Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahî li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
10’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin ê li herêma Xakurkê 3 caran bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de sîstemeke radarê û çeperek hatin îmhakirin.
10’ê Çileyê saet di 13:40’î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de konteynirek hate îmhakirin.
13’ê Çileyê li Herêma Xakurkê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwdanê ya Girê Şehîd Azad hate xistin. Di çalakiyê de derb li tankekê hate xistin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
10’ê Çileyê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Li Herêma Metînayê;
10’ê Çileyê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
10’ê Çileyê saet ji 10:30’î heta 12:30’î li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 5 droneyên bombebarkirî yên ji bo êrîşa li ser tunelên me yên şer hatibûn şandin, hatin îmhakirin.
13’ê Çileyê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
13’ê Çileyê saet di 15:45’an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê wesayiteke zirxî ya bi tîpa BMB ya ku topa 37’an li ser bû, bû hedefa çêkên nîv otomatîk. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, derb li wesayita zirxî ya bi tîpa BMB’ê hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî
13’ê Çileyê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
Di navbera 10 û 13’ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Goşînê, Sinînê û Şehîd Şerîf 7 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li Herêma Garê qadên Girê, Bilindbazê, Girê Kun, Kanî Sarkê, Dêreşê, Şehîd Aslan, Deşta Kafya 8 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
10’ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 15 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.”