Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê pêşengiya vê pêvajoya dîrokî bike.
Aldar Xelîl ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser van xalan: “Di serdemeke wiha dîrokî de ji bo Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê serdemeke nû ya dîrokî tê nivîsandin. Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere ye. Projeya me Neteweya Demokratîk, bi salan e di çarçoveya azadî û wekheviya gelan de tevgeriyaye û xwe pêş xistiye. Îro bi hilweşandina desthilatê re ew îmkana me çêbû ku em projeya xwe ya demokratîk zêdetir pêş bixin. Lê belê dewleta Tirk ku li Sûriyeyê li dijî pêkhatina aşîtiyê ye, bi rêya çeteyên girêdayî xwe, êrîşî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Minbica girêdayî wê dike. Divê gelên Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Suryanî û Çerkez li dijî van êrîşan bikevin nav berxwedanê û destkeftiyên ku bi xwîna bi sed hezaran şehîdan, bi keda gelan, bi pêşengiya jin û ciwanan hatine bidestxistin biparêzin.
DIVÊ GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BIRYARA DAHATÛYA XWE BIDIN
Divê di rojên wiha dîrokî de sekneke dîrokî bê nîşandan. Hemû gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina destkeftinan d nav seferberiyekê de bin. Heger ev sekna dîrokî bê nîşandan, Rêveberiya Xwesera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dahatûya Sûriyeyê dikare pêşengiyê bike û dahatûya Sûriyeyê diyar bike. Lê heger sistbûnek çêbibe û dewleta Tirk a ku dixwaze krîza navxweyî li Sûriyeyê kûrtir bike planên xwe bêxe dewrê, dê Sûriye piştî 14 salan bikeve nav agireke nû ev agir dê gurtir bibe. Loma divê em pêşî li van hewlên dewleta Tirkiyeyê bigirin û berxwedana xwe mezin bikin.”
SIBE: Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, geşedanên dawî yên li Herêma Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.