tewawetî nazanim çî pê delên. Têrakota for the soldiers and horses, hem bo serbazekan. Cengawerekan û hem bo espekan. Wek debînin çend espêkîş diyarn, egerçî ewe beşêkêtî ke min be destî xom wênem girtûwe, belam ewe zorin, hezarehan. Hem espin, hem cengawerin, ewe wekû medfehêk durust kirawe ke wekû beşêk le tîmsalî tîzkarî be bîrhênawe ewe durust kirawe. Yekêk le îşe balkêşekan eweye ke bem zuwane dozrawetewe. Yanî hefrîyat kirawe, helkendinî zewî ewane bîndirawnetewe û le duway ewe hêndêk kopî zorî lê kirawe le zorbey medhefekanî dunya da beşêk lewane kopî kirawe birdirawe. Delên ke tarîxî dirêj dirêje le zemanî Grîk. Hendêk lew serbazane ke hen lewê serbazî kûjrawî Grîkin çon geyiştûnete ewê be dilnyayî pêş îslam û pêş mesîhîşe, qiseyek le ser ewe heye basî sê hezar sal lewe pêş dekrê.
Qazî: Zor başe, êsta bgerêynewe ser zankokan. Ew zankoyaney ke le şarî Siyan hen lemer pêwendîye nêwneteweyiyekan yanî siyasetî derewe wate ew têkelîyey ke êsta Çîn deyewê legel derewey hebê le çend zanko dîpartimanî awa heye?
Sîvan Se’îd: Wekû zanko duwazde zankoy mezin heye lewê her yek lewane dîpartimêntî heye nek her le ser ‘ulûmî însanî meselen beşî xom ke min lew buware da kar dekem. Min dukturim bînîwe, bayolojîstim bînîwe, fîzîkzan her yek lewane be pêy tuwana mamostay Kanadayî, mamostay Îspanî mamostay wilatanî tir hatûn û lewê bo sê sal, bo pênc sal, bo de sal ‘eqdyan heye ke lewê kar biken. Ye’nî le zorbey zankokan; zankoy teknolocyay Çangan heye le Siyan bo zanist û teknolocî, wa bizanim lew resmewe zor nizîke [amaje be wênekey monitor deka. h.q], le nawerastî bû ew zankoye mamostayekî zorî heye le buwarî teknelocya û science da, le buwarî ‘ulûm û teknelocya da. Ew zankoyey ême ziyatir perwerdeyî ye bo perwerde kirdinî mamosta bo xwêndkaranî nawendî, yanî mamostay nawendî û xwêndinî nawendî perwerde deka.
Dirêjey heye…