Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Guleç: Binpêkirina mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye
Rojane

Guleç: Binpêkirina mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê gelekî xerab e û anî ziman ku binpêkirinên mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyand ku pirsgirêka Kurd çavkaniya binpêkirina mafan e û diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Guleç bi bîr xist ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin, deklerasyoneke ku mafê jiyanê misoger dike. Guleç bal kişand ser binpêkirinên li herêmên şer û anî ziman ku divê civaka navneteweyî bêhtir hestiyartir be. Guleç bal kişand ser kiryarên berê yên komên ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê hatin ser desthilatdariyê û got: “Êrîşî ewlehiya giyan û malê gel kirin. Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî û hêzên rojavayî cidî nêzîk bibin û ji bo zirar negihêje sivîlan gavên pêwîst bavêjin.”

 

‘MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN’

Guleç anî ziman ku dewleteke wekî Tirkiyeyê ya ku endamê Konseya Ewropayê ye û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye û DMME qebûl kiriye di girtîgehên xwe de pirsgirêkên cidî hene û wiha got: “650 girtiyên nexweş hê jî di girtîgehê de tên girtin. Li şûna ku demildest bên berdan, mafê wan ê gihîştina tenduristiyê tê astengkirin. Ger mafê wan ê gihandina tenduristiyê nebe, êrîşî mafê wan ê jiyanê tê kirin. Bi taybetî li ser parêzvanan zexteke cidî heye. Lêpirsîn û darizandinên bêbingeh ên li dijî parêzeran berdewam dikin. Li aliyê din em di warê azadiya çapemeniyê de pirsgirêkên cidî dijîn. Li dijî rojnamevanan zext û operasyon hene. Gelek kes tên binçavkirin. Ev pêkanîn me nerehet dikin. Lê mixabin daraz ne serbixwe ye, dadgeh ne serbixwe ne.”

‘TIRKIYE DI WARÊ MAFAN DE TÊK ÇÛYE’

Guleç destnîşan kir ku Tirkiye di warê binpêkirina mafan de têk çûye û wiha pê de çû “Tirkiye li gorî biryarên DMME’yê ku hiqûqa wê nas kiriye tevnagere. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye têk çûye. Ez naxwazim Tirkiye di warê mafên gerdûnî de bê cezakirin, lê divê daxwazên wê pêk bîne. Em ji vir jî dixwazin bang li Konseya Ewropayê bikin; der barê van binpêkirina mafan de divê hesasiyeta pêwîst bê nîşandan. Ji bo dewletên ku biryara dadgehê bi cih nayînin çi prosedur were sepandin jî divê şertên peymanê bi cih bînin. Mixabin rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê di rewşeke pir xerab de ye.”

PIRSGIRÊKA KURD

Guleç bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne û wiha bi dawî kir: “Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirinên giran ên mafan. Ger îro rojnamevan di girtîgehê de bin, en encama vê yekê ye. Ev raste rast bi polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan tê meşandin û neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ji bo binpêkirina mafan ji holê rabe ewilî divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Rê û rêbazên vê yekê diyar in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê KANÛNA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Qeyûm, karakterê rejîma qesrê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mafê hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astangkirin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rayedarên Girtîgeha Evînê 150 roj in nahêlin parêzvanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîneyên Amedê yên YCWK’ê stasyona bazê îmha kirin

Yekîneyên Amedê yên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku wan stasyoneke bazê îmha…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan bi 3 dronan êrîşî gundê Qirê ya Çilaxa kirin

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê bi 3 dronan êrişî gundê Qirê ya girêdayê Çilxa kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?