Çarşem, 17 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li meclîsê rojeva komîsyonê: Kûrtûlmûş bi nûnerên partiyan re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salên dîlgirtinê vegeriya warê xwe Mêrdînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Ulgen: Xizmeta tenduristiyê zehmet bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên baweriyê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê berê yê FARC’ê: Zemîna hiqûqî nebe pêvajoyên aştiyê nameşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Zapê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rohilat Efrîn: YPJ’ê di sala 2024’an de peyama xwe da
Jin

Rohilat Efrîn: YPJ’ê di sala 2024’an de peyama xwe da

Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ'ê di sala 2024'an de xwe gihandiye gelek jinên cîhanê û peyama xwe daye wan. Rohilat Efrîn destnîşan kir ku têkoşîna li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê rengê berxwedana serdema nû diyar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Çile 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn, têkoşîna YPJ’ê ya sala dawî bi taybet şerê îro li herêmê û berxwedana YPJ’ê ya li vir ji ANF’ê re nirxand.

Rohilat Efrîn, diyar kir ku YPJ’ê di çarçoveya têkoşîna xwe ya bi salan de bû dengê hemû jinan û wiha got: “YPJ’ê hêza deng û berxwedanê ya hemû jinan e û di vî şerî de erka xwe ya pêşengiyê dilîze. Li hemberî hêzên ku hewl didin vê hêzê bişkînin û tine bikin her roj bi hemû hêza xwe têkoşîneke mezin dide. Di vê çarçoveyê de xebatên pir hêja û mezin hatin kirin. Di vê salê de li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêma me têkoşînek mezin hat dayîn û operasyonên pir berfireh hatin lidarxistin.

Îsal jî konferans û gelek civîn hatin lidarxistin. Bi van xebatan re li ser girîngiya jiyanî ya rêxistinbûyîna hevpar a jinên cîhanî û yên herêmî rawestiya. Di vê çarçoveyê de YPJ’ê xebatek di asteke bilind de pêk anî.

YPJ’ê bi konferansa ku di nava salekê de li dar xist, armanc dike ku planên ku di serê salê de danîbûn pêşiya xwe pêk bîne û mîsyona ku ji bo jinên li çar aliyên cîhanê di aliyê rêxistinî, bîrdozî û leşkerî de çalaktir û encamgir pêk bîne. Di konferansê de rojeva herî balkêş jin û parastin bû. Di rastiyê de ev mijar ne tenê di konferansê de, di komxebata parastina jinê de jî bi asteke girîng hate nîqaşkirin. Hat dîtin ku di sala 2024’an de pêdiviya jinan bi rêxistinbûn û xweparastinê heye. Jin ji bo parastina xwe û parastina hebûna xwe di şerê sêyemîn ê cîhanê de encax bi rêxistinbûn û parastina xwe ya di asta herî jor de dikarin xwe biparêzin.

‘DI 2024’AN DE ME PEYAMÊN XWE DAN’

Her wiha di Komxebata Parastina Jinê de hate diyarkirin ku hêza jinê ya xweparastinê modela YPJ’ê ye ku bi salan e bi têkoşîn û biryardariyeke mezin hatiye birêxistinkirin. Li vir hemû jin li dora nêrîna yekgirtinê bûn yek. Heta ku bingeha rast a rêxistinbûn û yekîtiya parastinê hebe ew dikarin xwe di nava vê rêxistinbûnê de bibînin. Li vir jinên Efxanî, jinên Îranî û gelek jinên din peyam û daxwazên xwe ji me re ragihandin. Weke YPJ’ê xwegihandina van   jinan ji xwe re kiriye armanca sereke. Bi vî rengî me hewl da nîşanî hemû cîhanê bidin ku YPJ ne tenê ji jinên Kurd, parêzvan û piştevanên hemû jinên cîhanê ye. Em di sala 2024’an de jî bi heman feraset û zîhniyetê bi pêş ve çûn. Û me karî xwe bigihînin gelek jinên cîhanê û peyama xwe bidin wan.”

‘DAÎŞ HEWL DIDE XWE JI NÛ VE ZINDÎ BIKE’

Rohilat Efrînî anî ziman ku DAÎŞ sala 2025’an ji bo xwe weke sala vejînê dibîne û wiha dewam kir:  “Tespîta ku me di sala 2024’an de kiribû ev bû. Bi Baxozê re dibe ku DAÎŞ ji aliyê erdnîgarî ve bi dawî bûbe. Lê DAÎŞ’ê bi şêwazeke nû hewl da xwe careke din nû bike. Li bajar û herêmên me gelek caran hewl dan xwe nû bikin, gel tehdît bikin û êrîş pêk bînin. Di gelek êrîşan de sivîl hatin hedef girtin. A rast di sala 2024’an de ji bo xwe ji nû ve ava bike, taktîka xwe guhert.

Bi derbasbûna sala 2025’an re bi êrîşên ku li Emerîka û Elmanyayê pêkaniye re, xwest hebûna xwe careke din nîşan bide. Dibe ku li cihên cuda jî êrîşên bi heman rengî pêk bîne. A rast dibe ku DAÎŞ êrîşên îro yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bendava Tişrînê bo xwe mîna firsendek bibîne û li gelek welatên cuda dest bi êrîşên nû bike. Piştî hilweşîna rejîma Esed, me bi rastî jî dît ku DAÎŞ ev yek ji xwe re weke firsend dît û di sala nû de ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Sûriye û dervî welat jî wê planên xwe yên êrîşan careke din bixin meriyetê. Weke YPJ’ê me sala borî gelek operasyon û çalakiyên taybet pêk anîn. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên taybet û hêzên ewlekariya navxweyî ve hatine kirin. Bi vî awayî li vir gelek çalakî û planên êrîşê yên DAÎŞ’ê hatin têk birin. Îro li herêmê û cîhanê li ser esasê bikar anîna teknîka zêde şerek heye. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di nava xwe de gelek rêbazan dihewîne. Di vî şerî de hem rêbazên şerê sar û hem jî ya germ bi awayekî dijwar tên bikar anîn. Di vê mijarê de weke YPJ’ê di konferans û civînên ku me di tevahiya salê de li dar xistin de, em gihiştin wê encamê ku ji bo li hemberî vî şerî hêzeke parastinê ya bi hêztir û bi pisporî were pêş xistin, divê giranî ji bo perwerdeyên branş ên pisporî bên danîn. Li ser vê bingehê di nava salê de li akademiyan perwerdehiyên branş ên taybet hatin dayîn.

‘DIVÊ GELÊ SÛRIYEYÊ XWE BI XWE BIRÊVE BIBIN’

Hêzên me yên YPJ’ê, di van akademiyan de encamên xurt bi dest xistin û bi taktîk û stratejiyeke leşkerî ya profesyoneltir bersivê didin êrîşên dewleta Tirk û êrîşên navxweyî. Di şerê îro de her dewlet û hêz li gorî berjewendiyên xwe û li gorî berjewendiyên zihniyeta desthilatdar a dewletan hewl dide vî şerî bimeşîne. Em destwerdana di dawiya sala 2024’an de li Sûriyê ji projeyên dewlet û hêzên navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn dûr nagirin dest. Rejîmek di nav 12 rojan de hate hilweşandin. Di nava 12 rojan de ne pêkan e ku ev plan were kirin; Ev destwerdanek e. Ji bo vê destwerdanê hin dewlet hatin wezîfedarkirin. Dema em siyaseta li Sûriyeyê digirin dest em dibînin ku dewleta Tirk di çarçoveya zihniyeta xwe de erka rêveberiya Sûriyeyê girtiye ser xwe. Dewleta Tirk dixwaze mîna Împaratoriya Osmanî li Sûriyê jî weke vîlayetekê birêve bibe.

Em weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parçeyek ji vê axa Sûriyeyê ne. Helbet em jî dixwazin gelên li Sûriyeyê xwe bi xwe birêve bibin. Divê gelê Sûriyê hemû pirsgirêkên xwe yên siyasî, leşkerî û civakî bi hev re çareser bikin. Divê ti hêzeke derve mudaxeleyî vê neke. Lê dema em li geşedanên ku îro diqewimin dinêrin, ya herî zêde mudaxele dike dewleta Tirk e. Eger Sûriye bi şêweyekî rêveberiyeke ku di çarçoveya sîstemeke demokratîk ku hemû pêkhate û çand tê de bi hev re bijîn bê avakirin, divê dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê derkeve. Dewleta Tirk nabe li ser xaka Sûriyeyê xwedî ti plan û projeyek be. Hebûna dewleta Tirk îro li ser xaka Sûriyeyê dagirkerî ye.”

‘JI BO SÛRIYEYÊ TEKANE MODELA ÇARESERIYÊ NETEWA DEMOKRATÎK E’

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, diyar kir ku ji bo Sûriyeyê tekane modela çareseriyê netewa demokratîk e û wiha got: “Ji sala 2011’an û vir ve, Rêveberiya Xweser hemû gel, çand û jin anîn ba hev û modeleke demokratîk ava kir. Ev bû modeleke gerdûnî. Ji niha û pêde jî Sûriye dikare encax bi vê modelê were birêvebirin. Li gor Rêveberiya Xweser hemû gel dikarin bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn. Em jî wek YPJ ji vê bawer in. Li dor hişmendiya civaka demokratîk hemû gel û jin dê bikarin rengê xwe bi awayekî nîşan bidin.

Divê Sûriyeya nû vê yekê ji xwe re esas bigire. Hişmendiyeke berovajî vê dê bibe qetlîam, qirkirin û dagirkerî. Bêguman em jî gelek baş dizanin ku ev pergal herî zêde dê zirarê bide jinan û jin dê bibin qurbana vê pergalê. Em dizanin ku vê yekê bi hezaran caran dubare kir. Heger li dijî feraseta yekdest jin helwest û berxwedaneke xurt nîşan bidin, dê bikarin vê feraseta yekdest ji holê rakin. Di têkoşîna 12 salane de hemû cîhanê dît ku jin li dijî hemû êrîşên dijwar dikarin bersiva herî xurt bidin. Îro, di nav yekîtiya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heyî, ji hemû pêkhateyên civakî jin tê da cih digirin û helwesteke xurt nîşan didin. Jixwe ev nîşana hêza wan e.

‘BERXWEDANA TIŞRÎN Û QEREQOZAXÊ RENGÊ SERDEMA NÛ DIYAR KIR’

Ev mehek e li Sûriyeyê guherînên lezgîn hene. Em niha nizanin ka Sûriyeya nû ber bi ku ve diçe, çinku valahî hene. Hêzeke li dijî me şer dike heye. Ev ji van valahiyan îstîfade dike û dixwaze destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Tevahiya van êrîşan li dijî destkeftiyan tên kirin. Di vê çarçoveyê de, berxwedana ku îro li Bendava Tişrînê û têkoşîna li Qereqozaxê tê dayîn rengê berxwedana serdema nû diyar kiriye. Şervanên YPJ û YPG’ê, bêyî metirsîdar bibin berê xwe dane Bendava Tişrînê. Armanca her şerî parastina destkeftiyan e ku bi salan e bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin. Tenê di nava vê mehê de bi dehan şehîdên me çêbûn. Li dijî dagirkerên ku bi dagirkirina Bendava Tişrînê dixwazin Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê dagir bikin berxwedaneke nedîtî tê dayîn.

Di vê wateyê de, li wir parastina mirovhiyê, jinan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Li wir tenê parastina bendavekê nayê kirin. Dewleta Tirk ji bo ku bendavê bi dest bixe, bi israr bi çeteyên xwe re her cure êrîşê dike. Lê ez dikarim vê yekê bibêjim ku di rojên dawî de rûmeta vî dijminî hat serûbinkirin. Li wir yên ku bi serkeftin û berxwedanê birûmet in şervanên me ne. Ev şervan hêza xwe ji gelê xwe, dayikên şehîdan û malbatên xwe digirin. Ew li vir tola şehîdên şoreşê digirin. Ne tenê îro, ji destpêka şoreşê heta niha, êrîş li dijî vê bendavê têne kirin. Em jê bawer in ku têkoşîna li vir tê dayîn, wê careke din model û berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê bike mînak.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê 70 kes jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Dayikên gundê Xurxurê yê Kobanê xwarin ji şervanên xwe re amade dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Yildizgoren hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Yildizgoren (Sara Xebat) a di sala 2022’an de li Bedlîsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Goran Amûdê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Goran Amûdê yê 3'yê Cotmehê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Deynên qeyûmê bi bilboardê ve hatin daliqandin

Şaredariya Misircê ku DEM Partiyê bi dest xist, eşkere kir ku qeyûm, şaredarî bi 165…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?