Yekşem, 14 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD’ê banga ‘Mafê Hêviyê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty International: Divê Şerîfe Muhammedî bê şert û merc bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Komîsyonê ava bikin, faîlan derxînin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî pêwîstî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo avakirina civaka azad têkoşiya’

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalîde Engîzek: Hevrê Emîne wê riya me ya azadiyê timî ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûna bi 12’ê Îlonê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Divê demildest mafê hêviyê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê forum: Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Rihayê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê û wekheviyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belçîka rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê ya ji bo jinan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Şeva Çaran’ îşev li ser ekranên Medya Haber TV’yê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana ‘Pirga Cizîrê’ ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Armanca me ew e ku têkoşîna yekbûyî bi pêş ve bibin
Rojane

HBDH: Armanca me ew e ku têkoşîna yekbûyî bi pêş ve bibin

HBDH'ê sala 2024'an nirxand û got, "Armanca me ya ji bo dema bê ew e ku hemû baskên têkoşîn û berxwedanê bigihînin hev û têkoşîna yekbûyî hîn bêhtir bi pêş ve bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) nirxandina siyasî û leşkerî ya sala 2024’an kir.

Di destpêka nirxandinê de hate gotin, “Kêliya dîrokî ya ku em di nav de ne kêliyeke welê ye ku ‘alarma şewatê’ li hemû corafyayên cîhanê bi taybetî jî li xaka Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê lê dide. Şerê dagirkerî, talan û qirkirinê yê çeteyên HTŞ-SMO’yê ku rojên dawî yên sala 2024’an gelên Sûriyeyê pê re rû bi rû man û DYE-NATO-Îsraîl û Tirkiye piştgiriya wan dike, encameke ji şerê li ser zemîna Rojhilata Navîn û Ûkraynayê ye. Em li cîhaneke welê ne ku têkoşîna hegemonyayê ya navbera hêzên kapîtalîst emperyalîst êdî bêyî şer nema dikare bê meşandin.

Em di demeke welê de ne ku di serî de Tirkiye û Îsraîl dewletên herêmî û hêzên wekîl ên wan ên paşverû gelên Rojhilata Navîn bi felaketên giran re rû bi rû hiştine, di şerê qirkirinê re derbas kirine, ji cih û warê xwe kirine. Vê yekê jî careke din nîşan da ku têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya gelan ji bo jinan û hemû bindestan gelekî girîng û pêwîst e. Di vê kêliya dîrokî de ku mirovahî, di nava şerê parvekirinê yê emperyalîst de ne, rêyên ‘ya sosyalîzm ya jî barbarî’ weke dirûşmekê namîne, bi şênberî hebûna xwe nîşan dide.”

‘EM Ê JIYANA NÛ YA LI ROJHILATA NAVÎN ŞÎN BÛYE, ŞOREŞA ROJAVA BIPARÊZIN’

Konseya Giştî ya HBDH’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji kêliya ku ava bû û pê ve li nava derya xwînê ya Rojhilata Navîn hewl da hêvî û îradeya jinan û gelan a ji bo xweparastin û rêveberiyê ya azad û wekhev, bi fedakariyeke mezin biparêze û got, “Dewleta Tirk a faşîst vê hebûna Şoreşa Rojava li hemberî serwerî û mayindebûna xwe weke gefekê dît û ji xwe re kir armanc ku wê tine bike. Desthilatdariya faşîst a ku bi armanca Neo-Osmaniyê bi rê ket, di heman demê de ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên Mîsakî Mîlî êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Li dijî Şoreşa Rojava û gelan, her cûre çeteyên olperest-neteweperest ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve têne birêxistinkirin û hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê atmosfereke şerê navxweyî yê li dijî şoreşê ava bike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi vê nêzîkatiya xwe di paşeroj û avakirina Sûriyeyê de nîşan dide ku nikare xwe li hêvî û îradeya xwerêveberî û xweparastinê, jiyana wekhev û azad a gelan rabigire û hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze Rojava teslîm bigire û bifetisîne. Çav berdaye şoreşa jinê ya Rojava ku ne tenê ji bo herêmê, her wiha ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî û berxwedêrî. Tinekirina şoreşa jinê ya Rojava armanca hemû hêzên paşverû ye.”

Konseya Giştî ya HBDH’ê diyar kir ku di serî de gelê Kurd, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li xaka xwe, rêveberiya xwe derkevin û got, “Ev xak dibetî û derfetên şoreşger a herêmê mezin dike. Weke hêzên şoreşger ên yekbûyî em ê jî vê xakê, şoreşa xwe li her qadê û li her eniyê, bi her rê û rêbazên têkoşînê biparêzin.”

‘EM Ê BI HEV RE BER BI ŞOREŞÊ VE BIMEŞIN!’

Di daxuyaniya Konseya Giştî ya HBDH’ê de hate gotin, divê xalên tengezar ên sala 2024’an û asta têkoşînê baş bêne nirxandin, dersên pêwîst jê bêne wergirtin û hate gotin, “Di çarçoveya van dersan de divê em têkoşîna şoreşgerî hîn xurt bikin û tundiya girseyî ya şoreşgerî bi rêxistin bikin û bi vê perspektîfê tevbigerin.

Weke tevgera şoreşê ya yekbûyî divê em tunelên ber bi şoreşê bikolin, bêrawestan, di nava dînamîkên berxwedana civakî û çînî asta milîtaniya berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Armanca me ya ji bo dema bê ew e; hemû baskên têkoşîn û berxwedanê bigihînin hev, bi çalakiyên tudniya şoreşgerî yên pêşeng têkoşîna yekbûyî bi pêş ve bibin. Li hemberî gavên dagirkeriyê yên nû yên ku dewleta Tirk a faşîst ji bo tinekirina Şoreşa Rojava bike, divê em şoreşê di asta herî bilind de biparêzin.

Ji bo xwedîderketina li jiyan, ked û xwezaya xwe, ji bo astengkirina serwerî û zexta li ser jiyana me, li dijî desthilatdariya kuştinê em ê rahêjin çekên xwe û têkoşîna şoreşê ya yekbûyî bilind bikin. Her tiştên li ber destê xwe em ê bikin çek, em ê çekên xwe yên heyî jî hîn tund bikin. Li dijî faşîzm, serweriya mêr, dagirkerî û mêtingeriyê, yekane rêya me rêxistinî, biçekbûn û şerkirin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên MAK’ê sala 2024’an 168 çalakî kirin
Nûçeya Pişt re Li Kenyayê revandina muxalîfan hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Bazîdê: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li Bazîdê axivî û bang kir…

Ji aliyê Stêrk TV

ESP’ê daxwaz kir ku girtîgehên weke ‘’bîran’’ werin girtin

Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bal kişand ser binpêkirinên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dr Fayiq Hamid: PDK êdî nikare bi kuştinê xelkê bêdeng bike

Nivîskar û çalakvan Dr Fayiq Hamid: “Di girtîgehên PDK’ê de xelk ji hemû mafên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

OHD’ê banga ‘Mafê Hêviyê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê li Reqayê operasyon li dar xist: 2 çete hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Amnesty International: Divê Şerîfe Muhammedî bê şert û merc bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?