Parlamenterên Cezayîrê guhertina çarçoveya Qanûna Cezayê ya cezayê darvekirinê ji bo kesên bi qestî daristan û zeviyên çandiniyê dişewitînin û hin bûyerên revandina zarokan ên ku tundiya giran tê de heye, roja Pênçşemê qebûl kirin.
Ev guherîn piştî şewatên daristanan ên ku vê havînê li welat bûn sedema gelek mirinan, ji aliyê Serokkomar ve hatibû rojevê.
Wezîrê Edaletê yê Cezayîrê Lutfî Bûcemaa, piştî dengdanê daxuyanî da û qebûlkirina cezayê darvekirinê ji bo kiryarên têkildarî mijarê wekî “bersiva hiqûqî ya guncav ji bo jiholê rakirina van sûcan” nirxand. Hîn jî dabeşkirina dengan nehatiye eşkerekirin, Seroka Meclîsa Gel Xalîda Bûfedeş pejirandina qanûnê piştrast kir.
JI SALA 1999’AN VE BI AWAYEKÎ RASTEQÎN PÊK NAYÊ
Li Cezayîrê dadgeh, bi taybetî di dozên terorê û qetilkirina bi qestî de cezayên darvekirinê didin. Ji sala 1993’yan û vir ve cezayê darvekirinê bi awayekî rasteqîn pêk nayê.
Bi verastkirina nû re ji bo kesên ku “daristan, qadên bi dar, an jî zeviyên çandî an neçandî bi qestî dişewitînin” pêşiya cezayê darvekirinê tê vekirin.
Verastkirin her wiha hin şêwayên girankirî yên sûcê revandina zarokan jî dixe nava cezayê darvekirinê. Li gorî vê yekê, kesên ku bi her awayî zarokekî/ê birevînin, êşkenceyê lê bikin, destdirêjiya zayendî lê bikin an jî wî/wê seqet bihêlin wê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû bimînin.
Wezîrê Edaletê Bûcemaa diyar kiribû ku sûcên têkildarî mijarê berê bi rêzê bi 20 salan cezayê girtîgehê û heta hetayê dihatin cezakirin.
Verastkirina nû moratoryûma rasteqîn a darvekirinê ya ku Cezayîr ji sala 1993’yan ve pêk tîne ranake; lê ji bo hin sûcan çarçoveya dayîna cezayê darvekirinê ji bo dadgehan berfireh dike.

