Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meşvan, gihiştin Edeneyê. Bi sedan kesên li Xaçerêya Karasuyê ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê hatin gel hev, li defê xistin û govend gerandin. Di çalakiyê de lolîpopên “Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na”, “Berxwedan jiyan e”, “Em di çareseriyê de biisrar in, em ê bi ser kevin”, “Em ji hêza teorîk û pratîk bibawer in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Berxwedand ê bidome, silav ji azadiyê re”, “Em rê nadin talanê” û “Tecrîd didome” û pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” hatin hilgirtin. Welatiyan, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir.
Meşvan, ji vir ber bi Parka Jinan a 8’ê Adarê ve dimeşin.
‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ li Edeneyê ye
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' ku ji Amedê destpê kir û berê xwe li Enqereyê ye, gihîşt Edeneyê.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike