În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tahîncîoglû: Zext û astengî ji bo çapemeniya serbixwe hişyarî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê berxwedana Rojava
Rojane

RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê berxwedana Rojava

Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Di her şerekî de li kêleka şervanan bi kamera û pêşkêşvaniya xwe sekinîn, bûn deng û rengê heqîqetê, bûn deng û rengên ragihandina azad.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) derbarê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê bi vî rengî ye:

“Li kêleka siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk bi salane li hemberî gelê Kurd dimeşîne, ev 14 salin jî li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê êrîşên bê navber pêktîne. Yê ku herî zêde xwest feyde ji aloziya Sûrî bibîne û ji xwe re bizîvirîne firasenda dagirkirina herêmê, Dewleta Tirk bû. Ev yek jî xwest ku bi riya çeteyan bike û li gelek herêmên Sûrî ev yek kir jî, di salên destpêka aloziya Sûriyeyê de bajarên Cerablus, Raî, Ezaz û Babê yên bakurê rojhilatê Helebê dagir kirin. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin serweriya Rêveberiya Xweser de yekser nekarî vê yekê pêk bîne. Şoreşa Rojava li hemberî vê daxwaza dewleta Tirk astengiyeke mezin. Her wiha sîstema rêveberiya xweser jî ji bo xwe xeteriyeke mezin dît. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriye de, dewleta Tirk bi riya DAÎŞ’ê dixwest ku şoreşê têk bibe û gelê herêmê di qetlîaman re derbas bike. Lê di hemwextî têkbirina DAÎŞ’ê de dagirkeriya dewleta Tirk kete wê ferqê ku şerê wê yê bi rêya DAÎŞ’ê bi dawî dibe û DAÎŞ têk diçe, lewma bi xwe destwerdan kir û êrîşên rasterast li dijî Rojava dan destpêkirin. Di 2018′an de Efrînê û di sala 2019′an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Rejîma Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne ku li gorî xeta ji Heleb heta Musil û Kerkûkê, milkê Osmaniyan dibîne.

Ji bo ku yekser bertekên raya giştî li hember xwe kom neke, xwest ku gav bi gav êrîşên xwe yê bi armanca dagirkirin û qirkirinê pêk bîne. Di destpêka 2018’an de êrîşên bejahî û asîmanî li ser Efrînê dan destpêkirin, piştî wê sal û nîvek êrîşên bi armanca dagirkirinê li hember Serê Kaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Ji xwe Erdogan fermana ku jin be jî zarok be jî lê din dabû. Li hemberî sivîlan, jinan, zarokan kiryarên hovane ku heya niha jî li herêmên ku dagirkirye pêk tîne. Êdî aşkera bû ku Tirkiye li ser şopa DAÎŞ′ê dimeşe.

Bi hilweşîna rejîma Esad re careke din dewleta Tirk li ser esasê dijminatiya Kurdan li Sûriyeyê bi çeteyên girêdayî xwe re şerekî mezin dimeşîne. Hewl dide zêdetir beşdarî pêvajoya li Sûriyeyê bibe. AKP a ku xwedî heman zîhniyeta çeteyan e, jixwe desthilatdar e û ji bo Sûriyeyeke bi zîhniyeta DAÎŞ’ê li kêleka xwe ava bike, her tiştî razandiye.

Dewleta Tirk ji bo xwe rojnamevaniya azad li her derê xeter dibîne û dike hedef, li Rojavayê Kurdistanê jî hewil dide dengê rojnamevanan qut bike. Destpêkê bi gefan, dema ku rojnamevanên ragihandina azad guh nadin vê yekê, vê carê jî bi îmhakirina fîzîkî yekser hedef digre; mînaka vê jî hevreyên me Gulistan, Hîro, Nûjiyan, Denîz, Dilîşan û Rizgar, îro jî hevrê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef girtin.

Zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên kontra û çeteyên JÎTEM’ê, Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda. Dema ku hevkarê Dewleta Tirk DAÎŞê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAÎŞ’ê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.

Nazim û Cîhan, weke du rojnamegerên ciwan hîn di salên destpêkê yê şoreşa Rojava, ji bakurê kurdistanê berê xwe dabûn Rojava, xwestin ku têkoşîn û berxwedaniya li Şoreşa Rojava ya li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji raya giştî re ragihînin. Li kuderê şer û êrîş, li wir Nazim û Cîhan dibûn dengê heqîqetê. Li Kobanê bûn, li Efrîn bûn, li Eyn Îsa bûn, li Girê Spî û Serê Kaniyê bûn. Herî dawî jî ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê bûn ku li wê derê bûn hedefa êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker. Nazim û Cîhan Bi Rojnamevaniyeke lehengane bûn dengê her kêliyeke berxwedana Rojava. Di her şerekî de li kêleka şervanan bi kamera û pêşkêşvaniya xwe sekinîn, bûn deng û rengê heqîqetê, bûn deng û rengên ragihandina azad.

Hinek rêxistin, sazî û însiyatîfên rojnamevanan di asta cîhanê de jî daxuyanî didin û dibêjin ku hedefgirtina rojnemevanan sûc e. Ev tesbîteke raste, lê êdî tenê tesbîta vê kirin ne bes e, pêwîste ku ji bo xwediyên vî sûcî di dadgehên cîhanê de werine darizandin hemû rojnamevan ji bo vê têkoşîn bikin. Dewleta Tirk di cîhanê de ji xeynî sûcên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, dewleta ku herî zêde rojnamevanan qetil dike. Em bang li hemû sazî û dezgehên ku bi navê mafên mirovan, mafên jinan û mafên rojnamegeran dixebitin dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û em ji bo van sûcan xebatên dana darizandinê bikin.

Em jî weke Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) qetilkirina her dû hevrêyên xwe şermezar dikin. Ew jî tevlî karwanên şehîdên ragihandina azad bûn, em di şexsê hevrê Nazim û Cîhan de bejna xwe li ber keda hemû şehîdên ragihandina azad ditewîtin, sersaxî ji malbatên wan û tevayî rojnemevanên ragihandina azad re dixwazin. Em careke din soza xwe nû dikin ku di şopa wan de em ê dengê ragihandina azad bilindtir bikin û serkeftin û pêşveçûnê ji bo xwe esas bigrin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Navê şehîdên Reqayê hate eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Bendava Tişrînê bi taktîkên nû tê parastin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şewata li Mêrsînê di roja sêyemîn de ye: Nêzî 2 hezar kes hatin tehliyekirin

Li Mêrsînê şewata daristanê di roja sêyemîn de dewam dike û heta niha nêzî 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş ê ku 6 sal in bi xwarina tibî xwedî dibe, nayê berdan

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 6 sal in bi xwarina tibî xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG û MKG: Çapemeniya azad li dijî êrîşan ti carî gav paşve neavêt

DFG û MKG’ê, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Ezîz Koyluoglu ji aliyê dewleta Tirk ve da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tahîncîoglû: Zext û astengî ji bo çapemeniya serbixwe hişyarî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kemîn li pêşiya hêzên Ewlekariyê hate danîn: 1 mirî, 2 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?