Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 12 ji wan zarok bûn.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ve hatin parvekirin, di êrîşa li ser kampa penaberan a Nûseyratê de 5 jê zarok 7 kes, li Xezeyê di êrîşa li ser malekê de jî 7 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 16 kes birîndar bûn.