Cejna Êzî yan jî bi “Cejna Rojiya Mezin” jî tê naskirin, Êzidî di sê hefteyan de her hefteyê sê rojan rojiyê digirin. 3 rojên hefteya destpêkê rojiya şêşimsê, 3 rojên hefteya duyemîn rojiya xwedan, 3 rojên hefteya sêyem rojiya êzî ye; ew rojî rojên sêşem, çarşem, pêncşemê ne. Her hefteyek ji wate û qenaeteke zayîna gerdûnê ye. Em vê cejna ola Êzî ya pîroz li tevahî gel û baweriyan pîroz dikin. Civaka Êzidî îsal ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Cejna Êzî bi dilekî şikestî pîroz dikin. Civaka me ya Ezidî her sal rojî û cejnên xwe li gor salnameya Kurdî diyar dikin. Cejna Êzî îsal rastî 20’ê Kanûnê hat.
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Laleş Êzidî bi wesîleya Cejna Êzî ji ajansa me re axivî.
‘DIVÊ EM OL Û CIVAKA XWE BAŞ NAS BIKIN’
Laleş Êzidî, ewil cejna Êzî li tevahiya xelkê Êzidî, Rêber Apo û li gelên bindest pîroz kir û wiha got, “Îsal jî gelek hevalên me yên birîndar û gazî yên Êzidî rojiya xwe girtin. Em cejna wan hevalên xwe jî pîroz dikin.”Laleş Ezidî, da xuyakirin ku cejna îsal di wextekî ku gelek birîn, êş û qeyran hene de pêşwazî dikin û wiha axivî, “Bi hilweşîna rejîma Esed re çeteyên girêdayî dewleta Tirk li deverên weke Şehba, Til Temîr gelek komkujî pêk anîn. Ev êrîşên qirkirinê hê jî didomin. Di rewşeke wer xemgîn û bi êş de em cejna xwe pêk tînin. Helbet ya ji civaka me ya Êzidî tê xwestin ew e ku xwe di ol û baweriya xwe de kûr bikin. Em ol û civaka xwe divê rast nas bikin. Li ser vî esasî em ê karibin ola xwe jî biparêzin, bi gel û civakên din jî bidin naskirin.”
Êzidî, bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî civaka Êzidî û got, “Rêber Apo diyar dike ku civaka Êzidî ji ber ewqasî teng û girtî ma, nekarî xwe bi civakên derdorê re bide naskirin û rastî gelek qirkirinan hat. Rêber Apo di heman demê de destnîşan dike ku eger civaka Êzidî ewqasî teng û girtî nemaba wê zû asîmîle biba û heliyaba. Ji ber siyaseteke pir kûr a hêzên serdest li hember Êzidiyan heye.”
‘PÊWÎSTE EM LI DORA ŞERVANÊN HEQÎQETÊ BIBIN YEK’
Êzidî, anî ziman ku êdî wext hatiye civaka Êzidî rêxistinbûna xwe bêhtir pêş bixe û got, “Em dibêjin ku ola Ezidîtiyê qenaet û heqîqetek e. Divê em nehêlin kes ola me bike amûrekî siyasetê. Em hêvîdar in tevahî civaka me xwe di vê rastiyê de kûr bike. Pêwîst e civaka me ya Êzidî li dora şervanên heqîqetê yên xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî perwerde kirine, bibin yek.”
Laleş Êzidî, wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em careke din cejna Êzî li Rêber Apo yê ku ji bo civaka me xwe rêxistin û zana bike kedeke mezin da, dîsa li tevahî şehîdên azadiyê yên ji bo civaka me ya Êzidî li Rojava û Şengalê karibin bi azadî bijîn, têkoşîn kirin û li gelên xwe pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe cejna xêr û xweşiyê, her wiha bibe cejna azadî, xwişk-biratiyê û pêkve jiyana gelan.”