Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Aydin Ogûz ê piyê wî şikestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo avakirina hiqûqa siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êrîşî partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûnç: Li gel qanûnê ji bo bindestan serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Halide Turkoglu: Em ê di her şert û mercê de têbikoşin
Rojane

Halide Turkoglu: Em ê di her şert û mercê de têbikoşin

Halîde Turogluyê Qetlîama Parisê wekî plana jinavbirinê ya AKP-MHP'ê nirxand û got "Hewl dan çavê gelê Kurd û jinan bitirsînin. Lê belê ev têkoşîn li Rojava mezin bû û îro bû têkoşîneke azadiyê ya navneteweyî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu, bi wesîleya 12’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parisê hatin qetilkirin axivî û piştperdeya qetlîamê nirxand.

Halîde Turkoglu di hevpeyvîna xwe ya dayî ANF’ê de diyar kir ku Qetlîama Parisê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e û da zanîn ku ev qetlîameke piralî ye.

 

LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ ÊRÎŞEKE PIRALÎ

Halîde Turkoglu, diyar kir ku ev qetlîman ne encama êrîşeke şexsiye, sûîkasteke plankirî ya di asta navneteweyî de ye û wiha dewam kir: “Qetlîama Parisê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd êrîşeke piralî ye. Wê gavê pêvajoyeke muzakereyê hebû û ev bi armanca guhertina rewşa pêvajoyê êrîşeke plankirî bû. Loma dema Qetlîama Parisê tê nirxandin, divê ku mirov ji kujerî bêhtir li ser sedema qetlîamê bisekine. Sakîne Cansiz semboleka têkoşîna azadiya jinên Kurd bû. Wek yek ji damezrînerên Tevgera Kurd, bi salan pêşengiya berxwedanê kir. Fîdan Doganê di qada dîplomasiyê de xwedî erkên giring bû û Leyla Şaylemez jî di têkoşîna ciwanan de bi awayekî cih girt. Erîşa li dijî van, rasterast erîşkirina pêkhateyên damezrîner ên Tevgera Azadiya Kurdan bû.

Halîde Turkoglu anî ziman armanca vê qetlîamê lawazkirina moral û motîvasyona têkoşîma gelê Kurd bû û ev êrîşeke li dijî têkoşîna jinan bû û wiha dewam kir: “Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevgerên jinên cîhanê jî xwedî cihekî giring e. Loma di serî de jinên Kurd divê hemû tevgerên jinan hesaba vê qetlîamê bipirsin. Wek Meclisa Jinan a DEM Partiyê, TJA û Tevgera Jinên Kurd, em ê di 9’ê Çileyê de ne tenê bibîranê bikin, di heman demê de em ê têkoşînê mezin bikin.”

“QETLÎAM PERÇEYEKÎ PLANA NAVNETEWEYÎ YE”

Halîde Turkoglu, bi bîr xist ku gelê Kurdistanê bi salan e ji bo ronîkirina Qetlîama Parisê têdikoşe û destnîşan kir ku qetlîam ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin, hêzên navneteweyî jî di nav vê suîqestç de cih girtine û wiha got: “Em dizanin ku hişmendiya netew-dewletê li pişt vê qetlîamê heye. Lê belê ev yek bi tenê bi vê yekê nayê ravekirin. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî di vê qetlîamê de roleke giring lîstin. Divê were dîtin ku li pişt qetlîameke wiha berfireh hevkariya dewletan heye. Hikûmeta Fransayê, têkildarî vê komkujiya ku li Fransayê hatiye kirin, şûna ku berpirsiyaran eşkere bike, bi girtina kesekî hewl da bûyerê bigire. Lê belê kiryarên rastî nehatin eşkerekirin û hewl dan ku ev qetlîam bê nixumandin.”

Halîde Turkoglu, diyar kir ku hedefgirtina siyasetmedarên jin tercîheke bizanebûn e û wiha got: “Jin her tim bûne pêşengên têkoşînên azadiyê. Loma pergalên serdest bi hedefgirtina jinan dixwazin berxwedana civakî bişkînin. Li tevahiya cîhanê qetilkirina jinên ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin ne tesaduf e. Bêcezahiştina van kuştinan, hewla meşrûkirina wan a di asta navneteweyî de ye. Em dizanin ku ev qetlîamên şerê taybet in û di her şert û mercê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘DUYEMÎN KOMKUJIYA DERSIMÊ’

Halîde Turkogluyê diyar kir ku qetlîam di pêvajoya çareseriyê de pêk hatiye û wiha behsa wê serdemê kir: “Qetlîama Parisê di serdema bihêbûna siyaseta demokratîk de pêk hat.” Di wê serdemê de Birêz Ocalan ev qetlîam wek “Qirkirina Dêrsimê ya Duyemîn” bi nav kiribû. Çinku di vê serdemê de dewletê polîtîkayên qirkirinê dimeşand. Sakîne Cansiz ji bo ku derbeyekê li pêvajoya muzakereyê bidin hat qetilkirin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya me dît ku dewlet bi temamî derbasî konsepta şerî bûye.”

Halîde Turkoglû diyar kir ku qetlîam ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e û destnîşan kir ku li çar aliyê cîhanê dewletên ku nikarin bi gelê xwe re aşitiyê pêk bînin polîtîkayên bi heman rengî dişopînin û got: “Di pêvajoyên bi vî rengî de êrîş ne tenê bi şîdeta fizîkî tên kirin; di heman demê de bi manîpulasyon, çavtirsandin û bi stratejiyên parçekirina civakê jî tên kirin. Loma divê di pêvajoyên aşitiyê de jî hay ji rîskên wiha hebin. Divê qetlîamên siyasî bi tu awayî rewa neyên dîtin û divê gel li hember van êrîşan helwesteke xurt nîşan bide.”

‘TÊKOŞÎN LI ROJAVA GEŞ DIBE’

Halîde Turkoglu diyar kir ku Qetlîama Parisê êrîşa li dijî pêkhateyên damezirîner ên Tevgera Azadiya Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ku têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ji sînoran derbas bûye û wiha berdewam kir: “Qetlîama Parisê parçeyek ji plana jinavbirinê ya hikûmeta AKP-MHP’ê bû. Bi zanebûn hedefgirtina jinan xwestin çavê gelê Kurd û jinan bitirsînin. Lê belê ev têkoşîn li Rojava geş bû û îro bû têkoşîneke azadiyê ya navneteweyî. Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ji sînorên herêmî derbas bû û xeteke şoreşgerî ava kir. Em ê vê şoreşê bigihînin serkeftinê û  em ê teqez hesaba van qetlîaman bipirsin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê dîmenên rûxandina 2 wesayîtên çeteyan weşand
Nûçeya Pişt re Kuçukbalaban: Êşkence û bêhurmetiya li hemberî cenazeyan weke aqlê dewletê dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Îmraliyê wê bi Davûtoglû re roja Sêşemê bicive

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê roja Sêşemê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Corcêt Barsom: Hikûmeta nû ya Sûriyeyê bêyî beşdariya jinan nayê avakirin

Corcêt Barsom hişyarî da ku di avakirina Sûriyeya nû de jin ji nedîtî ve tên…

Ji aliyê Stêrk TV

Derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li Xelata Fîlman a Elman xistin

Derhêner Ayşe Polat bi fîlma xwe ya bi navê “Li Noqteya Kor” di Xelata Fîlman…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtî Aydin Ogûz ê piyê wî şikestî nabin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Ji bo avakirina hiqûqa siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?