Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet derdora 14:48’an bombe li herêma Bendava Tişrînê barand.
Êriş di wê demê de hate kirin ku ji kantonên Cizîr û Kobanê girseya gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.
Hate ragihandin ku nuqteyên li ser rêgeha konvoya gel hate bombekirin.
Li gel bombardûmanê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê.