Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê, der barê çalakiyên ku lidar xistine daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HBDH’ê ev agahî da:
“Milîsên me li Sariyer a Stenbolê şeva 16’ê Çileyê otobusa şaredariyê dan ber agir.
17’ê Çileyê roja Înê saet li dora 04.00’an milîsên şoreşger li taxa Baglarbaşi ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ku dihat diyarkirin cihê bikaranîn û firotina tiryakê ye, dan ber agir.”
HBDH’ê got, “Heta li Kurdistan û Tirkiyeyê sîstema mêtîngerî, zext û dagirkeriyê bê hilweşandin, em ê metropolan veguherînin goga ji agir.”