Çarşem, 22 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Demîrtaş û Mizrakli bang: Divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de herî kêm 852 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva birçîbûnê ya li Antalyayê ya li dijî girtîgeha bi tîpa ‘bîrê’ bi ser ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Daxwaza berdana rojnamevanên girtî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Kurdistanê pêla berxwedanê
Kurdistan

Li Kurdistanê pêla berxwedanê

Gerîla di pêla şoreşa 2024’an de bi mezinkirina performansa xwe wê mohra xwe li sala 2025’an bixe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

HPG’ê bîlançoya şer a sala 2024’an eşkere kir. Sala 2024’an hem ji bo gerîla hem jî ji bo dewleta Tirk a dagirker çawa derbas bû, bi hejmaran pêşkêşî me kirin. Bîlanço bê şerê hebûn û nemanê çiqasî girîng e radixe ber çavan û bi vê re rûyê berxwedana gerîla ya ku di detayên wê de veşartîne nîşan dide.

Ji bo rastiya şerê li Kurdistanê were dîtin û nirxandineke di cih de were kirin dane di destê me de hene . Sala 2024’an ji bo HPG’ê tijî nûbûnên taktîkî û gavên stratejîk bû. Ev yek hem dagirkeran  matmayî hişt û hem jî tirsand. Dagriker bi qasî ditirse êrîş dike û ev yek di sala 2024’an de xwe dubare kir. Dagirker bê li hemberî berxwedaneke çawa ye, hem ji berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê û hem jî ji çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê fêmkirin.

Şervanên jin ên ku bi dirûşma “Em ê paşve nekişin, paşvekişîn tê wateya xiyanett û teslîmiyetê” heta guleya dawî li ber xwe dan, xeta berxwedanê ya sala 2024’an careke din eşkere kirin. Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî şêwaza êrîşê dewlemendtir kir, tîmên gerok ên qadê bi çalakiyên xwe ruh dane berxwedanê û bi şerê tunelan ku çeperên şer veguherandin kampên serkeftinê, pêla şoreşê li Kurdistanê mezin kir.

ÇALAKIYÊN YEKÎNEYÊN PARASTINA HEWAYÊ

Hêzên Parastina Hewayî ya Kurdistanê weke yekîneyên Şehîd Axîn Mûş û Şehîd Dogan Zinar bi derfetên xwe û afirîneriya xwe ya taktîkî 99 çalakî li dar xistin. SÎHA’yên ku roniya çavên Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê tên ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêsnê wan dihat dayin, gelek caran ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Kurdistanê ve hatin derbkirin û xistin. Ev çalakiyên hêzên gerîla moralek mezin da gelê Kurd. 18 SÎHA hatin xistin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş û Yekîneya Şehîd Dogan Zinar bi 99 êrîşên hewayî tirs xistin dilê leşkerên Tirk. Çalakiyên hêzên hewayî ne tenê dewlemendiya taktîkî ya gerîla zêde kir, her wiha nîşan da ku ewlehiya dagirkeran li çiyayên Kurdistanê tune ye.

Bîlançoya şerê sala 2024’an berxwedana Herêmên Parastinê yên Medyayê radixe ber çavan û ji berxwedana gerîlayên Bakurê Kurdistanê yên gotinên rayedarên dewletê, “Wê êdî li ser sînor çûk jî nefirin” vala derxistin, heta rastiya çapemeniya şerê taybet a xwe mezin dike û digot, “kilît li ber girtinê ye” tarûmar kir.  Gerîlayan ji çiyayên Kurdistanê heta bajaran, ji bajaran heta çeperên berxwedanê, ji çalakiyên hewayî heta bi şêwazê çalakiya fedaî, ji çalakiyên tîmên pispor heta berxwedanên tunelan gav bi gav ruhê berxwedanê mezin kirin û di nava salê de hezar û 124 çalakî li dar xistin.

Gerîla di her çalakiyê de xwêdana xwe, di her çalakiyê de hêza xwe ya ji bo serketin û derbaskirina zehmetiyan û di her çalakiyê de sonda serkeftinê nû dikir. Gerîla di pêla şoreşa 2024’an de bi mezinkirina performansa xwe wê mohra xwe li sala 2025’an bixe. Gerîla bi înîsiyatîfa di şer de, bi avantaja ku bi serweriya li ser xakê bi dest xistiye, bi helwesta exlaqî ya ku moral jê digire û bi motîvasyona rastîn a ku bi vîna xwe girtiye, di her warî de bûye serketiyê qada şer.

