Li gorî nûçeya ANHA’yê, Serokê Daîreya Karên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku di nava du rojan de gelek malbatên neçar man ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê koç bikin, wan kirine mêvan.
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku hejmara malbatên koçber ên li navendên bicihanînê yên li Reqa û Tebqayê 20 hezar derbas kiriye.
Ehmed rewşa koçberan bi “trajedîk” bi nav kir û destnîşan kir ku tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên bicihkirina wan lê hîna bi sedan malbat li çolan mane.
Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser zehmetî û astengiyên mezin dikişîne.
Der barê bicihkirina koçberan de Şêxmûs Ehmed ev agahî dan “Destpêkê me ew li bajarên Reqa û Tebqayê pêşwazî kirin, me bi awayekî demkî wan li dibistanên li bajar û gundewarên wê bi cih kirin. Ji ber hejmara zêde eme beşek ji wan şandin kantonên Firat û Cizîrê. Maseya Krîzê li kantona Tebqayê 235 cih ku piraniya wan dibistan in û li bajarê Reqayê 60 cih vekirine. Li her navendekê nêzî 40 mal hatine bicihkirin.”
Ehmed da zanîn ku berdewama şer dibe sedema zêdebûna koçberiyê û got “Divê hemahengî bi Neteweyên Yekbûyî re were kirin da kampên taybet ji wan re çêbikin.”
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku tu plana avakirina kampeke taybet ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê tune ye.
Şêxmûs Ehmed spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku pêşwaziya koçberan kiriye û destekê pêşkêşî wan dike.
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku deriyê sînor ê Til Koçerê ji bo derbasbûna alîkariyan vekin û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirekr 27ˈê Mijdarê êrişeke berfireh li dijî Heleb û Idlibê dan destpêkirin. Piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê çeteyên HTŞˈê piraniya taxên Helebê dorpêç kirin. Meclisa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo pêşîgirtina li komkujiyan biryara valakirina kantona Efrîn-Şehbayê daye. Li ser vê yekê bi hezaran malbat koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Koçberiya ber bi herêmê ve dewam dike.