Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger di dema sersaxiya rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin de ji aliyê polîsan ve heqaretên zayendî lê hatibûn kirin.
Walîtiya Mêrdînê ragihand ku têkildarî Oznûr Deger a ku li hemberî heqaretan nerazîbûnên xwe nîşan daye, bi hinceta ‘’heqaretkirina li karmendê dewletê’’ lêpirsin daye destpêkirin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî lêpirsînê got: ‘’Em pergala ku heqaretên zayendî bê ceza dimînin û rojnamevan tên cezakirin qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.’’