Li navçeya Miksê ya Wanê, nobeda li dijî desteserkirina vînê ya li pêşiya avahiya şaredariyê tevî hewayê sar didome. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Dê qeyûm biçin, gel dê were”, “Qeyûmê diz, ji şaredariyê bicehime” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.
Gel ji ber hewayê sar agir pêxist û li dor agirê nobeda xwe domand.
Hevşaredarê Tatosê yê DEM Partiyê Abdurrahman Sever wiha di nobetê de axivî û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê jî baş dizane ku em ê di her şert û mercê de dewam bikin û xizmeta gelê xwe bikin. Ev bi salan e rejîma qeyûman li ser vê axê hikmê xwe dike. Lê bi tu awayî xizmeta gel nake. Qeyûm xesp e.”
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn jî diyar kir ku desthilatê di hilbijartinên herêmî de têkçû û wiha got: “Ji Colemêrgê dest pê kirin û dest danîn li ser gelek şaredariyên me. Îro jî hewl didin dest danin ser vîna gelê Miksê. AKP serkeftina 14 şaredariyan ji bîr nekiriye û loma êrîşî vîna gelê Kurd dike.”
Welatî piştî axaftinan bi dirûşmeya “Qeyûmê diz bicehime” ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan.