Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha bi 5.8 pileyî hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Hesabê hemû komkujiyan wê bê pirsîn
Kurdistan

KCK: Hesabê hemû komkujiyan wê bê pirsîn

KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna me ya li ser xeta şehîdan tê meşandin, wê hesab ji hemû komkujiyan bipirse, jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ku armanca şehîdan bû, wê ava bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya savegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

KCK’ê got, “Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê sê mirovên bijarte yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi komployeke xayin hatin şehîdxistin. Di demekê de ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di dewrê de bû û di encama vê yekê de jî hêvî zêde bûbûn, hêzên qirker, tarî û bi nêta xerab ji bo karibin zextê li Rêbertî bikin û tevgerê û îradeya gel bişikîne, ev komkujî kirin. Ji xwe di demeke kurt de eşkere bû ku komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Em vê komkujiya ku bi rengekî nemerdane hatiye kirin careke din şermezar dikin, di şexsê hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi  minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Têkoşîna me ku li ser xeta şehîdan tê meşandin, wê teqez hesabê hemû komkujiyan bipirse û ji bo bîranîna şehîdan jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Parîsê bi zanebûn êrîş li hersê hevrêyan hate kirin” û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Êrîşa l dijî sê jinên têkoşer û şoreşger bi armanca lawazkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û xeta azadiyê ya jinê bû. Hevrê Sara yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê bû. Li dijî zilm û êşkenceya dijmin tevlî Berxwedana Zindana Amedê bû ku yek ji berxwedanên herî bi şeref û mezin ê dîrokê bû. Bi sekna xwe ya qewîn tarîtiya li ser gelê Kurdistanê li zindanê qetand û bû ronahî ji gelê me re. Bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ji 40 salan û bi keda xwe ya mezin hem di pêşvebirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hem jî di xurtkirina xeta azadiyê ya jinê de tevkariyeke mezin kir, pêşengî jê re kir. Têkoşîna azadiyê ya jinan a Kurdistanê li ser xeta bexwedanê ya hevrê Sara bi pêş ket û gerdûnî bû. Hevrê Sara ne tenê ji bo jinên Kurd her wiha di asta gerdûnî de jî bû sembola azadiyê ya jinan. Rêber Apo ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê got, têkoşîna Sara.

Hevrê Ronahî û Rojbîn jî xwe bi temamî dan vê dozê, di dilê xwe de azadiya gel û jinên Kurdistanê hilgirtin û ji bo vê têkoşiyan.

JI BO RONÎKIRINA KOMKUJIYÊ GAVEK NEHATIYE AVÊTIN

Gelê Kurdistanê ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê bi salan e bang li dewleta Fransayê û hemû dewletên Ewropayê dike. Weke tevger me jî gelek caran ev bang kir. Eger dewleta Fransayê dixwaze ji binê tewanbariyê derkeve, divê Komkujiya Parîsê ronî bike, ji bo vê gavê biavêje û rastiyan bi raya giştî re parve bike. Lê belê heta niha ji bo ronîkirina komkujiyê gavek nehatiye avêtin. Ev jî dibe sedem ku bi salan e me û gelê me bixe nava fikaran. Bêguman yê ku ev komkujî kir dewleta Tirk e. Gelê me û tevgera me bi vê rastiyê zanin. Lê belê em baş zanin ku dewleta Tirk bi tena serê xwe ev komkujî nekiriye. Bêyî piştgiriya rêxistinên îstîxbaratê û dewletên Ewropayê şebekeya kuştinê MÎT û dewleta Tirk li cihekî weke Parîsê nikare komkujiyeke bi vî rengî bi tena serê xwe bikin. Ji xwe tevî ku di ser re 12 sal derbas bûne hîn jî Fransayê û dewletên Ewropayê ji bo ronîkirina komkujiyê ti gav neavêtine ku ev yek jî nîşan dide, Komkujiya Parîsê operasyoneke NATO-Gladioyê ye. Ji ber vê yekê divê komkujiya Parîsê bi her awayî bê ronîkirin. Kê alîkarî da dewleta Tirk û bi kîjan armancê bû hevkarê komkujiyê, divê bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin.

EM ŞEHÎDÊN SILOPIYAYÊ BI HURMET Û MINET BI BÎR TÎNIN

Komkujiyeke bi heman rengî di 3’ê Çileya 2016’an de li Silpiyayê hate kirin. Li vê derê jî sê jinên têkoşer ên pêşeng hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin şehîdxistin. Em van şehîdên xwe jî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Gelekî bi wate ye ku gelê me di salvegera komkujiyê de şehîdên Silopiyayê careke din bi bîr aniye. Tenê bi fêhmkirina bîranîna şehîdan û xwedîderketina li bîranîna wan em dikarin xwe bigihînin azadiyê û bi rengekî rast bijîn. Heta ku ev nebe ne em dikarin bi rengekî rast û azad bijîn ne jî bi navê rastî û azadiyê qala tiştekî bikin. Rêber Apo her tim dilsoziya xwe ya bi şehîdan re destnîşan kir û anî ziman ku têkoşîna azadiyê têkşîna ji bo bîranîna dilsoziya bi şehîdan re ye. Divê bê zanîn ku li Kurdistanê her tişt li ser vê bingehê hatiye afirandin û bi nêzîkatiyeke rast a li rastiya şehîdan divê em li ser xeta wan têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG: Nedayina cenazeyan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
Nûçeya Pişt re Şandeya Şengalê serdana koçberên Şehba û Efrînê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Rojnews’ê kir

Şandeya ku ji parlamenterên DEM Partiyê û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir pêk dihat,…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa çekdarî de malbatek hate qetilkirin

Di encama êrîşeke çekdarî ya li gundê Newalê yê navçeya Qûbîn a Êlihê de bav,…

Ji aliyê Stêrk TV

Werîşe Muradî nayê dermankirin

Li gel pêşniyara doktor jî Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin zêdeyî neh…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?