Komaleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên mirina kolberê ku di êrîşa hêzên Îranî de bi giranî birîndar bibû weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kolberê bi navê Meseb Sebzewarî, li nêzî gundê Qişlaxê yê girêdayî navçeya Rewanserê di encama guleberdana ji aliyê hêzên Îranî ve bi giranî birîndar bibû û piştî 3 rojan li nexweşxaneyê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku Meseb Sebzewarî çarşema borî li ser sînorê Newsûdê, di encama hedefgirtina rasterast a ji aliyê hêzên Îranî ve bi giranî birîndar bûye û piştre ew rakirine nexweşxaneyê.