DI MEDYAYA TIRK DE DÎTINA BERXWEDANÊ

Medyaya Tirk di sala 2024’an de şer weke lîstikeke veşartiye nîşan da. Her çiqasî ji cihê wê yê veşartî dihate dîtin jî, lê ti bandorek wê neçêbû. Dîsa xwedî li mîrasa sê meymûnan derket. Çapemeniya şerê taybet a Tirkiyeyê bi derew, xapandin û bi şêwazê propagandaya berovajîkirinê civaka Tirk xiste xew. Ne xwedî li leşkerên hatin kuştin derket û ne jî li ser berdêla şer a li ser civaka Tirkiyeyê rawestiya. Artêşa Tirk a ku di tevahiya berxwedanê de gelek kordîne, serheng, serdar, serpelên xwe guherand û ji bo qelsiyên xwe veşêre serî lîstikên şerê taybet da. Li navenda fermandariyê ya qada şerê germ de 9 fermandaran yek jê serheng, 2 jê serdar û yek jê serpel hatin kuştin. Malbatên gelek leşkerên mirî nehatin agahdarkirin, heta nûçeya mirina wan jî nedan.

5 HEZAR 356 CARAN BOMBEBARAN KIRIN

Dewleta Tirk teknîkên di destê xwe de têr nedît û teknîka NATO’yê xist dewrê, 5 hezar û 356 caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, balafirên bêmirov ên teqemenî barkirî bombeyên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî çiyayên Kurdistanê bombebaran kir. Dewleta Tirk a ku li pêşberî mirovahiyê şerm nake, 645 caran bi çekên qedexekirî êrîşî çiya û gerîlayên Kurdistanê kir.

PDK’ê tevî hemû bangawaziyan jî di xeta xwe ya hevkariyê de israr kir û di heman demê de piştgirî da artêşa Tirk û derb li hemû nirxên exlaqî yên gelê Kurd û destkeftiyên bi bedelên mezin hatine qezenckirin, xist.

LEHENGÊN 360 ROJAN

Bi taybetî jî şehîdên li Bakurê Kurdistanê, helwesta şoreşgerî ya li dijî dagirkeriyê ji nû ve diyar kir. Ji fermandaran heta şervanan, xwe di xeta şoreşgerî de têkoşiyan û xwe di armanca serketinê de kilît kirin. Nûnerên baweriya serkeftinê ya bêhempa Alan Milazgîr û Dr. Sara Tolhildan; Bêrîtan Nurhak Çiya û Serhat Jêhat ku li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran li dijî dagirkeriyê sekna fedaî ya xeta Apoyî parastin, Cemal Dêrazor û Mordem Eylul ewladên leheng ên gelê Ereb û afirînerên jiyana azad, bûn xwedî hewlwesta ruhê sala 2024’an. Şehîdên sala 2024’an gav bi gav pêla şoreşa Kurdistanê mezin kirin. Orhan Cîhat Bîngol, Şiyar Efrîn, Dr. Sara Tolhildan, Zîlan Amed, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Tûfan Koçer, Devrîm Botan, Xebat Turkmen, Piling Germiyan, Ebû Leyla Şehîd, Sema Cuya Çewlîk, Ezîz Mûsil, Asmîn Seyîd, Cemal Dêrazor, Kurtay Şahîn, Hogir Merwan, li Dersimê Edessa Cejna, Bêrîtan Nurhak Çiya, Herekol Şiyar, Brûsk Kato, Benda Amed, Serhat Jêhat, Mehmet Cûdî, Zerdeşt Suruç, Şêxmûs Malazgirt, Berwar Dersîm, Hebûn Pîro, Botan Osyan û Zagros Cûdî wê di sala 2025’an de bibin misogeriya serketina pêla şoreşgerî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê pêvajoyek siyasî ku dengê hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bê avakirin’
Nûçeya Pişt re 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (254)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS JIN: Me agir berdan otobusa kesekî faşîst

Yekîneya Bersivdanê ya YPS JIN a Şehîd Benda Amed ragihand ku li Stenbolê otobuseke 'kesekî…

Ji aliyê Stêrk TV

WHO: Li Xezeyê êrîşên li ser nexweşxaneyan rawestînin

Piştî zextên Îsraîlê yên li ser nexweşxaneya dawî ya bakurê Xezeyê, Midûrê Giştî yê WOH’yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kobanê 22 roj in dorpêçkirî ye

Dorpêça komên ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser Kobanê di roja 22'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Welatên YE’yê têkildarî pêkanînên nû yên li ser Îsraîlê li hev nekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?